AKP´ê hemû îmkanên dewleta Tirk xistine xizmeta siyaseta jiholêrakirina Gelê Kurd. Li Bakur û Rojava hemleya şerê wêrankirin û qirkirinê bi dijwarî dimeşîne. Li ser asta navnetewî têkilyên xwe yên siyasî û aborî li ser bingeha têkbirina doza Kurd saz dike. AKP niha hewl dide Kurdan 100 salên din bindest bihêle. Armanca wê ew e ku hêviyên azadî û xelasiyê li cem gelê Kurd bi temamî têk herin û jiyan li Kurdan bibe dojeh, da ku nikaribin, ji ber şerê dewleta Tirk li Kurdistanê, çavên xwe vekin an jî bîhna xwe bînin ber xwe. 

Li dijî îradeya azad a Kurdan li Bakur û vîna xweseriyê, AKP´ê biryara şerê giştî da. Teror meşand da ku rê li ber xurtbûna HDP´ê bigre. Di hilbijartinan de gelê Kurd nasnama xwe û forma xweseriyê tercîh kir. Wilayetên Kurdistanê bi tevahî ji destê AKP´ê/Dewleta tirk derketin. AKP û dewlet bi giştî li Bakurê Kurdistana li petaxê ketin. Ti hebûna wan ji bilî artêşê û polîsan nema. Nexşeya Bakur bi rengê HDP´ê rengîn bû. Erdogan qels bû û têk çû. Ji ber hindê wî biryara şerê giştî, kuştina Kurdan û wêrankirina Kurdistanê, da. 

Niha ev çend meh in ku li Amed, Cizîr û Mêrdînê şerê herî qirêj ê çeteyên AKP´ê dimeşînin. Armanca vî şerî têkbirina hêviyên azadî û xweseriyê ye. Beravêtina îradeya têkoşînê û morala ji şoreşa Rojava ye. AKP dixwaze careke din Bakur bike gola xwînê û kurdekî mirî yê dûvik saz bike. Konsepta kuştina kKurdê azad û berzkirina Kurdê ajan û dûvik niha li dar e. 

Li Rojava jî AKPê çeteyên DAIŞ´ê û El Nûsra li gel komên din li dijî şoreşa gelê Rojava destek kir. Bi hemû hêza xwe hewl da Rojava têk bibe û bi riya çeteyan jiyanê li Kurdan bike dojeh. AKP ji serkeftina YPG´ê, azadkirina Kobanê û lihevkirina Kurd û Ereban bê zar e, loma bi hemû hêza xwe, bi destê çeteyan, her weha bi şêweyekî yekser, êrîşî Kurdan dike. AKP bi riya çeteyan komkujiyan li dijî gelê sivîl dike. Li Kobanê, Til Abyed û herî dawî li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, AKP´ê komkujî kir. 

Di warê siyasî de jî Muxalefeta nijadperest ya bi navê "Îtîlaf" li dijî Rojava dide xebitandin. Heta radeyeke mezin di çêkirina cerdevanên siyasî yên Kurd li dijî PYD û YPG´ê de bi serket. AKP bi riya ENKS´ê ji nava Kurdan çete û cerdevan li dijî Rojava saz kirin. Niha ENKS di warê siyasî de bûye şûrê AKP´ê û çeteyên wê. ENKS bi daxuyaniyan YPG´ê qels û sûcdar dike û pişta DAIŞ´ê û El Nûsra xurt dike. Bê guman AKP di vî warî de destekê ji PDK´ê digire. PDK ya ku ev serê 5 salan e ku bi hemû îmkanên xwe yên aborî û ragihandinê şerê Şoreşa Rojava dike. 

Berxwedana Kurdan li dijî AKP/Dewleta Tirk divê li gorî dijwariya vî şerî be. Divê AKP bersiva van hemû komkujiyan bibîne. Niha AKP di warê aborî û diplomasî de tengav e. Loma divê sûd ji vê qelsiya AKP were dîtin û Kurd û tevgera xwe bi hemû hêza xwe tekoşîna jiholrakirina AKP bikin. Divê sûd ji nakokiyên hêzên derve yên bi AKP´ê re were girtin. Divê kezeba AKP´ê bişewite, wek çawa ku wê ya Kurdan şewitandiye. Li Rojava jî divê yekîtiya Kurd û Ereban di nava xweseriyê û hêzên QSD´ê de were xurtkirin. Divê helwesteke xurt li hember hevkar û peyayên AKP´ê yên bi navê ENKS´ê were nîşandan. Divê ti derfet ji bo van casûs û hevkarên AKP´ê neyê dayîn ku Rojava ji hundir ve xera bikin. Şerê Kurdan û AKP´ê wê bi têkbirina aliyekî bi dawî bibe. AKP ya hewl dide ku Kurdan dîsa 100 salan bindest bihêle, divê ji holê bê rakirin û dewrî çopa dîrokê bibe. Bi vî şêweyî hemû cîhan ji vê rêxisitina hevala çeteyan û dijmina azadiya raman û çapemeniyê xelas dibe. Xetera derketina Hîtlerekî din jî ji holê tê rakirin...