Tabloya Pablo Picasso ya bi navê Serê Harlequin li Romanyayê hat dîtin. Ev tablo beriya bi 6 salan ji muzexaneya li bajarê Holandayê Rotterdamê hatibû dizîn.
Polêsên Romanyayê tabloya ku buhaya 800 hezar Euro ye, li nav daristanê di bin axê de nixumandî dît û ew ji bin axê der xist. Li gor polîsên Romanyayê, ligel vê tabloyê şeş tabloyên din jî hatine dîtin û di rojên pêş de li ser orjînaliya wan wê analîz bên kirin.
Hatibû îdîakirin ku kesê bi navê Radu Dogaru ev tablo dizîne, lê wî jî gotibû, diya wî ji bo ev sûcdarîkirin ji holê rabin, tabloyên behsa wan tê kirin, şewitandine. Lê niha li qeraxa rêya bajarê Tulçaya, tablo hatin dîtin. Ev der 15 kîlometreyan nêzî mala Dogaru ye. Li ser giliyekî polês ew der kola û ew tablo plastîk li wan pêçayî, dîtin. Kuratorê berê yê Koleksiyona Triton Peten van Bereven ji bo televîzyona hollandî NOS’ê got, der barê tabloyê de hê gelek şik hene.
Ji ber diziyê sala 2014’an, Radu Dogaru û diya wî Olga jî di navê de şeş kes hatibûn girtin û di navbera 2-6 salan de cezayê hepsê li wan hatibû birrîn.
NAVENDA NÛÇEYAN