BÎLAL GULDEM / MA/WAN 

Qeyûmê şaredariya Bêgirê dagir kiriye, Mêvanxane û Pirtûkxaneya Jinan a Ayşe Şanê ya rêveberiya HDP’ê çêkiribû, girt û tabelaya wê jî daxist.

Hevşaredara Bêgirê Leyla Balkan got: “Derî hatiye girtin. Heta niha ti hêncet nehatiye nîşandan. Taqtîkê wan ê nû ev e, deriyên cihên wiha kurdewar digirin.”

 Hunermend Şêrko Kanîwar jî got, qeyûm dixwaze bi vî rengî huner, ziman û bîra hunerê Kurdî di nava civakê de birizîne û bihelîne: “Mîrateya çand û hunera Kurdî bi hunermendên wek Eyşe Şan heye. Ev xweranegirtina li hunermend û hunerê Kurdî ye.”