Êrîşa ku li dijî Kobanê pêk hat, êrîşeke bi rêk û pêk bû. Amedekariyeke mezin û dirêj jê re hatibû kirin. Ew karê îstixbaratên dewletan bû. Armanca wê kuştina bi sedan welatiyên sivîl bû. Terorîzekirina tevahiya Gelê Kurd û têkbirina vîna berxwedan û tekoşîna di şexsê Kobanê de berizkirî bû. Ev êrîş li ser asteke bilind hatibû amedekirin. Tiliyên Dewleta Tirk diyar bûn. Haya berpirsên mezin yên dewletê jî ji vê êrîşê hebû.
Dewleta Tirk ya ku AKP û Erdogan wê bi rêve dibin, xwest derbeke mezin li nava dilê Rojava bixe. Bi dehan terorîstên bijartî û baş perwerdekirî şandin nava Kobanê. Wek gurên ku bikevin kozika berxan, wan dest bi kuştina zarok û jinan kir. YPG´ê her çiqasî ku ev êrîş mezin û xedar bû jî wek her car, berxwedaneke lehengî nîşan da. Ev terorîst hemû dorpêç kirin û kuştin. Ew hemû 80 çeteyên Erdogan tesfiyekirin.
Êrîşa li dijî Kobanê, piştî ku hemleya AKP´ê û Erdogan ya li dijî Rojava û YPG´ê ku bi azadkirina Girê Spî/Til Ebyed gihîşt asta herî bilind, pêk hat. Di heman demê de, li bajarê Hesekê DAIŞ´ê dest bi êrîşeke berfireh kir. AKP dixwaze ku hemle/êrîş giştî, mezin û berfireh be. Li Hesekê û derdora Kobanê hîna şer û berxwedana YPG´ê û hevkarên wê dewam dike. Bi azadkirina Til Ebyed û têkbirina DAIŞ´ê, dewleta AKP´ê dest bi amedekirina pîlanên komkujiyan kir. Bi siyasî û ragihandinê û sorkirina Ereban li dijî Kurdan, heta bi perwerdekirina DAÎŞ´ê, amedekariyên komkujiyan hatin kirin.
Piştî azadkirina Til Ebyed û girêdana Kobanê bi Cezîrê ve, AKP´ê ji hevkarên xwe yên di nava mixalefeta Şamê de xwest ku li dijî Rojava û YPG´ê dest bi hemleyeke mezin bikin. Rêxistina mixalefetê ya bi navê “Îtîlaf”, ku ENKS jî di nav de cihê xwe digre, dest bi hemleya reşkirin û êrîşan kir. Her weha televizyona “Orient” û hin malperên din ên bi ser mixalefeta girêdayî Enqerê, bi xurtî beşdarî vê hemleyê bûn. Rêxistina “Îtîlaf”ê daxuyanî derxist û YPG bi “komkujî û derbiderkirina Ereb û Turkmanan” tewanbar kir. Her weha “Orient TV” jî weşana xwe hemû li dijî Rojava û YPG´ê diyar kir. Di nava vê hemleya şer û pêşxweşkirina komkujiya li Kobanê de, ENKS jî cihê xwe girt û rolek qirêj lîst. Ev hemle heta niha dewam dike.
Bi riya daxuyanî, bernameyên TV yên dijî YPG´ê û rêxsitinkirina komên cerdevan ji “siyasetmedar” û “nivîskar” û “çalakvan”ên Rojava yên ku şerefa xwe bi polan firotine, Dewleta Tirk dixwaze ku şerê li dijî YPG´ê, şerekî berfireh û giştî be. Şerekî çandî, siyasî û eskerî be. Ji bo vî şerî gelek derfetên madî jî hatin veqetandin. Maseya Şerê Taybet û îstixbarata dewleta AKP´ê rêveberiya vî şerî dikin. Loma aliyê Kurd û rêveberiya kantonên Rojava divê bersiva vî şerî bi awayekî qanûnî û hişmendî bide.
Bersiv divê weha be:
l Derxistina biryareke qanûnî ku rêxsitina “Îtîlaf”ê mîna hêzeke terorîst a girêdayî DAIŞ´ê bête naskirin û biryara girtina hemû endamên wê were dayîn. Jixwe di vê dema dawî de DYA´yê jî biryareke weha dabû û endamên “Îtilaf”ê mîna hevkarên El-Nûsra diyar kiribûn û ji bo derbasbûna wan ya axa xwe, biryara nedayina Vîzeyê dabû.
l Derxistina biryareke bi heman şêweyî li dijî ENKS´ê, ku ew jî mîna rêxistineke hevkarê terorê were nasîn. ENKS daxuyaniyên şer ên destekdayina DAIŞ´ê li dijî Rojava îmze kir û bi riya derketina li ser ekrana “Orient TV” êrîşên li dijî Rojava rewa kir. Kesên di nava ENKS´ê de yên ku ev kar kirin, divê mîna hevkarên terorê bêtin nasîn û hesab ji wan were xwestin.
l Ji bo penaberên Sûriyeyê ku xwe li Rojava girtine, divê heyetek taybet were damezrandin. Ev heyet divê bi awayekî bi rêk û pêk li rewşa van kesan bipirse. Çawa debara xwe dikin û têkilyên wan bi kîjan hêza mixalefetê yan bi koma çekdar re heye. Divê nasnameyên penaberan ji bo wan bêtin çêkirin û her dem rûniştina wan li Rojava bête dirêjkirin û bête zanin ka ev mirov çawa debara xwe dikin.
l Di warê ragihandina bi zimanê Erebî de, divê kantonên Rojava dezgehên TV û radyoyê damezrînin da ku karibin van êrîşan li dijî xwe pûç bikin. Her weha li hemberî alavên ragihandinê yên muxalefeta nijadperest bi şêweyekî qanûnî tedbîran bigrin.
AKPê û Erdogan har û dîn bûne. Wek mîna Marê ku te darekî li serê wan bide. Ew li dijî Rojava êdî terora dewletê dimeşînin. Bi riya hevkariya bi DAIŞ´ê re dixwazin vîna Gelê Kurd û hevkarên wî yên Ereb û Suryanî têk bibin. Wek mîna şerê ku di 2006´an de li dijî Tevegra Azadiya Kurdistanê befireh kiribûn û anîbûn astên çandî, aborî û civakî, niha weha li dijî Rojava jî şer bi rê ve dibin. Wek bersiva vî şerî divê nava Rojava xurt bibe û YPG were bihêzkirin. Divê li ser asta navnetewî AKP were teşhîrkirin û hevkariya wê ya bi DAIŞ´ê re were diyarkirin. Divê xetera AKP´ê ya li ser mirovayetiyê bête şîrovekirin û hemû gelên cîhanê bi karê qirêj yê vê partiyê zanibin.
Erdogan dixwaze artêşê derbasî nava Rojava bike. Dixwaze heremên Rojava dagir bike. Tişta ku Sedam Husên li Kuweytê kir, ew niha dixwaze li Rojava dubare bike. Çawa dagirkirina Kuweytê bû dawiya Sedam, dagirkirina Rojava wê bibe dawiya Erdogan. Eger Erdogan xwe bi dostaniya DYA´yê xurt dike, bila zanibe ku dostên DYA´yê nînin. Sala 1983´an Donald Rumsfeld serdana Sedam Husên kir û çek, ji bo xurtkirina şerê wî yê li dijî Îranê, danê. Piştî 20 salan, 2003´an heman Rumsfeld vê carê wek Wezîrê Parastinê, serkêşiya êrîşa eskerî ya rûxandina rejîma Sedam kir.
Ewê rojek were ku DYA dosyeya AKP´ê û Erdogan veke.
Bi vê siyaseta hevkariya bi terora cîhanî û destkdayina DAIŞ´ê û şerê qirêj li dijî şoreşa Rojava re, Erdogan û AKP Tirkiyeyê dixin nava tehlûkeyeke mezin. Eger ev siyaset dewam bike, rewşa Tirkiyê wê bibe mîna ya Iraq û Sûriyeyê.
Dibe ku Erdogan Serokkomarê dawî yê vî welatî be…