Tecrîda li Imralî bi dijwarî berdewam dike. Sala 2012an serketî derbas bû. Têkoşîna gel, ya gerila, ya zindanan û ya Imralî hevûdin temam kirin.


Em dikevine saleke nû. Li Kurdistanê, pêşwazî kirina sersalan cûda ye. Zarok û ciwan kom bi kom li malan digerin stranan dibêjin. Destpêka strana sersalê jî, wiha ye: “Serê salê binê salê xwedê kurekî bide kebaniya malê…  Yan jî bidê bûka malê.”
Di vê qonaxa ku senaryoyên qiyametê têne amade kirin de, stratejiyên qirkirina gelê Kurd jî, di asta fuzeyên Patroîtan de têne amadekirin.
Di vê pêvajoya dîrokî de, dengê xayinên Kurd jî bilind dibe. Yek ji van xayinan Mehmet Metîner e. Ev zewat, di parlamenê de zîvana di nava bêndera siyaseta Kurd de ye. Yek Kurdê ku arqa xwe, ji dengê wî zewatî re ne anî tunebû.
Di her serhildana gelê Kurd de, Mehmet Metînerek derketiye û bûye qirdikê dagirkeran.
Mehmet Metînerê û kesên mina wî, ji aliyekî ve malaqiyan dikin, ji aliyê din ve kiryarên faşîzan yên komkujiyên li dijî gelê Kurd meşrû dikin. Ev zewat, amur û çekê sê tiştên ku li dijî Kurd têne kirinin: Yek; dijmin, bi riya van kesan, êrîşî bawerî û mêjiyê Kurd dike. Du; ev zewat, cellad û werîsê dardekirina gelê Kurd in. Sê; ev zewat dema dibêjin “Ez jî Kurd im”, meşruiyeta nasnameya Kurd ji holê radikin… Meşruiyeta  komkujiya Roboskê, Geliyê Tiyarê û Garzanê, meşruiyeta qirkirina çandî û siyasî erê dikin.
Dema ku navê Mehmet Metîner, wek namzêtê parlamenteriyê hate dikirandin jî, min di nivîseke xwe de got; “Armanca navên xayinên Kurd di nava AKPê de, ji bo di parlamentoyê de li dijî BDP´ê bikarbînin e.” Gotina min rast derket.
Di toreya qedîm ya Kurdan de, rûdêna xayinan bi teniyê tê reş kirin û berepaş li kerê têne suwarkirin û bi daholê têne gerandin. Ev tore, li Emerîka jî heye; kesên xayîn, bi qîr û zixt dikin û di nava pirtikên elok û mirîşkan de digevizînin, berepaş li kerê suwar dikin. Di nava Osmaniyan de jî, dema bazirganekî gunehkariya li hemberî gel dikir, yaftayek bi stuwê wan ve didaleqandin, cileke qetiyayî li wan dikirin, berepaş li kerê suwar dikirin û digerandin.
Ji salên 1910´an û vir ve,  gelê Kurd li hemberî xayinên xwe bêmecal maye û heta weke îro jî, nikare wan ceza bike. Axayên dewletê,  dibin navê bend û berberiya eşîrtî de dihatin parastin. Piştî Şêx Seîd, Dêrsim û Bagokê jî, xayinên Kurd, ji aliyê komarê ve hatine parastin.
Di nava koalisyona AKP´ê de, Cemaeta Gulen û Tarîqatên Kurd hene, Ev jî bûye sedema ku hejmara xayinên ligel dijmin zêde bibin. Belkî gotina “xayin” li xiş û hesabê hinek kesan neyê; lê bila werê zanîn ku pîvan yek e, nabê du. Kesê ligel dijmin cih bigire, li dijî gelê xwe şer bike, bibe amurê komkujiyan û qirkirina gelên xwe, xayin e.   Mafê her kesî heye ku ligel partiyekê cih bigire û  ideolojiyekê biparêze. Lê di nava partiyên Kurd de, ligel gelê xwe… Tirkiye, dagirkerê Kurdistanê ye, desthilatdariya AKP´ê jî, siyaseta komkujî û qirkirina gelê Kurd dike pratîkê. Di nava AKP´ê de, di nava CHP´ê û MHP´ê de Kurdîtî çênabe.  
Kesên ku ligel dijminê dagirker, di qirkirina gelê Kurd de, di dagirkirina cografya Kurdistanê de cih bigire, Mehmet Metîner e. Mehmet Metîner, dema di parlamena Tirkiyê de Kurdîtiya xwe ya “qirdikî û zirtekî” diqîriya, bi gotina Osmanî “lisan-ı mâder-zadî” xwe jî înkar dikir.
Mehmet Metîner, di kovara “Yenî Zemin” de, şagirtîtiya Yalçin Akdogan kiriye. Îro jî wek qirdikê Siltan Erdogan û wek amurê stratejiya koalisyona kujer û faşîst kar dike.  Lê zirrêna Mehmet Metîner ya li parlamenê “hêstirên fincanan” wek mozika kerê neda revandin.  Ew siyaseta “ez çûm, min dagir kir, qir kir û vegariyam” êdî gelê Kurd natirsîne.
Sersala 2013´an cûda ye û nabê weke sersalên din. Ciwanên Kurd, ji qîrên û zirrêna xayîn û zirtekên siltanên faşîst û kujer nema ditirsin û na revin. Lewma, mozika keran nema dikare  “hêstirên fincanan” bidê revandin û fincanan bidê şikandin.
Pêwiste werê zanîn ku ev zewat ne destîniya gelê Kurd in û Kurd wê di vê sersalê de bêjin: “Serê salê binê salê, xwedê kurekî xayîn yê weke Mehmet Metîner nedê kebanî û bûka malê....”