Dewleta Tirk amadekariyên xwe yên şerê li hemberî Bakurê Sûrî û Rojava didomîne. Ev demek e ku bi hezaran leşkerî dibin ser sînor. Her wiha li Idlibê tevlîhevî çêkirin, El-Nusra êrişî komên din kir û van koman hemûyan berê xwe da Bakurê Sûrî û Efrînê. Tirkiyeyê ji bo ku bike ev kom êrişî Kurdan bide kirin, ev şerê li Idlîbê organîze kir. Wer xuya ye ku ji bilî êrişê ti çareya dewleta Tirk tineye.

Lê ji bo vê êrişê ev demek e ku dîplomasiyê dikin. Ji ber ku Tirkiye êdî nikare hem bi Emerîka û hem jî bi Rûsyayê re her hevkariya xwe ya li Sûrî bidomîne. Tirkiye endamê NATO´yê ye û wê weke parçeyekî NATO´yê li Sûrî tevbigere. Ji bo ku Rûsyayê îqna bikin, çûn Moskovê. Lê rayedarên Rûs li benda hevdîtina Tirkan û heyeta Emerîkî man. Ev hevdîtin doh ango 8´ê Çile pêk hat.

Erdogan piştî hevdîtinê daxuyaniyên balkêş dan. Ji ber ku heyeta Emerîkî di hevdîtina li Enqerê de hin tiştên din dan pêşiya dewleta Tirk. Li gorî çavkaniyan heyeta Emerîkî ji Tirkiyeyê xwest ku li hemberî Îranê helwêsteke zelal dayne. Her wiha têkiliyên bi Rûsya re bîne asta qutkirinê û hemû tevgerên xwe yên li Sûrî bi Emerîkayê re senkronîze bike. Ew daxuyaniyên ku dibêjin, “bila Kurdan nekujin” hemû propaganda ne. Rayedarên Emerîkî naxwazin bi awayekî eşkere bibin şirîkê kuştina Kurdan. Ji ber nerazîbûna raya giştî van tiştan dibêjin. Lê ya rastîn, derdê wan ne Kurd in. Tişta ku ew û Tirk jî li serê li hev nakin, ne mesela kuştina Kurdan e. Li aliyekî destûra dagirkeriyê didin, li aliyê din dibêjin, “Kurdan nekujin.” Dagirkerî bê qetilkirin nabe!

Bala xwe bidinê, Emerîkî bi awayekî eşkere û zelal ji Tirkiyeyê re nabêjin, “êrişî Bakurê Sûrî neke. Ji ber ku li wir DAIŞ tineye.” Berovajî Emerîkî dibêjin, “em Tirkiyeyê fam dikin û dixwazin bi hev re kar bikin.” Ev yek dide xuyakirin ku Emerîka êdî li Sûrî dixwaze planên xwe bi Tirkiyeyê re bide meşandin. Lê belê ev yek ji bo Tirkiyeyê ne hêsan e. Heger Tirkiye vê yekê bike, lazim e hin tiştan bide ber çavan. Dema ku Tirkiye pişta xwe bide Emerîkayê, lazim e bi Rûsyayê re têkiliya xwe qut bike. Ev jî tê wê maneyê ku êdî li Rojavayê Firatê, li Efrînê nikare xwe biparêze.

Lê ya herî girîng, biryar û helwêsta gelê Kurd û hêzên Bakurê Sûrî ye. Pêwîst e ku ev nîqaşên rojane yên di navbera Enqere û Washingtonê de kesî nexapînin.

Tirkiyeyê hemû hesabên xwe yên stratejîk li ser têkbirina Kurdan çêkirine. Ji ber vê sedemê, nikarin bi paş ve gavê bavêjin. Lê belê, êriş jî ji bo wan ne hêsan e. Stratejiya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan, stratejiyeke windakirî ye û wê têk biçe. Ji ber ku pêşî girtina li Kurdan wisa ne hêsan e. Berxwedana Kurdan û hêzên demokratîk dikare êrişkariya dewleta dagirker têk bibe. Ev têk birin, wê rengê bi dehan salên pêşiya me diyar bike. Armanca dewleta Tirk ew e ku bi şerekî mezin û dijwar Kurdan teslîm bigire û sîstema dagirkeriyê li ser wan bide ferzkirin. Bêguman ev êriş û şer Kurdan diêşîne û wê biêşîne. Heta ku dagirkerî neyê şikandin ev yek wê dewam bike. Heger li pêşiya dewleta Tirk ji bilî şerî ti alternatîf nebe, li pêşiya Kurdan jî ji bilî berxwedanê ti alternatîf nîne.

Tiştên ku van rojan diqewimin elametên şerekî mezin in. Û ev şer li ber derî ye. Jixwe, li ser axa Kurdistanê êriş û şer heye. Lê tişta em behsa wê dikin, şerekî mezintir e. Yê ku sedema vî şerî ye jî dagirkeriya Tirk e. Kesên şer naxwazin jî lazim e beriya her tiştî li dijî dagirkeriyê bikevin nava hewldanan.

Hewldanên siyasî û dîplomatîk bêguman gelek girîng in. Lê pêwîst e civaka Kurd hemû jiyana xwe li gorî vî şerî bi rêxistin bike. Amadekarî û rêxistinbuyîneke xurt dikare vî şerî bike şerê dawî yê dagirkeriyê û serketineke sedsalê bi xwe re bîne.