KCK’ê li ser encama hilbijartinên 24’ê Hezîranê daxuyanî da û got:”Ev tifaqa faşîst bi dek û dolaban dest danî ser serokkomariyê û serweriya meclîsê xiste destê xwe. Ev yek divê weke serketinekê û xurtbûnê neyê dîtin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser encamên hilbijartinê yên 24’ê Hezîranê daxuyaniyek weşand û got ‘serketin’a Erdogan û bloka faşîst ne meşrû ye.

KCK’ê di daxuyaniya xwe ya niviskî de ragihand ku tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bi dek û dolaban dest daniye ser serokkomariyê û meclîsê xistiye destê xwe. Her wiha KCK’ê îşaret bi bikaranîna tifaqa faşîst a derfet û zexta dewletê kir û got: “Loma jî mirov nikare bêje ev yek serketin an xurtbûna tifaqa faşîst e.”

Serdemeke nû dest pê kir

KCK’ê diyar kir li dijî hêzên demokrasiyê wê serdemeke nû ya zordariyê dest pê bike û got, demokrasî encax bi têkoşînê pêk were. KCK’ê her wiha gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê yên li dora HDP’ê civiyane, ji ber derbasbûna ji bendê pîroz kir.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:”Di nava şert û mercên Rewşa Awarte, bi gelek fen û fûtan hilbijartin çêbû. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo polîtîkayên xwe yên dijminatiya li demokrasiyê û Kurdan meşrû bike ev hilbijartin ferz kir. Ji bo encameke bi kêrî vê armanca xwe bê bi dest bixe, bi her awayî zext û hîle kir. Şert û mercên ku hilbijartin lê hate kirin, zextên di dema hilbijartinê de hatin kirin û destwerdana li sindoqan, vê hilbijartinê ne rewa dikin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku naxwaze bi hilbijartinê dest ji desthilatdariyê berde û serketina di hilbijartinê de weke pirsgirêka serxwebûnê ya Tirkiyeyê dibîne, ji bo li ser desthilatdariyê bimîne serî li her rê û rêbazê, li zext û zordariyê da.

Vê encamê meşrû nebînin

Serokkomariyê, ne jî serweriya tifaqa faşîst li meclîsê nabe ku meşrû bên dîtin. Divê hêzên demokrasiyê vê encamê meşrû nebînin, li dijî vê desthilatdariya faşîst helwestê nîşan bidin û têkoşîna xwe herdemî bikin.”

Ne zext, ne jî hîleyan karîbûn

Her wiha KCK’ê bi bîr xist ku armanca sereke ya AKP-MHP’ê ev bû ku HDP di bin benda sedî 10 de bimîne û bi vî rengî dewam kir:” Lê belê ji ber ku gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê xwedî lê derketin, ne zext, ne jî hîleyan karîbûn HDP’ê di binê bendê de bihêlin. Lewma em gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê yên li dora HDP’ê li hev civiyane ji ber vê serketinê pîroz dikin.”

Ev yek ne serketin an xurtbûn e

Dîsa KCK’ê îşaret bi qaşo ‘serketin’ a tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê kir û  got:”Ev tifaqa faşîst bi dek û dolaban dest danî ser serokkomariyê û serweriya meclîsê xiste destê xwe. Ev yek divê weke serketinekê û xurtbûnê neyê dîtin. Ya rast, gelên Tirkiyeyê eşkere kirine ku ew naxwaze ji aliyê vê desthilatdariya faşîst ve bê birêvebirin. Tenê bi derfet û zextên dewletê li ser desthilatdariyê dimîne. Naxwe ne pêkan e ku gel vê desthilatdariyê qebûl bike ku gelên li Tirkiyeyê dike dijminê hev, cîranan li ber hev radike û rê li ber derûniyeke civakî ya xemgîn vedike. Dema ku li dijî wê têkoşîn bê dayin, wê li pêşberî îradeya gelên Tirkiyeyê nikaribe li ser piyan bimîne. Dema ku hêzên demokrasiyê li dijî vê desthilatdariya faşîst têkoşiya, wê emrê wê yê desthialtdariyê ne dirêj be.”

Tifaqeke şer e

Her wiha KCK’ê got ji bo hêzên demokrasiyê serdemeke nû ya zordariyê dest pê dike û wiha pê de çû:”Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê tifaqeke şer e li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê. Lewma wê bêjin ku ev polîtîkayên wan rast hatine dîtin û wê şer û polîtîkayên êrîşê bidomînin. Li gel êrîşkariya li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, ji bo teslîmkirina demokrat û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê wê zextên xwe giran bikin. Wê hewl bidin ku hemû civakê û hêzên demokrasiyê tevlî polîtîkayên xwe yên şer bikin. Lewma wê li dijî hêzên demokrasiyê dest bi serdemeke nû ya zext û zordariyê bikin.”

Ji bilî têkoşînê rêyeke din nîne

KCK’ê destnîşan kir ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, ew ê li her derê li dijî desthilatdariya faşîst a dijminê gelan û demokrasiyê ye, têbikoşin û wiha dewam kir:”Divê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê zanibin ku li Tirkiyeyê demokrasî encax bi têkoşîna li dijî desthilatdariya faşîst çêdibe. Ji bo hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê di nava demokrasiyê de werin çareserkirin, ji bilî têkoşînê rêyeke din nîne. Eşkere bûye ku tifaqa AKP-MHP’ê wê bi rêya hilbijartinê dest ji desthilatdariyê bernede. Ji ber ku ev yek desthilatdarî û rêveberiyeke civakê nîne. Hikumeteke şer e ku eciqandina hêzên demokrasiyê weke kar daniye pêşiya xwe. Dem ew dem e ku li dijî desthilatdariyeke bi vî rengî tavilê têkoşîn bê dayin. Pirr girîng e ku hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê di tifaqa herî berfireh de li hev bicivin. Li ser vê bingehê, bi tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh re li her derê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têkoşîn bê dayin.”

 

ANF/BEHDÎNAN