Di hemû pevçûn û şeran de şerê psikolojîk xwedan giraniyeke sereke ye. Her çendî li demên berê wehşet, talan, revandin û baweriyên xwe wek tiştên xwedayî bi zora şûr bi mirovan dayîn pejirandin wek alavên şerê psîkolojîk hatibin bikaranîn jî, şerê psîkolojîk ê zanistî, bi rêk û pêk rastiya xwe ji peyva îngilîz psychological operations (PSYOP) (operasyona psikolojîk) digire. Armanc bandorê li hêza dijber yan jî dijmin û gelê sivîl yê li dor dijber/dijmin kirin, bi vî awayî hêza dijber şikandin, bi kêmasî qels kirin e.

Di nava NATO yê de jî ev „Psychological Operations“ (PSYOP) wek medoleke şer rûniştiye. Li gel wê disîplînên paralel wek MEDIAOPS (Media Operations), ango operasyonên çapemeniyê, Public Relations (xebatên çapemeniyê) û INFOOPS (Informational Operations) jî hatinê birêkxistin. 

Tirkiye jî li gor vê rastiya NATOyê hemû saziyên xwe yên şerê psîkolojîk bi tevlêkirina sextekarî û qurnaziya rojhilatî birêk xistiye. Li gel wê hovitiya tûranan û wehşeta çolistana ereban lê zêde kiriye û bi wê ve girêdayî qaşo bi navê dîn û xwedê vê dike. Jiwê, em bi şerekî gelek qirêj û bi dekûdolab re rû bi rû ne.

Rojnamegerê tirk Cengîz Çandar vê rastiya şerê psîkolojîk di nivîsa xwe ya bi serenivîsa: “DYA; Rûsya, Kurdên Suriyê û...“ de wiha dinivîse. “Di vê kêliyê de ku Enqere di operasyonên leşkerî yên li dij cîgehên şêniyan (bajaran) de hemû rê û rêbazên hiqûqa şer binpê dike, û şerê psîkolojîk bi weşeke (suret/lez) bê westan didomîne, Rûsya jî li binê xetê fîgûranên sûryeyî yên ku bi Tirkiyê ve girêdayî ne, bombebaran dike.“

Vê gavê ev şerê psîkolojîk li ser van xalan tê maşandin. 

1– Hemû bangaşiyên ku hêzên kurd, yan jî parêzwanên azadiyê tewanbar dikin, tev de alavên şerê psîkolojîk û qirêj in: Mînak:

Çima hendek kolan? Çima şer anîn nava bajaran? Eger hendek neba ,dewletê êriş nedikir!. PKKê şer da destpêkirin! Dewlet mecbûr e xwe biparêz e. Û.....

  2– Di çapemeniyê de bikaranîna fîgûran, hem jî qaşo bi navê “KÜRT AYDINI”

Hemû gotinê Kemal Burkay û yên wekî wî di TVyên tirk de bi navê kurdan diqaqibînin, dikeve vê beşa şerê psîkolojîk.

  3– Wehşet û cinawirî ji bo tirsandin, pasîvîzekirin û hestê berxwedanê şikandinê. Mînak:

Pêşî li veşartina cenazeyan girtin, rênedana rizgarkirina birîndaran, bi rojan li kolanam hîştina cenazeyan

  4 – Qedexeya derketina kolanan, birîna av û ceyranê bi navekî din xanî û kolan guhestina girtîgehan jî ji bo pêşî li piştgiriya gel girtinê ye. Ev jî armanceke şikandina hêze berxwedanê ye.

  5 – Bêdengkirina muxalefet, çapemeniyê û girseyan. Ev jî ji bo bidestxistina derfetan e ji bo di nava bêdengiyê de pêkanîna komkujiyê.

  6 – Bi alîkariya hin partîyên nêzê xwe û dostên xwe yên derve, partî û kesên kurd yên ku dijberê Tevgera Azadî ne, bêdengkirin, yan jî bi awayê cuda cuda ji bo bangaşiya xwe bikaranîn. Mînak: Li PDK û helwesta wê binêrin, li daxuyaniyên qaşo partiyên kurdewar binêrin, nivîs û daxuyaniyên kesên nêzê van partiyan binêrin, li twiter û facebookê binêrin; hin derdor hene, li dij xwînxwariya AKP-Dewleta tirk yek gotinekê nanivîsin, tu rexneyên li dij wan erê nakin. Berxwedana gel wek egera êrişên dagirker nîşan didin.

  7– Di bangaşiyê de kesên navdar bikaranîn (di TVyan de axaftindayîna kesên hozan, nivîskar, politîkvan, oldarên bi nav û deng ûhw.

  8– Bikaranîna hemû saziyên olî, nirxên olî, nirxên netewî.

9– Derxistina pêş a nijadperestiyê bi awayeke ji etîka mirovbûnê der, di forma tiryakeke kironîk de û bikaranîna wê di her warî de.

10– Tecrîta li ser rêveberî û girtiyan

11– Di derbarê Tevgera Azadî de gûman afirandin. Wek mînak: 

Bikaranîna kolomnîstên wek Abdulkadir Selvî: “PKK bi navê hêzên ku dixwezin herêmê ji nû ve dîzayn bikin, şer dike.” (Di çareseriyê de kilîma nû)

Bikaranina kesên wek Kemal Burkay: “Li ser Qendîlê karlêka (tesîra) Îran, Sûrî û ya dewleta veşartî ya Tirkiyê heye!“ (axaftina di CNNyê de)

12 – Xebitandina maşîna devhêranê (gotegotê) û belavkirina nûçeyên aspargas (lihevanî- derew): Hemû çapemenî û rayedarên wan ên wek kêsegan bi zanistî nûçeyên derew ên weke “nişangirên sirbî û fermandarên rûsî li Sûrê şer dikirin, hatine girtin” radigihînin bala giştî.

Wek encama van; bêguman mirov dikane van xalan bi mînakên balkêş û bi şiroveyên kûr jî binirxîne. Lê rastî ev awayê sade û zelal e. Divê mirov bikane rastiyan bibîne, li gor wê helwestê nîşan bide.