Serhildana gelên Sûriyeyê veguheziye şerekî mezhebî. Hêzên ewlekarî û artêşa Sûriyeyê ku piraniya wan ji kêmmezheba Elewî ne, bi dijwarî dajon ser navendên xwepêşandanan ku wek "bajarên suniyan“ tên nasîn. Bi gotin din, li Sûriyeyê kesên tên kuştin sunî ne û yên kuştinê jî dikin Elewî ne. Rewşa niha weha ye…
Aliyên heremî û navnetewî jî bûne beşek ji kirîza li Sûriyeyê. Welatên Ereb bi taybet Saûdî Arabistan û Qeter destetkê didin komên çekdar û wan li dijî rejîma Beşar Esad sor dikin. Her weha alavên ragihandinê, mîna El-arabiya TV û El-cezira TV hemû li ber muxalefeta girêdayî wan vekirî ye. Dewleta Tirk jî ev muxalefet ji xwe re kiriye mertal û hewl dide bi riya wê sibê Sûriyeyê bigre dest xwe û Kurdan bê maf bihêle.
Ji bo Ereban divê Sûriyeyê ji bin desthilatdariya elewiyan derkeve û sunî werin ser iqtîdarê. Bi vê yekê ew Iranê qels dikin û „hevbeniya şîyan“ li heremê têk dibin. Ji bo Tirkiye jî suniyên hevalbendên wê dê piraniyê bi dest bixin û Kurdan tengav bikin û nasnameya wan ya etenî û xweseriya demokratîk qet qebûl nekin.
Niha her çuqasî ku bi awayekî sergirtî be jî, lê eşkerye ku welatên Ereb û Tirkiye serkeftinê ji pîlana Kofi Anan re naxwazin. Ew rawestandina şerê li Sûriyeyê û peydakirina çareseriyek aşîtiyane ji bo berjewendiyên xwe baş nabînin. Hewl didin ku rejîma Esad bi riya mudaxeleyek derve were hilweşandin. Eger hat û mudaxele pêk hat, dê bi pereyên Ereban û bi desteka lojistik ya Tirkan be. Armanc ew e ku çawa Iranê piştî rûxandina rejîma Sedam Huseyin di sala 2003 an de  tevahiya Iraqê girt dest xwe, ew jî weha bi serê Sûriyeyê bikin.
Meclisa Stenbolê alavek di destê AKPê de ye. Ew vê meclisê bi riya rêxistina Birayên Misliman kontrol dike. Her kesên ku ne li gorî kêfa AKPê kar dike yekser ji meclisê tê avêtin. An jî tê dorpêçkirin û bêbandor kirin. Daxuyaniyên vê meclisê li dijî Kurdan jî di rojevê de ne. Li ser zimanê Burhan Galiyon, ev meclis hebûna Kurdan wek netew û forma xweseriya demokratîk tu carî qebûl nake.
Di destpêka meha nîsanê de, li Stenbolê kongreya “dostên Sûriyeyê” li dar ket. Meclisa Stenbolê rê li ber nûnerên Kurdan girt da ku beşdarî vê kongrê nebin. Dewleta Tirk nedixwest Kurd li vê kongrê hebin û mafên xwe bînin ziman. Lê dema kongre qediya meclisa Stenbolê carek din dest bi siyaseta xapandinê kir û hewl da Kurdan nêzîkî xwe bike. Mixabin “Meclisa Niştimanî ya Kurd li Sûriyeyê” ji helwesta xwe daket û carek din li dû meclisa Stenbolê beziya.
AKPê projeyek “herema tanpon” amede kiriye. Ew herem li gorî dewleta Tirk tevahiya bajar û bajarokên rojavayê Kurdistanê digre. AKPê dixwaze van bajaran dagir bike û rê li ber projeya Kurdan ya xweseriya demokratîk bigrr. Bi taybet dixwaze cih li PYD teng bike û çalakiyên wê yên ji bo realitekirina vê projeyê têk bibe.
Ev demek e gelek “çalakvanên” Kurd heremên rojava terik dikin û diçin li Tirkyê dibin penaber. Ev kes bi helwesta xwe ya dijî PYD naskirî ne. Ew bêbextiya li PYD dikin û daxuyaniyên dûrî rastiyê didin peymanerên rojnameyên cîhanî. Hemû axaftinên wan yek armanc heye, ew jî reşkirina PYD û girêdana wê bi rejîma Esad re ye.
Evan kes çend “hevrêz” û girûp di destpêka serhildana gelên Sûriyeyê de avakiribûn û zimanên xwe li dijî rejîma Esad tûj dikirin. Wan al û sembolên Ereban bilind dikir û siloganên bi Erebî li ezmanê rojavaye Kurdistanê davêtin. Behsa “welatê me Sûriyeyê” dikirin û li dijî rengê Kurdî derdiketin. Her weha PYD jî bi hevkariya rejîmê û dijayetiya şoreşê tewanbar dikirin. Gelekan ji wan pere ji welatên Ereban û hin maldarên Ereb yên li dijî malbata Esad digirtin. Lê vê dawiyê li nava hev ketin û xebata wan têk çû. Piraniya wan “gel û tekoşîn” li dû xwe hîştin û reviyan Tirkiye. Niha li Tirkiyeye jî hemleya qirêj ya li dijî PYD berdewam dikin. Vê carê bi riya dayina daxuyaniyên derew û iftîrayên bê bingeh.
Di destpêka serhildana gelên Sûriyeyê de me diyar kir, ku AKPê dê bi hemû hêza xwe hewl bide Kurdên rojava têk bibe û wan bêpar bihêle. AKPê jî eşkere digot ku ew mîna Iraqê bi serê xwe nake û ji niha ve dê rê li ber peydabûna heremek Kurdî li ser sînoren xwe bigre. Me got ku Meclisa Stenbolê ajanê AKPe ye û dê şerê Kurdan bike. Me got ku hin komikên Kurd yên pereyan ji welatên Ereban û dewleta Tirk digrin dê dest bi texrîbatan bikin û hewl bidin Kurdan bikşînin nava şerê mezhebî yê di navbera Elewî û suniyan de. Me got ku Tevgera Azadîxwaz ya Kurdistanê dê tu carî Kurdên rojava tenê nehêle û dê qet destûrê nede tu hêzê wan têk bibe.
Niha her tişt diyar bû. Sûriyeyê ber bi parvekirinê ve diçe. Elewî amedekariya dewletekê dikin. PYD hêza Kurdan ya herî li pêş temsîl dike. Kurdên din jî qels û bê helwest mane. Nikarin berevaniya nasname û mafên Kurdî li pêşiya meclisa Stebolê bikin, lê naxwazin xwe vekişînin û ji rojevê jî derkevin. Ji ber hindê demek hesas li pêşiya me ye. Eger Kurd ne xurt û li ser hev bin, dê rastî tahlûkeyek mezin bên…

TARIQ HEMO