Di daxuyaniyê de bang li Encûmena Dadweriyê, Rêkxistina Parastina Mafê Mirovan, Sendikaya Rojnamevanên Kurdistan û bi taybet li Rêveberiya Herêma Kurdistanê hate kirin ku doza Serdeşt Osman û lêkolînên ku li ser eşkere kirina kujerên wî heta niha dihatin kirin werin betal kirin û ji nû ve doz were despêkirin. Li ser navê Hemwelatiyên Azad Mele Zana Xeyam jî axafitinek kir. Xeyam di axaftina xwe de wiha got: “Em wek Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan qetilkirina ciwanê Kurd Serdeşt Osman ya bi awayek hovane şermezar dikîn. Serê xwe li ber bejna wî ditewînîn û daxwaz ji berpirsan dikîn ku kujerên Serdeşt Osman werin eşkere kirin û bila ev bibe bûyera dawiyê ya kuştina rojnamevan û ciwanên Kurd.”
'Şehidê azadiya ramanê ye'
Siyasetmedarê û çalakvanê binavûdeng yên Başûrê Kurdistanê Elî Mehmûd (Elî Siyasî) jî têkildarî salvegera qetilkirina Osman de nêrînên xwe anî ziman û wiha got: "Em ji bo 3’emîn salvegera qetilkirina Serdeşt Osman li vê derê kombûne, armanca kombûna me ewe kû kujer bên eşkere kirin, bên dadgehkirin û bi awayekê dadî werin darezandin û werin cezakirin.” Berdevkê Parastina Azadiyê Kamûran Mihemed jî da zanîn ku, Serdeşt Osman herçendî ku di temenê xwe de ciwan jî bû lê rojnamevanek di aliyê fikir û ramande pêşketî bû û cihê xwe di nav dilê gel de dabû çêkirin. Mihemed Osman wekî şehîdê azadiya ramanê pênase kir û got ku ew dê ji bo jiyandina xatireya wî her tim bixebitin. Her wiha rojnamevan Aram Silêmanî ji da diyar kirin kû herçendî sê sal li ser qetilkirina Serdeş Osman re bûrîne jî lê heta niha kujerên wî ne hatine diyar kirin lewra pêwîste pêvajoya lêkolîn û dadgehkirina kesên kû bûne sedemê şehadeta Osman bê bilez kirin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê li ser caddeye bi awayê grover çira hatin danîn. Di nava wê grovirê de wêneyên Serdeşt Osman hatin bicihkirin
Bi awayekî hovane hate kuştin
Rojnamevan Serdeşt Osman ku xwendekarê Beşa Îngilîzî yê Fakûlteya Edebiyatê ya Zanîngeha Selehedînê bû û di heman demê de rojnamevantî jî dikir, beriya 3 sal niha ji aliyê hêzên ne diyar ve li ber deriyê zanîngehê hate revandin û roja paştir cenazeyê wî li ber deriyê dibistanê hate dîtin. Li gorî kesên ku destpêkê çûne ser cenazeyê rojnamevan Serdeşt Osman, dabûn zanîn ku, Osaman bi awayekî hovane hatibû kuştin. Li gel ku ev 3 sale li ser qetilkirina wî derbas bûye hêj berpisyar û kiryarên bûyerê nehatine zelalkirin. Rêkxistina Mafê Mirovan ya Navnetewî jî têkildarî vê bûyerê bi awayek tund rêveberiya Herêma Kurdistanê şiyar kiribû û jê xwestibû, bi avayekî cidî lêkolînên zelalkirina bûyerê bê çêkirin.
DÎHA/HEWLÊR