Hêzên rêjîma Baas´ê hewl dan têkevin taxa Şêxmeqsûd û di encama bersivdayîna şervanên YPG᾿ê de şer rû dan. Di şer û pevçûnan de 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku li gundê Bênê yê Şêrawa ya bajarê Efrînê di navbera hêzên YPG'ê û komên çekdar de şer derket. Her wiha li bajarê Hesekê jî di navbera  Artêşa Azad û rejîma Baasê de şer derket.

Çavkaniyekî  ji Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku hêzên rejîma Baasê yên ku dixwestin têkevin taxa Şêxmeqsûd a Helebê rastî berxwedana YPG᾿ê hatin. Heman çavkanî destnîşan kir ku hêzên rejîma Baasê ji aliyê Mexselet El-Cezîre ya Şêxmeqsûd Xerbî û devera El-Ewarid ya Şêxmeqsûd Şerqî re ev demeke hewl didin ku têkevin taxê û herî dawî doh di saetên êvarê de dema ku hewl dan têkevin taxa Şêxmeqsûd şer derket. Di encama  bersivdayîna YPG᾿ê  de  4 leşkerên hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Her wiha li hin deverên Şêxmeqsûd di navbera şervanên YPG’ê û leşkerên dagirker de car caran şer derdikeve.


Şerê li Efrînê dijwar dibe
Yek ji cihê ku şer lê dijwar bûye, gundê Bênê ya Efrînê ye. Li derdora gund di navbera şervanên YPG’ê û komên çete yên xwestin têkevin gund de şer derket. Hat ragihandin ku şer dijwar bûye û der barê encama şer de agahiyên zelal nayên zanîn. Di 25'ê Gulanê de komên çete êrîşî Şêrawa û gundên Ziyaret, Aqîbê, Basilê, Meereskê û Bênê yên Efrînê kiribûn û di şer de 80 endamên komên çete hatibûn kuştin.

Li Hesekê pevçûn

Her wiha hat ragihand ku li ser çerxeriya dawî ya li taxa Elneşwa Elxerbiyê ya bajarê Hesekê di navbera Artêşa Azad û rejîma Baasê de pevçûn derket. Hat ragihandin ku hêzên rêjîmê bi balafiran qada şer bombebaran dike. 

HELEB/EFRÎN/HESEKÊ