Divê demildest tifaqa navxweyî were avakirin. Di vê rêyê de Platforma Zimanê Kurdî gava yekem e, bila hilbijartinên herêmî bibe gava duyem. Ev tifaqa dikare gelek tiştan bi xwe re biguherîne.

Înîsîyatîfa Nivîskarên Kurd, bi daxuyaniyekê piştgirî da hewldanên Platforma Zimanê Kurdî ya ji bo tifaqa Kurdan û bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdan kir ku berjewendiyên xwe nexin pêş tifaqa Kurdan.

Înîsîyatîfa Nivîskarên Kurd, têkildarî hewldanên Platforma Zimanê Kurdî û rewşa partiyên siyasî ya der bare tifaqa Kurdan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Înîsiyatifê diyar kir ku pêvajoya li pêşiya gelê Kurd, gelek girîng e û wiha dewam kir: "Ji ber vê munasebetê jî (em) dixwazin fikir û ramanên xwe bi raya giştî re parve bikin. Di demeke nêz de Platforma Zimanê Kurdî, xebat û erkên gelek girîng da pêşiya xwe. Beriya her tiştî taybetiya herî girîng a vê platformê ew e ku; ji gelek derdorên cuda hatiye avakirin. Bi vê mebestê gelek fikir, raman û derdorên cuda gihîştine hev û li ser daxwazekê bi yekdengî dikarin biqîrin. Em jî wek Înîsîyatîfa Nivîskarên Kurd, xebatên bi vî rengî gelek pîroz dibînin û ji bo ku di her warî de xebat bi pêş bikevin, (em) dixwazin piştgiriya wan bikin."

Pîroz e lê kêm e

Înîsiyatifê, ev gav girîng û weke destpêka yekgirtina Kurdan nirxand û got, "Gelek girîng, pîroz û watedar e. Lê mixabin têra daxwaz û pêdiviya heyî nake. Rewş û aloza ku gelê me tê de ye ji her aliyî ve xeternak e. Di serî de ziman û çanda me Kurdan, êdî di rewşeke gelek xeter de ye. Ji bo em karibin bergiriyan bigirin, em dikarin bibêjin, mixabin em dereng jî mane. Dixwazin hebûna Kurdan bi êrişa li ser zimanê wan tine bikin, îro ro jî bi qeyûman ev polîtîkayên asîmîlasyonê bi awayekî sîstematîk didomin. Hewce ye ku hemû partiyên Kurdan li hember vê karibin rawestin."

Gava duyem tifaqa navxweyî

Înîsiyatifê ev gava hanê ji bo hatina cem hev ya Kurdan watedar dît û got, "Ji bo dewama yekgirtina Kurdan gava duyem jî li pêşiya me ye. Di 31´ê Adara 2019’an de hilbijartina rêveberiyên herêmî heye. Em dizanin ku tifaqên qirêj yên li dij Kurdan dest li ser şaredariyên gelan danîne. Lewma jî li ser ziman û çanda me polîtîkayên asîmîlasyonê bi destê van qeyûman her ku diçe zêdetir dibin. Lewma li hember van polîtîkayan li ber Kurdan yek rê heye ew jî tifaqa navxweyî ye.

Di rabirdûya siyaseta Kurdan de mixabin tişta herî kêm tifaq e. Lê divê êdî ev rewşa heyî nebe qedera Kurdan. Ji ber vê yekê jî em bang li hemû partî û derdorên Kurdan dikin, bila berjewendiyên xwe nexin pêşiya tifaqa Kurd, bila nebin amûrên ti kesî. Divê demildest tifaqa navxweyî were avakirin. Di vê rêyê de Platforma Zimanê Kurdî gava yekem e, bila hilbijartinên herêmî bibe gava duyem. Ev tifaqa navxweyî vê gavê ji bo hilbijartinên herêmî pêk were, dikare gelek tiştan bi xwe re biguherîne. Bangawaziya me ji hemû partî û derdorên Kurdan yek tişt e, ew jî guh bidin gotinên feylezofê nemir Ehmedê Xanî. Xanî dibêje; Ger dê hebûya me îttîfaqek/ Vêkra bikira me înqîyadek/  Tekmîlî dikir me dîn û dewlet /  Tehsîlî dikir me îlm û hîkmet"

 

 MA / AMED