“Serê salê, binê salê,

Xizir mêvanê vê malê

Ew danî ya kal û pîrê

Daxwaza xêr û xweşiyê

 Xizir tîne daniyê,

Hevîr û nanê zivistanê

Temam heta sala dinê

Pîrikê tim rû keniyê.”

 

Di zaroktiya min de jiyan, bi şiklekî bêdewletiyê ve derbas dibû. Jiyan, bi temamî bûyer, pergal, wate û naveroka xwe ve birastî jî bêdewlet bû. Çi ku dewlet ji me dûr bû. Çend car bi hesbê xwe ve însanek li jêrê gundê me derdiket, xuya dibû, bi meşeke giran û bi hişmend heta jor hespê xwe diajot, dihate gundê me. Pantolekî wî ya bi rengê kesk û qalind, ango bi leşkeri hebû, her du çîpên pantolê bişkovkî bû. Di destê wî de her tim qamçiyeke çermî ya bi rengê qehweyî hebû. Qasî ku tê bîra min, salek an jî du sal carek dihat; berên zeviyan û hijmara pez û naxiran dipirsiya, ji axayê gundê me xerciya xwe digirt, li mala axayê xwarine xwe dixwar, çayê xwe vedixwar û diçû. Ji wê wêdetir heta ku dibistan li gundê me vebû, dewlet jî xuya nebûbû. 

Piştî çendek, li gome gundiyekî kursî û nexşeyeke Tirkiyê danîtin û postêreke Ataturkê daliqandin û bi vî şiklî dibistan vebû. Piştî dibistanê rê hat gundê me, dema ku rê ya gundê me çebû jî, siwareyên bi motor peyda bûn, îja ne cendirmeyên qereqolê naskir, cendirme dihatin û diçûn. Sedema hatina cendermeyan jî tenê bi sê bûyerê ve bisînor bû. Yekemîn sedem standina hêk bû, îja êdî nizanim çi taybetmenî ya hêkên gundê me hebû, li gundê hêk nedima, timî leşker hildidan dibirin. Duyemîn sedem birina ciwanên 18 salî ya leşkeriyê, sêyemîn sedem jî çokirina mêrên gundê me bû.

Bi vî hawî roj bi roj, sal bi sal siya dewletê mohra xwe da li ser gundê me û ew mohr a dagirkeriyê, bi elektrîkê, bi telefonê, bi televizyonê, bi perwerde û bi cendirmeyên xwe ve temam nirx û pergal a jiyana gundê me bela belayî kir. Cîran bû kurmê cîran. Ziman bû şerma gundiyan. Pismam û dotmam kes li gund neman. Her siyaset û her pêngava dagirkeriyê ku hat li gundê me ser axê ket, gundî ji hev veqetand. 

Piştre siyaseta me jî rû da. Siyaseta dewletê siyaseteke din ranekir. Îja şer û pevçûn destpê kir. Roj ji rojan çû, sal ji salan derbas bû, lezginiya zemanê hê zêde bû. Zêde bû, zêde bû, hat gihaşt merhaleyeke der însanetiyê. Berê cendirme werin gundê me, zilam direviyan, xwe li pişta keviran vedişêrtin, carina leşker jî wek bi awayekî formalîte li dorê dineriyan û derdiketin diçûn. Di zemanê der însanetiyê de miriyen me bi hefteyî li kuçeyan dimîne. Ewqasî ku, 2 hezar 850 sal bere, di şerê Troyayê de jî hovîtiyeke bi vî rengî derneketibû holê, nehatibû dîtin. Ev şerê hanê, ne tenê li Kurdistan, ji bo hemû dinya û hemû însanetiyê bû mînakeke dîrokî; ku wehşet û hovîtiya xwe ve mohreke reş û tarî da li ser dîroka mirovahiyê.

Armanca min, nivîsandina sala çûyî, bûyerên ku di dîroka însanetiyê de xwedî ciheke taybet ya reş girtin hijmartina wan û hevberk kirina wan a bûyerên dîrokî bû. Lê rûpel tê nehat. Ji ber wê, dibêjim ez dîsa vegerim li ser destpêkê. Hêsta berê, ango bi hêsta zaroktiyê ve, bi hêviya jiyaneke xêr û xweşik ve hemû xwandekaran silav bikim û sersala wan pîroz bikim; ku li welêt û li hemû dinyayê, li himberî hovitiya dagirkeriyê tekoşîna însanetiyê biserkeve. 

Ka werin em bi vî hêstî dubare bikin: “Serê salê, binê salê / Xizir mêvanê vê malê / Ew danî ya kal û pîrê / Daxwaza xêr û xweşiyê”...