Dema agirbestê ya ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo 3 rojên Cejna Ramazanê îlan kiribû qediya. Li dij çeteyên ku di cejnê de jî êrîşê xwe ranewestandin berxwedana YPG'ê berdewam dike.

Li gora nûçegiyanên ANHA’ê agahiyên ji herêman bidest xistine, duh Şêvadin li  gundê Yûsifiyê, Qîro, Tahûnê, Girhok  yê giridayê Gêrkê Legê şer derketine, ji aliyekî din li gundê Çêlekê yê giridayî Tirbesipiyê şer derketine û şervanek yê YPG’ê jiyana xwe ji dest daye. Di heman şeran de bi dehan endamên komên Dewleta Îslamî/ Cephet El Nusra hatine kuştin.
Li gora agahiyên nûçegiyanên ANHA’ên ji cih şer bidest xistine, duh Şêvadin li  gundên Tirbesipiyê, Gêrkêlegê, Girê Sipî’ê, Kobanê û Efrînê şerên dijwar hebûn.
GIRKÊ LEGÊ: Hat ragihandin li gundên Yûsifiyê, Qîro, benda kontrole ya Tahûnê, Girhok  yê giridayê Girkê Legê pêr bi şev heta duh serê sibê dinavbera YPG’ê û Dewleta Îslamî/ Cephet El Nusra şerên dijwar hebûn. Hat ragiyandin ku şerên herî dijwar li gundê Yusifiyê derketine, gelek kuştî û birîdar çêbûne. Lê di derbarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal bidest nehat xistin.   
TIRBESPIYÊ: Hat ragiyandin li gundê Çêlekê yê 24 km dikeve başûrê Tirbespiyê  komên Dewleta Îslam êrîşî çeperên YPG’ê kirine şerên dijwar rûdane. Hat zanîn şer qasî sê saetan domkiriye û gelek endamên çeteyan hatine kuştin. Li gora hinek çavkaniyan şervanê YPG jî di heman şerî de jiyana xwe ji dest daye. Heman çavkanî ragiyand ku komên çete xwe vekişandine gundê Taya û  Mazlûma.
EFRÎN: Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA’yê ji çavkaniyên herêmê girtine, komên çekdar duh di saatên nîvro de li gundê Basufanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê ku dikeve başûrê bajêr û li sînorê Helebê ye,êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê kiribûn. Li ser êrîşê hêzên YPG’ê jî bersiv da êrîşkaran û pevçûn derketin. Hate ragihandin di pevçûnan de 3 êrîşkar hatbû kuştin. Hate ragihandin ku komên çete yên ku li kelehe Semaan bicîh bûne û  bi topên hawanê avêtin gundê Basûfanê û şerên li heremê hêj didome.
GIRÊ SPÎ: Hate- zanîn êrişên komên çete yên Dewleta Îslamî/ Cephet El Nusra didomin. Hat hînbûn ku ji gundê Camis bi topên hawanan gundê Kendal bombe baran dikin. Her wiha li herêma Kobanê Zormexer, Qondîne, Dugurman, Qanaya şerên demî hebûn.
RIHA: Pevçûnên navbera şervanên YPG'ê û çeteyên El Nûsra de bi rojane dewam dikin û herî dawî Emrûllah Îbek ê 19 salî li Serêkaniya ser xetê bi fîşekên çeteyan birîndar bû. Ji ber ku êrîşên çeteyan ranewestiyan, YPG'ê da xuyakirin ku ew agirbesta bi wesîleya Cejna Remezanê betal dikin û li ser vê yekê pêr êvarê li Serêkaniyê pevçûnên dijwar rû dan. Di dema pevçûnan de Emrullah Îbek ê 19 salî yê li taxa Mevlana ya Serêkaniya ser xetê, birîndar bû. Hat ragihandin, fîşeka ji kozikên çeteyan ve hat avêtin li nêzî Îbek ketiye û ji ber parçeyên fîşekê û derdorê li rûyê wî û sînga wî ketiye, birîndar bûye. Îbek li Nexweşxaneya Dewletê ya li Serêkaniyê hat dermankirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN




Endamên Asayîşê sipartin axê

Cenazeyên endamên Asayîşê Nîdal Hisên û Ferhad Murad ên ku di encama êrîşa bombeyî ya li gundê Til Merûf a Tirbespiyê de jiyana xwe jidest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve hatin definkirin.
Cenazeyên endamên Asayîşê Nîdal Hisên û Ferhad Murad ên ku di encama êrîşa wesayîta bombebarkirî ya li dijî benda kontrolê ya Asayîşê li riya ketina gundê Til Merûf a bi ser Tirbespiyê de pêk hatibû jiyana xwe jidest dabûn, ji aliyê hezaran kesî ve li Goristana Şehîd Ebdulhemîd a li gundê Dugirê ya Tirbespiyê hatin definkirin.
Cenazeyê endamên Asayîşê Nîdal Hisên û Ferhad Murad ji Mizgefta Qasimo ya Qamişlo hatin wergirtin. Ji vir cenaze bi kerwanekî wesayîtan ber bi bajarê Tirbespiyê ve hat birêkirin. Di riya ketina Tirbespiyê de bi hezaran kes ji bo pêşwazîkirina kerwana cenazeyan hatibûn cem hev. Di pêşwaziya cenaze de welatiyan bê navber diruşmeyên dilsoziya bi YPG û Asayîşê re berzdikirin. Ji Tirbespiyê jî gelek wesayît tevli kerwanê bûn û ber bi gundê Til Merûf ve birê ketin. Gundiyên hemû gundên li ser rê derketibûn ser rê û bi diruşmeyan pêşwaziya kerwana cenazeyan ku ji sedan wesayîtan pêk dihat kirin.
Li gundê Til Merûf jî gundî li riya ketina bajêr pêşwaziya kerwana cenazayan kirin. Gundiyan bê navber diruşmeyên ‘‘Şehîd na mirin’’ berz dikirin. Piştî nêrîna dawî ya malbatan cenazeyên endamên Asayîşê bi kerwana wesayîtan ber bi Goristana Şehîd Ebdulhemîd a li gundê Dugir a Tirbespiyê ve hat oxirkirin. Li goristanê merasîma rêzgirtinê hat lidarxistin. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ehmed Ezîz axivî û diyar kir ku bi şopandina riya cangoriyan gelê Kurd dê bigihêje azadî û jiyana bi rumet. Merasîm bi xwendina peyama hêzên Asayîşê dom kir. Di peyamê de êrîşên komên çete li dijî herêmên Rojava hat şermezarkirin û soz hat dayîn ku hêzên Asayîşê dê riya şehîdên xwe bişopînin.
Di merasîmê de li ser navê malbata endamê Asayîşê Nîdal Hisên bavê wî Mihemed Hisên axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi berxwedana şehîdan wê bi serbikeve. Hisên da zanîn wî hîs dikir ku kurê wî dê Şehîd bikeve û wiha got: “Kurê min nîştiman perwer bû, fedakar bû û xwedî wijdan bû. Min hîs dikir ku kurê min dê şehîd bikeve. Ez sersaxiyê ji we û hemû gelê Kurd re dixwazim. Ev merasîm ne ya me tenê ye, ev merasîm ji bo we hemûyane.” Li ser navê malbata endamê Asayîşê Ferhad Murad jî axaftin hat kirin û malbatê bang li Kurdên koçberbûne kir ku vegerin  û parastina welatê xwe bikin. Merasîm bi axaftina Serokê Meclisa Gel a Tirbespiyê Nûredîn Şakir axivî û bang li gelê Kurd kir ku xwedî li banga seferberiyê derkevin û piştgiriya hêzên YPG û Asayîşê bikin.

TIRBESPIYÊ