Tevî gef û hişyarkirinên hin hêzên rojavayî, hikûmeta Sûriyeyê bi desteka Rûsya û Îranê xwe ji bo şerê Idlibê amade dike. Li hemberî wan jî komên çete hene ku bi deh hezaran endamên wan hene. Idlib weke şerê dawî yê mezin tê dîtin.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov hefteya bihurî daxuyaniyek dabû û Idlib weke serkêşê pirsgirêkan bi nav kiribû û gotibû, “Em hêvîdar in ku hêzên rojavayî wê li pêşiya me nebin asteng ku herêmê ji terorê paqij dikin.”
Rûsyayê ji dema Yekîtiya Sovyetan û vir ve yekem car li Derya Spî 1’ê Îlonê tetbîqata eskerî kir. Tetbîqat wê heta 8’ê Îlonê bidome. Fermandarê Hêzên Deryayî yên Rûsyayê Vladîmîr Krolov got, “Kontenjaneke hêzên hewayî û deryayî yên Rûsyayê di navbera 1-8’ê Îlonê de wê yekemîn tetbîqata li Derya Spî organîze bikin.”
Dixwazin êrişeke kîmyewî bikin
Sînyalên Rûsya û hikûmeta Sûriyeyê yên li ser operasyona Idlibê roj bi roj zêde bûn. Hêzên rojavayî yên bi serkêşiya DYE, Fransa û Ingilîstanê hişyar kir der barê “felaketa insanî” û gef xwarin, heger çeka kîmyewî bê bikaranîn, ew ê bi tundî bersivê bidin. Li gorî Rûsyayê, çeteyên li Idlibê ji bo rê li ber destwerdana hêzên rojavayî vekin, dixwazin êrişeke kîmyewî bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Muellîm 30’ê Tebaxê daxuyaniyek da û got, “Rêveberiya Şamê li gel gefên êrişê yên DYE, Fransa û Ingilîstanê bi biryar e ku xaka Sûriyeyê (Idlib) azad bike.”
Şerê herî dawî?
Çavkaniyên rojavayî dibêjin, heger operasyona Idlibê pêk were, ev yek wê bibe yek ji şerê herî dawî yê li Sûriyeyê û bibe şerê herî giran.
Hêza berfireh a li nava Idlibê û derdora wê hatiye bicihkirin, nîşan dide ku wê şerekî giran biqewime. Nayê zanîn bê ka çiqas ji van wê teslîm bibin. Bazara ku dewleta Tirk kiriye, wê bandorê li vî şerî bike.
Xurtirîn koma li Idlibê Tahrîr El Şam e
Pirraniya Idlibê di destê Tahrîr El Şamê de ye. Ev kom ji aliyê El Nûsra ya berê ve hate avakirin ku ser bi El Qaîde ve ye. Serkêşê wê jî Ebû Muhammed El Cûlanî ye. Li gorî gelek çavkaniyan, 25 hezar endamên vê komê hene. Navenda wîlayeta Idlibê jî di nav de zêdeyî nîvê wîlayetê di destê Tahrîr El Şamê de ye.
Tirkiye destekê dide wan çeteyan
Gelek kom li herêmê hene. Pirraniya wan jî pêwendiya xwe bi El Nûsra û DAIŞ‘ê re heye û destekê ji Tirkiyeyê digirin. Ev komên han roja 10’ê Tebaxê bi hewldana Enqereyê di bin sîwana Eniya Rizgariya Neteweyî de li hev civiyan. Di destê çeteyên li Idlibê de tank, top û bi dehan dronên çekhilgir hene. Ji destpêka meha Tîrmehê û vir ve li dijî baregeha hewayî ya Rûs a Hmeîmîmê ya li wîlayeta Lazkiyeyê zêdeyî 45 caran êriş hatin kirin.
150 hezar çekdar wê bi hev bikevin
Li gorî radyoya RFI ya Fransayê, 70 hezar çekdar li Idlibê hene. Artêşa Sûriyeyê jî li dijî van koman tumenek ji Muhafizên Komarê û Hêzên Dîcleyê xiste nava liv û tevgerê. Serkêşê Hêzên Dîcleyê jî Sûheyl el Hasan e. Bi gotineke din, li Idlibê wê 150 hezar çekdar bi hev bikevin.
Bi dehan eskerên Rûs ên li herêmê ne, wê tevlî vî şerî bibin. Li herêma ku şer wê lê biqewime 12 nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê hene. Û li gorî hejmara fermî 1.300 eskerên Tirk lê hene. Lewma ev şer weke şerekî tevlîhev tê dîtin.
Tetbîqata Rûsyayê tê çi maneyê?
Tetbîqata Rûsyayê ya li Derya Spî jî bi vê operasyonê ve tê girêdan. Sefîrê Rûsyayê yê li DYE’yê beriya niha bi demeke kin pêşniyaz li DYE’yê kiribû û ji bo Sûriyeyê gotibû, “Bila êrişeke nû ya bê bingeh û îllegal neke.” Tê gotin ku ev pêşniyaza Sefîrê Bilind û tetbîqata tê kirin bi hev ve girêdayî ne. Roja pêncşemê jî Sergey Lavrov bang li hêzên rojavayî kiribû û gotibû, “Bi êgir nelîzin.”
Şerê mezin wê çêbe
Ji balafirên Sûriyeyê belavok li herêmê hatin belavkirin û bang li şêniyên herêmê hate kirin ku xwe ji çeperên komên çekdar vegirin û bi yekîneyên hikûmetê re hevkariyê bikin. Yekîneyên hikûmetê her wiha li başûrrojhilatê wîlayetê ji bo sivîlan korîdorek vekirin. Tê gotin ku heta niha 15 hezar sivîl ji korîdorê derbas bûne. Ev hemû nîşan didin ku şerê Idlibê li ber derî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN
Îran jî dilxwazê ‘paqijkirin’a Idlibê ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf got, divê parêzgeha Idlibê ji çekdaran were paqijkirin.
Mihemed Cewad Zerîf bêyî ku were ragihandin di nava şandeyeke siyasî de serdana Şamê kir. Zerîf got, serdana wî li ser daxwazeke fermî ya Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Muellîm pêk hatiye da ku danûstandin û şêwirên xwe bi hev re bikin.
Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê, Zerîf di daxuyaniyekê de li Şamê got, divê hemû terorîst ji Idlibê bêne qewitandin û divê gelê Sûriyeyê serweriya xwe li ser parêzgeha Idlibê ferz bike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê, hate ragihandin ku Zerîf dê bi serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed û serokê hikûmeta Sûriyeyê Îmad Xemîs re bicive.
Ev daxuyaniyên Zerîf di heman dema daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de hatine derxistin. Lavrov got, êdî rewşa li Idlibê nayê tehemûlkirin û ji bo çareserkirina aloziyê, ew bi Tirkiye û Îranê re di nava xebatan de ne.
Rêjîmê hêzên xwe yên eskerî li hemû eniyên Idlibê bi cih kirine û ev hêz li benda fermana êrişê ne.
ŞAM