Serê riman bi hostetiya sifr û bronzê guherî. Li giravên Yewnanistanê jî, tevî ku hin beşên bronzê yên weke zêr û çinko ji derve bi ticaretê dianîn jî, mirovan ev huner bi pêş xist. Wan hem kêr, meqes û alavên midbexê pê çêkirin, hem jî sîleh. Ev serê rimê jî ji koma giravan a bi navê Kîkledes a Yewnanistanê ye; ji girava Amorgos e. Beriya mîladê texmînî sala 2700-2300´î hatiye çêkirin. Ji bo wî beşê dinyayê serdema derbasbûna ji neolîtîkê ber bi bajarvaniya koledariyê ve. Serê rimê îro li Muzexaneya Louvreyê ya li Parîsê tê pêşandan.  PARÎS