Di çarçoveya Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê de, şervanên QSD`ê Navenda Firqeya 17 a leşkerî û Kargeha Şekir ku 1 km li bakurê bajarê Reqayê dikeve, di 8`ê Hizêranê de rizgar kirin.

Her wiha şervanên QSD`ê pêr bi şev ji aliyê rojhilat û rojavayê Reqayê ve berê xwe dan çeperên çeteyên DAIŞ`ê. Di navbera şervan û çeteyên DAIŞ`ê de şerekî giran rûda û heyanî saetên doh serê sibehê berdewam kir. Di encamê de şervan ji aliyê rojhilat ve ketin taxa Sînaea û ji aliyê rojava jî ketin taxa Hitîn. Şer li her du taxan bi dijwarî didome.

Fermandarên QSD’ê diyar kirin ku di şer de heta niha herî kêm 23 çete hatine kuştin û termê 16 çeteyan tevî hinek çek û cebilxaneya li ser wan, ketine destê şervanan.

Li aliye din jî di encama xebata lêgerîna şervanan a li taxa Romaniyê roket avêjek B-7, çekek BKC û 400 fişekên wê, çeka Law a artêşa Tirk, 20 hawanên 120 mm, 6 kalaşnîkof û depoyek tije çek û cebilxane ketiye destê şervanan. 



 REQA