Şerê PKK’ê nake, şerê miletekî dike
ROZA MIHEMED
ROJNEWS/SILÊMANÎ
Nivîskar Selah Ebdulqadir Reşîd ji bo hebûna eskerî ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê got, bê destûr e û ji bo şerê wê jî diyar kir ku dewleta Tirk ne şerê PKK’ê dike, şerê miletekî dike.
Dewleta Tirk baregeh û navendên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dike. Hema hema her roj gund û sînorên Başûr bombebaran dike. Heya niha li hemberî vê hikûmeta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê ti helwestek cidî nîşan nedaye.
Derveyî yasa û destûrê ye
Derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê de, nivîskar Selah Ebdulqadir Reşîd axivî, got ku zêdebûna baregeh û navendên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, taybetî herêma Behdînan derveyî yasa û destûrê ye.
Ti kes jî helwest nîşan nade
Reşîd axaftina xwe wiha peyivî: “Dewleta Tirk li gor dixwaze baregeh û navendên xwe li ser xaka Başûr çêdike, herêmên sînor bombebaran dike. Li hemberî vê ti kes jî helwest nîşan nade. Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek nivîskî dide, lê ti helwestek pratîkî nîşan nade.
Niha gelek herêmên sînor di bin metirsiya bombebaranên Tirkiyê de ne. Li van herêman welatiyên sivîl dimînin. Tirkiye şerê PKK’ê nake, şerê gelekî dike.”
Ne hikûmeta Iraq ne jî Başûr lê xwedî derdikevin
Li ser bêdengiya hikûmeta Iraqê jî Reşîd got; “Iraq van herêman weke beşek ê xwe nabîne. Ger li van herêman weke Kerkûk û herêmên din petrol lê heba, wê Iraq xwedî lê derketiba. Iraq hikûmeta Herêma Kurdistanê jê berpirs dibîne. Hikûmeta Herêmê jî naxwaze peywendiyên xwe li gel Tirkiyê xerab bike.”