Avesta îşaret bi bi berxwedana YPS´ê kir û weha peyivî: “Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) û Yekîneyên Parastina Sivîlan ên Jinê (YPS-Jin) di serî de li Cizîra Botan, Sûr, Gever, Kerboran û herî dawî li Nisêbîn û Şirnexê di asteke bilind de têkoşiyan, li ber xwe dan û li ber xwe didin. Li pêşberî vê berxwedanê Qesr tengav bûye. Qesra ku bêçar maye, gel qetil dike, hewl dide qir bike û polîtîkayeke kirêt dimeşîne.”


Şikestina AKP û Erdogan 

Sozdar Avesta bal kişand ser nakokiyên navxweyî yên li nava dewleta Tirk û AKP’ê û got, piştî berxwedana li Bakurê Kurdistanê derz ketine AKP´ê û Erdogan ji ber ku bêçare maye, hewl daye vê rewşa xwe bi rê û rêbazên cuda binixumîne.

Avesta da xuyakirin, ku dewleta Tirk ber bi karesatekê ve çûye, her gavê dikare ji kendêl wer bibe û weha dirîjî da gotinên xwe: “AKP tengav bûye. AKP û Qesr di şexsê Davûtoglû de têk çûne. Hewl dan kirasekî li vê têkçûna xwe bikin. Bi taybetî dûrxistina Davûtoglû ji wezîfeyê û bicihkirina kesekî din li şûna wî, têkçûna Erdogan radixe pêş çavan.”

Avesta got, di vê pêvajoyê faşîzma AKP’ê bi bin ket, vîna gelan, sekna berxwedêr, bi rûmet û pîroz a gelê Kurd, şervanên azadiyê bi ser ketin. 


‘Nisêbînê dijmin ji hev xist’

Avesta berxwedana li Nisêbînê nirxand û got, dewleta Tirk xwest senaryoya li Cizîra Botan, li Sûrê, li Nisêbînê jî pêk bîne, lê belê bi ser neket û got, “Psîkolojiya eskerên Tirk xera bû, ketin nava travmayê. Ji wezîfeyê girtina Serokwezîr encama vê pratîkê ye. Nisêbînê ne tenê li hemberî faşîzmê li ber xwe da, di heman demê de bi sekna xwe ya bi rûmet dijmin ji hev xist.”


Li ser hebûna gerîla li Şengalê

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di dewama axaftina xwe de polîtîka û nêzîkatiyên PDK’ê jî nirxandin ûgot, PDK’ê çarenûsa xwe bi çarenûsa AKP’ê ve girê daye. Avesta bersiv da Barzanî yê ku dixwaze Tevgera Azadiyê ji Şengalê derkeve û got, “Eger hêzeke ji Şengalê derkeve hebe, ew jî pêşmerge ne. Bila ji xwe bipirsin bê Tevgera Azadiyê çima li Şengalê ye. Çima Tevgera Azadiyê beriya 30 salan ne li Şengalê, Mexmûrê, Kerkûkê bû, lê niha li van deveran e. Ji ber ku wan ji bo vê herêma Kurdistanê wezîfeya xwe bi cih neanî. Gelê Başûrê Kurdistanê bêparastin, bêrêxistin hiştin û parçe parçe kirin. Ji ber vê yekê di 3’ê Tebaxa 2014’an de tevî çeteyên DAIŞ‘ê ferman li ser civaka Êzîdî rakirin. Ji gelê Şengalê re dibêje ‘li hemberî PKK’ê şer îlan bikin’. Mesûd Barzanî dibêje ya hûnê wan tercîh bikin yan jî hûnê min. Dibêje, hûnê wan ji Şengalê derxînin. Xwestina vî tiştî ji civaka Êzîdî tê wateya bêrûmethiştina civaka Êzîdî. Tê wateya dijderketina li nirxên Êzîdiyan. Mesûd Barzanî jî baş dizane; di felsefeya Êzîdiyan de, di baweriya Êzîdiyan de ev feraset heye ‘Eger kesekî başiyek bi te kir, divê tu du caran başiyê pê re bikî’.”


‘Bila pêşî PDK  hesab bide’

Avesta da xuyakirin, ku civaka Êzîdî wê neyê van lîstikan, neyên van provokasyonan û got, “Bila Barzanî destê xwe ji van bûyeran, ji dorpêçkirina Şengalê vekişîne. Dibêje ya ez yan jî ew. Eger gelekî dixwaze, dikare ji Şengalê vekişe. Çima Êzîdiyan li hemberî hev radike. Eger hêzeke ji Şengalê derkeve hebe, ew jî hêzên pêşmergeyan e, hêzên ev civak bêparastin hiştine, hêzên ev civak bi qirkirin û komkujiyê re rû bi rû hiştine, hêzên rûmet, şeref, namûs û hebûna vî gelî binpê kirine. Heta niha aqûbeta bi hezaran jin û dayikan nayê zanîn. Yên ev kirine divê hesabê van bidin. Eger heta niha dadgehên civaka Êzîdî nehatibin avakirin, ev yek ji ber bêrêxistinbûyîna wan e. Pêwîst e PDK hesabê vê bide.”


‘Siberoj wê ya gelan be’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di dawiya axaftina xwe de bang li civaka Êzîdî kir ku rêxistinbûyîna xwe xurtir bike, serî li ber gef, şantaj, çavtirsandinê netewîne, hîn bêhtir li ber xwe bide.

Avesta bal kişand ser serdana CPT a li Girava Îmraliyê jî û got, “Divê CPT tavilê rapora xwe eşkere bike. Em ji tenduristiya Rêber Apo bi fikar in. Em nizanin bê Rêberê me çawa dijî. Li ser vê yekê divê daxuyaniyê bide. Bila êdî CPT bes bibe hevparê sûc.”

Avesta bang li hemû jin û ciwanan kir ku li her cihî pêşengiyê ji berxwedana bi rûmet re bikin, cihê xwe di nava yekîneyên parastinê de bigirin û got, “Şerê rûmetê yê li hemberî faşîzmê bi ser dikeve. Vê berxwedanê sîstema hêzên serdest tengav kiriye û ji hev xistiye. Serdest bêçare man e. Têk diçin. Em yekîtiya gel xurtir bikin, berxwedanê û têkoşînê mezin bikin. Dîrokê li Vîetnamê, li Kubayê, li Kobanê nîşan da; yên dixwazin ji serdestiya faşîzmê rizgar bibin jî dîtin;  siberoj a gelan e, a jinan e.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN