Ednan Efrîn:Pêvajoya me ya nû têkoşîna li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê ye.A duyemîn jî divê hemû dewletên cîhanê vê erkê bigirin ser milê xwe. Ji ber çeteyên ku ji welatê wan hatine Sûriyê, dikarin vegerin cihê xwe û planên xwe li dewletên xwe pêk bînin.

DIYAR EHMO/HOGIR NEÇAR / ANF/ DÊRA ZOR

Yek ji fermandarên pêngava Bagera Cizîrê Ednan Efrîn, têkildarî teqîna ku pêr li gundê Şihêl ê Dêra Zorê pêk hat û rewşa dawî a pêngavê de peyivî.

Fermandar Ednan Efrîn diyar kir ku hêzên wan ji destpêka pêngavê ve ji bo derxistina sivîlan ji Baxozê û parastina wan korîdorên ewle vekirine û got:”Çete derketina sivîlan asteng dikin û wan bi çek û mayinan dikin hedef.Yekîneyên me yên taybet di rojên dawî de bi hezaran sivîl rizgar kirine û ew birine herêmên ewle.Piştî herêm ji sivîlan were valakirin em ê şerê dawî dest pê bikin da ku hebûna dagirkeriya çeteyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bikin.”

Ednan Efrîn der barê çeteyên ku di rojên dawî de hatine girtin de jî got: “Hejmarek çeteyên Ereb û Ewrupî birîndar bûne. Ev çete êdî nikarin şer bikin. Çeteyan hewl da di nava sivîlan de bi cilên sivîlan derkevin. Lê şervanan ew nas kirin û girtin.”

Tu lihevkirin çênebûne

Hin dezgehên çapemeniyê nûçe belav kiribûn û tê de gotibûn QSD’ê 150 çeteyên DAIŞ‘ê ku di nav wan de 13 Fransî ne, di encamê lihevkirinekê de radestî artêşa Iraqê kirine. Fermandar Ednan Efrîn ev nûçe derewandin û got: “Di navbera hêzên me û artêşa Iraqê de tu lihevkirin çênebûne ku çeteyên DAIŞ‘ê radestî wan werin kirin. Mijarek bi vî rengî heta niha nehatiya nîqaşkirin jî. Heger tiştek wisa hebe wê bi awayekî fermî ji aliyê Buroya Têkiliyên Leşkerî ya QSD‘ê ve pêk were.”

Armanca teqîna li Şihêlê

Fermandar Ednan Efrîn li ser teqîna ku pêr li gundê Şihêl ê Dêrazorê bi wesayîteke bombebarkirî pêk hatibû û di encamê de 15 sivîl hatin qetilkirin de jî got: “Kesên ku bi îdeolojiya çeteyan bawer kirine pir in û bi awayekî veşartî êrişan di nava sivîlan de pêk tînin. Armanca sereke ya teqîna li Şihêlê ew bû ku zexta leşkerî ya li ser DAIŞ‘ê sivik bike.”

Têkoşîna li dijî hucreyên DAÎŞ´ê

Fermandarê pêngava Bagera Cizîrê Ednan Efrînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî têkçûna DAIŞ‘ê di aliyê erdnîgarî de wê derbasî pêvajoyeke nû bibin û wiha axivî: “Pêvajoya me ya nû têkoşîna li dijî hucreyên veşartî yên DAIŞ‘ê ye. Gelek hucreyên veşartî hene ku çeteyên bi nasnameyên cuda di nav de ne û planên terorîstan pêk tînin. Erka tunekirina hucreyên veşartî ne tenê ji QSD‘ê tê xwestin, di heman demê de ji şêniyan jî tê xwestin. Pêwîst e şênî jî bi agahiyan destekê bidin QSD’ê. A duyemîn jî divê hemû dewletên cîhanê vê erkê bigirin ser milê xwe. Ji ber ku çeteyên ku ji welatê wan hatine Sûriyê, dikarin vegerin cihê xwe û planên xwe li dewletên xwe pêk bînin.”