Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) sepandinên baca gumrukê ku li dijî Çînê amade kir, xiste meriyetê. Ji alî pisporan ve şîroveya “Di navbera her du welatan de şerê bazirganiyê dest pê kir.” tê kirin.

DYE’yê ji sedî 25 baca gumrukê danî ser hawirdeya ji 34 milyar dolarî ya ji Çînê. Ev sepandin roja înê kete meriyetê. 818 berhemên ji Çînê ketin ber baca gumrukê ya DYE’yê. Otomobîl, parçeyên balafiran û hard dîskên kompûteran çend ji van e. Telefonên mobîl û televîzyon neketin ber vê tedbîra bacê.

Derbek jî ji Çînê

Bi sepandina baca gumrukê ya DYE re heman rojê li Çînê jî rêjeyeke nû ya bacê li ser berhemên ji DYE, hate danîn. 545 berhemên Emerîkî ketin ber baca zêdekirî ya gumrukê. Di nava van de berhemên çandinî mîna soya ku bazara Çînê gelekî pê ve girêdayî ye, berhemên sektora otomobîlan û hin ji berhemên deryayî hene.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN