Di roja çaremîn a agirbesta Sûriyeyê de bi dehan leşkerên rêjîmê, çeteyên Koalîsyona Mixalafetê û çeteyên DAIŞ’ê di şer de hatin kuştin. Ji dema ku agirbest hatî ragihandin û heta niha ve her du alî jî li gelek bajaran agirbest bin pê kirin. Jixwe çeteyên wekî DAIŞ, El-Nûsra (Bi navê xwe yê nû Cebhet Fetîh El-Şam) ne daxilî agirbestê bûn. Çeteyên Ehrerûş Şam jî dabû zanîn ku ew ê agirbestê qebûl nekin. Di demên dawî de  Rûsiya daxwaz dikir û digot bila li Lîsteya Rêxistinên Terorîst navê Ehrerûş Şam jî were zêde kirin, lê Neteweyên Yekbûyî (NY) hê daxwaza Rûsiya pesend nekiribû.


LAZIQIYÊ

Komên çekdar ên mixalafetê bi hawanan herêma bakurê Laziqiyê ku di bin destê hêzên rêjîmê de ye, topbaran kirin. Fermandarekî rêjîmê ku ji xelkên herêma Ceblê ya Laziqiyê ye çend roj beriya niha di şer de birîndar bibû,mir.


HEMA

Komên çekdar ên opozisyonê yên bi navê Cundi El-Eqsa, Ecnad El-Qoqaz û hin komên din ên bi navê Islamê tevdigerin li herêma Mean a bakur-rojihatê Hema êrîşî navendên rêjmê kirin û şer derket. Hêzên rejîmê jî bi balafiran mudaxele kir û deverên opozisyonê bombebaran kir. Di encama pevçûnan de kuştiyên her du aliyan çêbûne, lê derbarê hejmarê de agahî ne hatin dayîn.

Li aliyê din jî hêzên rêjîmê gundê Etşan a bakur-rojhilatê Hema, her wiha gundên Qiîbat û Um Hartên ên rojhilatê Hema bombebaran kirin. Hate gotin ku di encamê de hejmarek çekdarên kolalîsyona Niştimanî ya Mixalefeta Sûriyê hatin kuştin.


HUMIS

Hêzên rêjîmê bajaroka El-xinto ya bakurê Humisê topbaran kirin. Çeteyên mixalefetê jî noqteyên rêjîmê yên li nêzî bajarê Telbîse ya bakurê Humsê topbaran kirin. Çavkaniyên herêmî destnîşan kirin ku ji ber topbarana di navbera her du aliyan de bi dehan kuştiyên her du aliyan çêbûne. Lê derbarê hejmarê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.


ŞAM

Li herêma Seyîda Zeyneb a Şamê jî 2 teqîn rû dan. Hate gotin ku teqîn di encama şerê di navbera pêxwasên rêjîmê bi xwe de pêk hatiye. Li aliyê din jî hate gotin ku di heman herêmê de di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê ku bi navê islamê tevdigerin derketiye. Hate zanîn ku şer li derdora herêma El-Dêr Xeybe ya rojavayê Şamê pêk hatiye. Derbarê encamên şer de agahî nehatin bidestxistin.


DERA

Li gundê Dera jî di navbera komên çekdar ên navê islamê bi kar tînin û Tugaya Şuhedai El-Yermûk şer de derket.  Hate gotin ku di necama pevçûnan de bi dehan kuştiyên her du aliyan çêbûne.

Li bakurê bajarê Quneytira jî di navber çeteyên Cehbet Fetih El-Şam (Cebet El-Nusra) bi piştgiriya çeteyên Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê û hêzên rêjîmê derket. Derbarê encama kuştiyên her du aliyan de tu agahî nehatin bidestixstin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN