Kordînasyona Giştî ya YPS’ê li ser rewşa dawî ya li Nisêbîna berxwedêr daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku roja 7’ê Gulanê saet di 12:00´an de li aliyê Weysîka ya taxa Koçeran balafireke keşfê ya bi tîpa Drone hatiye xistin û ev balafir di destê hêzên wan de ye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, “Roja 7’ê Gulanê piştî nîvro, li aliyê Weysîka yê taxa Koçera, 3 çeteyên xwestin bikevin avahiyekê bûn hedefa yekîneyên me. Di encamê de her sê çete hatin kuştin. Bomberdûmana li aliyê Weysîka bi dijwarî dewam dike.”


Li Şirnexê şer giran e

Li Şirnexê, berxwedana xwerêveberiyê ya li hemberî terora dewleta Tirk, di roja 56´an de ye. Piştî şerê pêr bi şev ê li bajêr, hêzên rejîma Tirk danê sibehê top û obus avêtin taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevlerê.

Li dû vê bomberdûmana ku bi qasî saetekê dewam kir, şerekî dijwar destpê kir. Şer li taxên Bahçelîevler, Yenî û Îsmetpaşa giran e. Hêzên dewleta Tirk hewl didin bi êrîşa bi çekên giran bikevin nava taxan. Hêzên YPS/YPS Jinê jî bi çekên ferdî bersivê didin û nahêlin hêzên rejîmê bi pêş de biçin. Liv û tevgera ambûlans û helîkopteran a li bajêr jî dewam dike.


TŞYG´ê li Giresunê xist

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan  (TŞYG) da zanîn  ku bi armanca bersivdayîna sûcên AKP’ê yên li Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever û Şirnexê li dijî gelê Kurd, milîtanên wan li Gîresûnê çalakiyek pêk anîye. Li ser çalakyê daxuyanî wweha ye: “Ev çalakî ji bo bîranîna Denîz Gezmîşan û Azad Sîseran pêk hatiye. Roja 6’ê Gulanê piştî nîvro saet di 16:30 de, li hemberî Qereqola Jendermeyan a Bajarokê Çaldag ê Gîresûnê, milîtanên me çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de fermandarê Qereqolê hedef hatiye girtin. Her weha li nîzamiya qereqolê hatiye xistin û li vir 3 jenderme hatine kuştin. Di çalakiyê de ku derb li gelek maşînan hat xistin, fermandarê Qereqolê bi giranî birîndar bû û piştre mir.”

TŞYG´ê bang li ciwanên Tirkiyeyê kir ku li dijî  faşîzmê, di bin Fermandariya Hevpar a TŞYG de bicivin û tevlî têkoşîna berxwedanê bibin.