Çalakî bi tevlîbûna heval û malbata wî ve li ser gora wî ya li navçeya Mexmûrê hat lidarxistin. Çalakiya bîranînê ji bo kesên di têkoşîna demokrasiyê de bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di bîranînê de axaftin hatin kirin û ji ber hê kujerên Osman nehatine dîtin û darizandin Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û Partiya Demokratên Kurdistanê PDK hatin rexnekirin. Piştî çalakiyê li otêla Çar Çirayê semînerek hat lidar xistin.
Piştî bîranînê semîner
Serokê Lijneya Mafên Mirovan ê Herêma Federal a Kurdistanê Salar Mahmud, Nûnera Balyozxaneya Emerîka ya Herêmê Melînda Karolîn, Berdevkê Tevgera Goran e Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistan Kardo Mihammed, Nûnerê Rexistinên Mafê Mirovan ye Navdewlêtî ya Mesixî Garlon Robertson, Endamên Sendîkayê Rojnamewanên Herêma Federal a Kurdistanê (KJS), xizmên Osman û gelek rojnamevan û rewşênbîr tevlî semînerê bûn. Di semînerê de gotara Senterê Mîtro, Balyozê Emerîka, Endamê KJS Simko Ebdulkerîm, Garlon Robertson û birayê Osman Serkeft Osman hatin danasîn. Piştre Asos Gerdî, Alî Kerîm û Sihwan Sabir ser rewşa rojnamewanên Herêma Federal a Kurdistan û Iraqê semîner dan.
Hikûmet û PDK hatin rexnekirin
Di semînerê de hate diyarkirin ku berpirsê kuştin, zext û zordariyên li dijî rojnamevanan rayadarên herêmê ne û hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê û PDK bi zimaneke tund hatin rexnekirin. Hat destnîşankirin ku piştî rejîma Saddam li herêmê hinek guhartin pek hatine di hêla zihniyetê de tu guhertin pêk nehatine. Piştî semînerê Ser navê Lijnêya Mafê Mirovan ye Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê Salar Mahmûd, Berpirsê Firaksiyona Goran ye Parlamentoya Herêmê Kardo Mihammed û ser navê Ciwanên PDK jî Ûmîd Xoşnav axivîn û êrîşa li dijî rojnamevanan şermezar kirin.
DÎHA/HEWLÊR