Yekîtiya Ereban rejîma Beşar Esad dorpêç kiriye. Endametiya vê rejîmê hat cemidandin. Niha jî hewl tê dayin ku „doseyêa Şamê“ bi destê Ereban ji bo Netewyên Yekbûyî were dewrikirin. Ev tê wê maneyê ku Ereb bi xwe rewamendiyê bidin mudaxeleyek eskerî bi destê hêzên derve li dijî rejîma Esad, wek çawa ku rewamendî dan mudaxeleyahêzên NATO yê li dijî rejîma Muamer Qadafî li Lîbyayê.
Welatên rojava ji Ereban vê rewamendiyê dixwazin. Ew bêyî erêkirina mudaxeleyek eskerî ji aliyê Yekîtiya Ereban ve tu livê nakin. Rejîma Suriyeye jî vê yekê baş dizane. Ew dizane ku welatên Ereban cilikê ji bin wê dikşînin û dê di dawiyê de ji civaka navnetewî bixwazin ku „ji bo parastina sivîlan“ li dijî Esad mudaxeleyek eskerî pêk bîne.
Rejîma Esad jî lezê dide prosesa kuştin û çewisandinê. Ew her rojê bi dehan kes tesfiye dike. Her kesê di nava gel de çalak û aktîv yê ku milet rêxistin dike û tîne ser hev, dibe armanca hêzên polîs û istixbaratên rejîmê û yekser tê kuştin. Hîn tercîha Esad ew e ku vê serhildanê bi riya dijwarî û terorê têk bibe.
Li gorî rejîmê eger hinek “heremên serhildanê” mîna Humis, Hema, Idlib û derdora Şamê bên serkutkirin û terorîzekirin, dê karibe tevahiya pêvajoyê bigre bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê li van hereman tevî hemû bangên „diyalog” û “rawestandina şer” kuştin şêdibe. Hemû kesên çalak dibin armanca guleyên rejîmê. Ev siyaseta pelçiqandinê li gelek heremên Sûriyeyê bi serket. Wek mînak li heremên Banyas, Latikye û Tertûsê. Ji van hereman nema dengê serhildanê tê.
Ji bo rejîma Esad eşîrên Ereban dûrî serhidlana gel bixe hemû serokeşîr bi xwe girêdane û ew reşewt kirine. Li welayetên Humis, Reqa, Dêr al-zor, Hesekê û dora bajarê Helebê, gelek pere ji bo serokeşîran hatiye veqetandin. Jixwe Beşar Esad roja cejna qurbanê ji bo helwesta van eşîran silav bike, çû nimêja cejinê li bajarê Reqayê kir.
Bi kurtî em dikarin bêjin ku Esad kesên dijberî rejîma xwe bi çekan bêdeng dike û kesên li gel “reforman” jî bi pere û polan razî dike. Lê ew hemû kesî bi peydabûna “şerekî navxuyî” dtirsîne. Ev yek di hevdîtina vê dawiya ya ku rojnama (Sundy Times) bi Esad re çêkir, xuya bû. Esad diyar kir ku „hêzên çekdar li ser bingeha mezhebî welatiyên Sûriyeyê dikujin û ew qet tawîzê nade û dê şerê li dijî van hêz û grûpan berdewam bike”. Jixwe li gelek hereman, bi taybet jî heremên mîna Humisê, şerê navxuyî di navbera sunî û elewiyan de derketiye. Heta niha bi dehan kes hatine kuştin.
Serhidlana gel a li Sûriyeyê ber bi şerekî navxuyî ve diçe. Em bala xwe bidin esker û efserên ku ji artêşa Esad veqetyane, emê kifiş bikin ku hemû Erebên sunî ne. Tê gotin ku hijmara “Artêşa Azad ya Sûriyeyê” ku ji artêşa fermî veqetyaye bûye dora 15000 kesin. Wek me got pirraniya efser û esker Erebên sunî ne. Vê “artêşê” çend tabûr damezrand û navên watedar mîna “Tabûra Omer Bin Xetab” û “Tabûra Muaywiya Bin Ebî Sufyan” li wan kir. Wek em dizanin ev nav di dîroka Islamê de bi dijayeta xwe ya li himberî H.Alî Bin Ebî Talib tên nasîn û di hiş û bîreweriya elewiyan de ne cihê rêzê ne.
Serokê artêşa veqetyaye General Riyad al-Asasd niha li Tirkiyeye. Li gor hinek çavkanî ew agahiyan ji istixbaratê tirk digre û alîkariya lojîstîk jî ji artêşa Enqerê distîne. Di hemû hevdîtin û daxuyanyên xwe ev al-Asad pesnê AKPê û dewleta tirk dide û wan wek “dostên gelê Sûriyeyê” bi nav dike. Ev mirov bi xwe jî nêzî rêxistina Birayên Misilman e. Wek tê zanîn serokê vê rêxistinê beriya demekê ji Tirkiye xwestibû mudaxeleyek eskerî li Sûriyeyê bike û ida kiribû ku gelê Sûriyeyê dê “dagirkirina artêşa tirk” silav bikin!.
Rêxistina Birayên Misilman li gel hin kesên Kurd mîna Abdulbasit Seyda ji roja yekem ya serhildana gel li Sûriyeyê şerê Tevgera Azadiya Kurdistanê dike. Ew li dijî PYD jî daxuyanyan didin. Rêxsitina Birayên Misilman soz daye Tirkiyeye ku ewê rê li ber PYD bigre û qet destûrê nede xebat û çalakiyên wê li Sûriyeyê. Jixwe dewleta tirk tezmînat stendine ku tu carî nasnameya Kurd di destûra bingehîn a Sûriyeyê nayê nasîn û her weha “Rêvibirya Heremî” jî ji bo Kurdan nayê qebûlkirin.
Şerê li Sûriyeyê ber şereki mezhbeî ve diçe. Artêşa muxalif ya ku li dijî artêşa fermî çalakiyan pêktîne, yek reng e. Dewleta tirk jî destekê dide Erebên sunî. Gelek nivîskarên Ereb êrîşî Kurdan dikin û dibêjin çima Kurd jî mîna Erebên sunî bi dehan nayên kuştin!. Ida dikin ku Kurdan û rejîma Esad li hev kirine. Hin ji niha ve sozên hesabxwestinê bi Kurdan re dikin. Dibêjin eger sibê Esad here dê Kurd rastî lêpirsînê bên!
Rêxistina Birayên Misilman û (Artêşa Azad ya Sûriyeyê) û dewleta tirk niha serhidana gelê Sûriyeyê girtine bin kontrola xwe û helwestên dijminane li dijî Kurdan eşkere dikin. Ev serhildana aşîtyane ya ji bo bidestxiastina mafan û pêkanîna demokrasyê dewrî şerekî mezhebî di navbera sunî û elewyan kirine. Beriya çend rojan ciwanekî ji Saûdî Arabistanê li Humisê ji aliyê hêzên istixbaratê rejîmê ve hat kuştin. Tê idakirin ku ev ciwan ji bo “lidarxistina çalakiyek intiharî li dijî elewiyan” derbasî Sûriyeyê bûbû.
Li gorî hin çavkaniyan rejîma Beşar Esad alîkariya eskerî ji Iran, Rêxsitina Hizbulah ya Lubnanê û Rêxistina al-Sadir ya iraqê girtiye. Bi hezaran milîsên Şîy ji bo alîkariya rejîma Esad hatine şandin.
Di vê dema dawî de hin rojnameyan “Seneryoyê Qiyametê” belav kir. Li gorî wan dê Esad wek alternatîva herî dawî dest bi kuştina bi sedan kesayetî li Sûriyeyê bike û bihêle ku ‘qiyamet’ rabe. Di nava van kesan de hin nêzî rejîmê jî hene. Navên Kurdan jî derbas dibe. Navên berpirsên PKK’ê jî derbas dibe.
Ev çiqasî beraqile cihê danûstendinê ye. Lê em ji bîr nekin ku beriya çend mehan kurê muftiyê Sûriyeyê Bediraldîn Hesûn ji aliyê hin “kesên nasnameya wan nediyar” ve hat kuştin. Hesûn jî yek ji kesên herî nêzîkî rejîma Esad e.
Rewşa Sûriyeyê dibe mîna ya Iraqê. Ji ber hindê divê Kurd hayedar bin. Divê Kurd tu carî nebin teref. Divê xwe dûrî şerê navxuyî bikin û siyaseta kujêrekî mîna Esad her weha mudaxeleya dewleta tirk û xîtaba mezhebperest ya Birayên Musilman tu carî qebûl nekin.