Ji bo qirêjkirina Tevgera Kurd, heya niha niqaşên din dimeşandin... Ji bo biçûk kirina tevgerê, qirêjiyên cuda cuda diavêtin ser. Bi salan karên wan ew bû. Lê tu tiştek kêr nehat, vêca çendeke dengên xwe birî bûn, lê gava ku hevdîtinan destpê kir, dîsa qireqira wan e. Çima ku kesek wan nabîne, kes qedir nade dengên wan, îja xwe diqelêşînin, hema çi tê devên wan dibêjin. Vê carê ketine kolanan û ji bo ku ciwanên Kurd bixapînin, wekî ku welatparêzên tund ew bi xwe ne diqîrin. Gotina wan, "Tevgerê Kurd heya niha ji bo çi şer kir û îro ji bo çi şer bi dawî dike ne diyar e."

Her çiqas em jî zanin û bi vê mijarê ve tekildar her kes jî zane ku gotina wan beredayî ye, ne binirx e,  lê dîsa jî divê ji bo hewcetiya zelalkirin a hin tiştan, ezê çend analîzan bînim li ser vê rewşê.
Ji her tiştî wêdetir, şerê ku Tevgera Kurd heya niha meşandiye û hê jî dimeşîne, şerê azadiyê ye. Şerê azadiyê jî, bi wateya azadiyê ve girêdayî ye. Azadî, ne ji demê mêzedike, ne ji erdnigariyê... Azadî fenomeneke rastî ya jiyanê ye. Di nav jiyanê de wek zindiyek jiyan dike. Tu carî wekî eşyayek nayê firotin, nayê kirîn û em ji van jî derbas bin, bi tekoşînê re jî be, însan û civak nikare teqez û bêdawî xwedî azadiyê be. PKK Jî, tevgera Kurd tevahî jî, her însanên ku di nav tevgerê de, an jî li der û dorê de jî, tu kes û tu civak nikare wekî xwedî erdekî an jî xwedî şivekî, wekî xwedî nasnameyekî azadî bi xwe ve girêbide û bibe xwedî.  
Na!.. Azadî, roj bi roj, dem bi dem, li her derê û li her demê, bi pêdivî ya tekoşînê pêk tê, û tenê carek be jî heke ew tekoşîn were berdan, heya dawiyê jî ji dest diçe.
Tu, wek însanek, her çiqas li himberî zilm û zordariyê ber xwe bidî, dê ewqasî azad bibî. Heya ku ber xwe didî, bi qasî berxwedaniya te azadî tev te dibe, qasî ku te berxwedaniya xwe sivik kir, ewqasî jî azadî ji te dûr direve.
Bi vê tespîtê ve jî aşkereye ku, ev şer, tenê ji taybetmendiya vê tiştê, ango ji taybetmendiya azadiyê tê meşandin. Kurd jî bi hişmendiyeke xurd ve haya vê tiştê ye û wisa tevdigere.
Rast e, heya niha bi salan, tekoşîneke dijwar hate meşandin, hê jî ew tekoşîn didome. Di vê tekoşîna dijwar de ewqasî gund hatin şewitandin, ewqasî însanên ciwan, însanên xwedî nirx, bi hezaran gerîla, milîs, gundî, bajarî, xwendî, nexwendî, şivan, mamoste, xwendevan, însanên zana, zanyar, siyasetmedar û kedkar jiyana xwe ji dest dan, gelek zarokên Kurd û şoreşgerên cîhanê jî di nav vê şerê berxwedaniyê de berdelên bêhempa dan û didin. Gelek kes ji mala xwe, ji gund û ernigariya xwe dûr man. Ketin di nav kolana bajarên biyanî, ji welatê xwe dûr man.  Lê ev tekoşîn, ne tekoşîneke ji bo zeviyek, an jî xaniyek were dayîn e, ji bo xwedîbûna berjewendiyek jî nîne.
Yên ku dixwazin tevgerê Kurd wekî ku tevgereke dev ji tekoşîne diterkîne binav bikin, bila bizanibin ku, Tevgera Kurd ew hişmendiyê de ye ku, ev muzakere jî merhaleyeke tekoşînê ye.
Tekoşîna azadiyê, êdî ji bo Kurdan bûye kesayetiya wan bixwe... Carek destpê kiriyê, lê dawibûna wê nîn e. Yanî şerê azadiyê şereke wisaye ku, ji cihkî destpê dike, bi hişmendiyek destpê dike, bi rêvebertiyek destpê dike, bi fikrek dest pê dike, lê gava ku destpêkir û li ser koka xwe bilind bû jî, êdî tu car bidawî nabe. Ji ber wê jî êdî ew hişmendî, di nav civaka Kurdan de wek bêhnek, wek avê jiyanê, wek pîvana zindîmayînê cih girtiye.