
Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan: "Her kesên dixwazin şer bisekinînin divê vê baş zanibin: Ev şer ji aliyê Erdogan ve hat destpêkirin. Erdogan ji bo 400 parlamenteran werbigire, vî şerî dimeşîne."
Karayilan der barê îdîayên rayedarên dewletê yên dibêjin, 'PKK'ê pêvajoya çareseriyê bi kar anî û çek li herêmê bi cih kir' de ev nirxandin kir: "Tiştekî bi vî rengî nîne. Em heta dawiyê bi samîmî nêzî pêvajoya çareseriyê bûn. Lê belê me bersiva wê nedît. Eger ji aliyê Serok Apo ve di destpêka sala 2013'an de pêvajoya çareseriyê nehatibûya destpêkirin, şerê mezin wê hingî destpê bikira. Ji 19'ê Hezîrana 2012'an û vir ve ji sedî 80 ê cografya Colemêrgê di bin kontrola gerîla de ye. Lê belê hikûmeta AKP'ê û rayedarên dewletê bi israr, rastiyan ji raya giştî vedişêre. Mînak; ji bo şerê li Oremarê, di çapemeniyê de weke kemîn an jî 'xefika bi xayintî' hat nîşandan. Halbûkî li wê derê 5 rojan şerekî dijwar qewimî. Lê belê, ji ber ku rastî ji raya giştî hat veşartin, mîna ku tenê teqînekê rû daye, hat nîşandan."
'YDG-H tevgereke qanûnî bû'
Li ser mijara têkiliya YDG-H bi PKK'ê re Karayilan ev xal destnîşan kir: "YDG-H, rêxistinbûyîneke ciwanane ku li ser zemîna qanûnî-demokratîk hat avakirin. Bi bandora tevgera me xwe bi rêxistin kiriye. Lê şaş e ku ji bo her endamên vê tevgerê re bêjin 'PKK'yî ye' yan jî 'YDG-H û PKK yek in'. YDG-H rêxistinbûyîneke girseyî û berfireh a xwe dispart qanûna bû, lê hikûmetê ew îllegal kir. Gelekî bi ser de çû. Dema endamên vê tevgerê hatin girtin, ji endametiya rêxistinê hatin darizandin û ceza li wan hat birîn. Li nava kolanan endamên wê hatin înfazkirin. Li ser vê yekê ciwanan hewl dan xwe bi hin şêweyan biparêzin û serî awayekî nîvî serî li rêbazên çekdarî dan. Vê rêxistinbûyînê, di pêvajoya berxwedana Kobanê de, di bûyerên 6-7-8'ê Cotmehê de roleke girîng lîst. Li hemberî êrîşên polîsan ji xwe re rêbazeke parastinê dîtin. Êrîşên hatin meşandin ne tenê li hemberî gerîla bû, di heman demê de êrîşên li hemberî rêxistinbûyîna ciwanan bûn. Ciwanan li hemberî vê yekê careke din ketin rewşa parastinê û li hin cihan nehiştin polîs bikevin taxên wan."
'YDG-H xwedî îtîbareke cidî ye'
Karayilan da xuyakirin ku di rewşa heyî de YDG-H weke vînekê xwe nîşan da û got, "Hem bi me, hem bi dewletê hem jî bi civakê xwe da qebûlkirin. Îro YDG-H di nava civakê de xwedî îtibareke cidî ye. Ev yek ne bi biyara me ne jî bi biryara rêxistineke din çêbûye. Pêvajoya rû da, rewşeke bi vî rengî derxist holê. Eger timî serî li şîdet û zextê were dayîn, encam wê ev be. Di nava YDG-H ku mirov dikarin weke 'nîv çekdar' pênase bikin, kadroyê çiyê nîne. Ji ciwanên xwendekar, esnaf, gundî û karkeran pêk tê."
Karayilan da zanîn ku ji vê saetê û şûn ve, mîna ku tiştek nebûye kirina banga 'vegerin mala xwe' ya li ciwanan, derbas bûye û got, "Eger li holê projeyek tinebe, lihevkirinek tinebe, garantina 'êdî polîs wê êrîş neke' tinebe, mafê kesî nîne ku banga 'vegerin mala xwe' li ciwanan bike. Wekî din, ev berxwedan êdî bûye xwedî formasyoneke siyasî-civakî."
'Mercên bidawîkiran berxwedanê nîne'
Ji bo pirsa ku hevdîtinên dewletê bi Rêberê Gelê Kurd re didomin û eger Ocalan bêje 'şer bisekinîne' wê PKK helwesteke çawa bişopîne?" Karayilan wiha got: Di vê mijarê de ti agahiyeke ji me re hatiye dayîn nîne. Eger Rêberê me, li gorî tiştê we got axivî be û bersivek bi wî rengî da be, hingî ya rast kiriye. Ji ber ku şert û mercên ku Rêber Apo rabe bêje 'pêvajoya berxwedanê bisekinînin' niha nîne. Rêberê me bi taybetî di nava du sal û nîvên dawî de kedeke mezin da. Lê belê Erdogan hemû ji holê rakir, zemînek ji bo pêngavê nehişt. Tevî vê yekê jî xuyaye zextê li Rêberê me dike û Rêberê me jî li hemberî vê li ber xwe dide. Di vê mijarê de xusûseke din jî ew e ku Rêberê Apo, ancax li ser projeyekê mutabaqat hebe dikare bangê bike. Naxwe, bêguman Rêberek ti carî xwe naxe pozîsyoneke ku rewşa xwe bide nîqaşkirin.
'Agirbest dualî dibe'
Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karaylan bal kişand bangên gelek derdoran ên ji bo agirbestê û got, "Di vê mijarê de gelek derdor û mirovên hêja banga agirbestê dikin. Herî dawî Hevserokên HDP'ê û nûnerên wan, bangên girîng kirin. Em van hemûyan gelekî hêja dibînin û tevlî cewhera wan dibin. Hin derdor ji me dixwazin ku agirbesteke yekalî ragihînin. Lê belê helwesteke gelekî tund, şerxwaz û êrîşkar tê nîşandan. Li hemberî van êrîşan em mafê xwe yê parastinê bi kar tînin. Berxwedana em dimeşînin berxwedana parastinê ye. Rewşa berevajî vê wê bibe teslîmiyet û ev jî li rûmeta mirovahiyê, li doza azadiyê nayê. Di çarçoveya vê rastiyê de agirbestek pêkane. Qendîl hemû bangên tên kirin, dibihîze, lê belê ji bo agirbest pêk were, divê helwesteke dualî hebe. Pratîkên dema bihurî nîşanî me daye ku bi agirbestên yekalî re encam bi dest nakeve."
'Erdogan vî şerî dimeşîne'
Karayilan ji bo derdorên dixwazin vî şerî bisekinînin wiha axivî: "Yê ev şer da destpêkirin Erdogan e. Rast ; hin derdorên nava dewletê yên xwedî meyla înkar û tinekirinê jî tevlî vê tifaqê bû, lê belê ji aliyê esasî ve Erdogan vî şerî ji bo 400 parlamenteran dimeşîne. Dema dît ku di nava şert û mercên asayî de nikare bi dest bixe, dixwaze bi şer re hemû hevsengiyan ser û bin bike û di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi ser bikeve. Lewma aliyek heye ku dixwaze vî şerî bidomîne. Pêwîste israr were kirin ku desthilatdarî vê helwesta xwe biguherîne. Yanî eger helwesta 'tu bi şer re nikare encamê bi dest bixe' bibîne, dibe ku dest ji vê berde. Ji ber vê yekê pêwîste civaka Tirkiyeyê û hêzên alîgirê aştî û demokrasiyê dengê xwe bilind bikin û hîn bêhtir nerazîbûnê nîşanî êrîşkariya AKP'ê bidin."
Karayilan da xuyakirin ku ew jî, AKP jî baş dizanin ku di van şert û mercan de hilbijartin pêk nayê û got, "AKP timî anketan dike. Eger tespît bike ku wê di hilbijartinê de encameke li gorî dilê xwe bi dest nebixe, hingî wê vê rewşa şer ji bo taloqkirina hilbijartinê bike hincet. Ev xusûseke di rojevê de ye. Ji ber vê yekê wê bixwaze şer bidomîne. Biryar AKP'ê ew e ku heta 1'ê Mijdarê şer bidomîne."
'Bi derewan civakê dixapînin'
Karayilan di dewama axaftina xwe de got, "Erdogan derdikeve televîzyonan û dibêje 'Me 2 hezar kes kuştin'. Ev hemû derew in. Yanî ne di êrîşên xwe yên hewayî, ne jî di yê bejahî de heta niha me windahiyeke ewçend giran nedane. Di êrîşan de hin windahiyên me çêbûn, hevrêyên me yên giranbuha şehîd ketin, lê belê li gorî berfirehiya ewqas êrîşan, windahiyên ji aliyê me ve hatine dayîn, ne zêde ne. Derewan dikin, dezenformasyonan diafirînin. Ev hemû hewldan ji bo avakirina bingeha şer heta 1'ê Mijdarê ye."
ANF/BEHDÎNAN