Tirkiyê bi serokatiya R.T.Erdoğan, li dijî Kurdan şerê xwe yê dawî îlan kir. Ev dora hefteyekê ye li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê li dijî gerîlayên Kurd bi sedan operasyon û êrîşên leşkerî pêk hatin û li Bakur û li bajarên rojavayê Tirkiyê dora hezar aktîvîstên HDP’ê hatin binçavkirin. Erdogan û qaşo serokwezîr Ahmet Davutoglu her serê saetekê bi rêya çapemeniyê li dijî parlamenterên HDP’ê tehdîdan dibarînin. Şer û pevçûn gur bûn û di nava çend rojan de bi dehan însanan jiyana xwe ji dest da.

Serokdewletê Tirk R.T.Erdogan bi diziyên xwe, bi piştgiriya xwe ya bi DAÎŞ’ê re û ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî serûbinîkirina saziyên dewletê ve heta qirika xwe ketiye nava sûcan. Êdî herkes dibîne ku Erdogan ji bo xelasiya xwe şer gur dike û xelkên li Tirkiyê davêje nava êgir. Armanca wî bi gurkirina şer re dervehiştina HDP’ê ji parlamentoyê û bi desthilatdariya AKP’ê pêkanîna pergaleke qaşo ‘serokatiyê’ ku tu kes nikanibe wî ji ber sûcên wî derêxe ber dadê û wek sultanekî despotîzma xwe bi rê ve bibe... 

Ji ber ku rûreşî û zilmkariya Erdogan û AKP’ê deşîfre bûye, ew jî niha hewldidin ku polîtîkayên xwe yên dijkurd, bi navê tevlîbûna koalîsyona navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê, bi rê ve bibin... 

Erdogan gorî aqlê xwe qurnaziyê dike û difikire ku bi vekirina baregeha Încîrlîkê, ji bo hezên hewayî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ewê dengê wan li hember êrîşên li dijî Kurdan bibirin. Eger mirov bertekên dewletên rojavayî, gorî  çapemeniya Tirk bibîne, belkî bibêje; Erdogan gîhiştiye armanca xwe. Ji ber ku çapemeniyê daxuyaniyên kilasîk û vegotinên wek “mafê Tirkiyê heyê, êrîş bibe li ser PKK’ê!” derxistin pêş.

Çapemeniya Tirk şerê psîkolojîk gurrtir dike. Bi manşetên mezin îdia dikin ku hêzên serdest li gel helwesta Tirkiyê ne û him di şerê li dijî PKK’ê û him jî dagirtina navbera kantonên Kobanê û Efrînê ji hêla hêzên girêdayî Tirkiyê ve, qebûl dikin...

Helbet sîstema serdestan piragmatîk e û tenê gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Nirxên mirovahî hatine binpêkirin, an bi hezaran însan hatine kuştin; qet ne xema wan e. 

Lê him daxuyaniyên berdevkê NATO’yê, him yên dewletên rojavayî û him jî nûçeyên çapemeniya navneteweyî nîşan dide ku, herkes dibîne; niyeta Tirkiyê ne têkbirina DAÎŞ’ê ye, berovajî jiholêrakirina PKK’ê û destketiyên Kurdan e. Armanca Tirkiye ya bi serokatiya Erdogan, a bi vî şerî û operasyonan, bihêzkirina destê DAÎŞ’ê li dijî Kurdan, têkbirin û lawazkirina destketiyên Kurdan û pêşîgirtina statûyekî siyasî yê Kurdan e.

Tiştê tê jibîrkirin ew e ku hikûmetên Tirk ên li hemberî Kurdan polîtîkaya şer bi rê ve birine, gişt têk çûne. 

Eger rewş û mercên îro yên li her çar parçeyên Kurdistanê, yên li Rojhilata Navîn û elaqeya hezên dewletên rojavayî, bi hev re were nirxandin; wê çaxê mirov dikane bêje; ku ev şerê dawî yê dewleta Tirk a dijkurd e.

Rayedarên Amerîkî û yên Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyên xwe de bi aşkere tînîn ziman, ku şer were sekinandin û pêvajoya çareseriyê bê berdewamkirin. Armanc ne têkbirina PKK’ê, berovajî têkbirina DAÎŞ’ê ye. Ji xwe ji sedî 70’ê yê civaka Tirkiyê jî dixwaze pêvajo ji nû ve bê dest pêkirin. Li gel vê yekê anketên dawî nîşan didin, ku piraniya xelkê Tirkiyê li Rojava dixwaze li şûna DAÎŞ’ê, bi PYD û Kurdan re bibin cîran. 

Yanî ne raya giştî ya cîhanî, ne raya giştî ya Tirkiyê û ne jî Kurd mîna Erdogan û rêxistina wî ya şerxwaz difikirin. Ew bi awayekî har û çavsor him dawiya jiyana xwe ya siyasî, him jî dawiya rejîma Tirk a dijkurd tînin. Helbet kes û komên Kurd ên ku qedera xwe bi Erdogan û çeteya wî ve girêdayine jî, temenê xwe yî siyasî bi wan re tune dikin.

Bi kurt û kurmancî; heq riya xwe dibîne û Kurd serdikevin...