PDK bêyî YNK´ê bi heyeteke ku Nêçirvan Barzan serkêşiya wê dikir, çû Bexdayê. Her wiha PDK got, serokomarî ne li ser YNK tapokirî ye û Fûad Hisên ji bo serokomariyê namzet nîşand da. Şerê YNK û KDP´ê yê ji bo Serokomariya Iraqê gurr bû. PDK di ber namzetê YNK´ê re Fûad Hisên wekî namzet nîşan da. Her wiha PDK bêyî YNK´ê bi heyeteke ku Nêçirvan Barzan serkêşiya wê dikir, çû Bexdayê û li wir bi hin aliyên siyasî re hevdîtin çêkirin. Piştî hilbijartina parlamena Iraqê ya 12'ê Gulanê, her du partiyan li hev kiribû ku li Bexdayê yekdeng û yek helwêst bin, lê PDK vê lihevkirin pêpes kir. Wateya serdana Nêçîrvan çi ye? Serdana Nêçirvan Barzanî ya ji bo Bexdayê bi wateya têkçûna heyeta hevpar a PDK û YNK'ê ye. Heyeta navbirî, di encama hevdîtina heyetên Sekreterê Polîtburo ya PDK'ê Fazil Mîranî û Sekreterê Polîtburo ya YNK'ê Mele Bextiyar de ava bûbû. Her du partiyan di asta herî bilind de li hev kiribû. Guh neda lihevkirina berê Piştî hilbijartina parlamena Iraqê ya 12'ê Gulanê her du partiyan li hev kiribû ku li Bexdayê yekdeng û yekhelwêst bin. Û ji bo hevdîtinan li Bexdayê bikin, 'heyeteke hevpar' ava kiribûn. Lê belê, piştî ku YNK'ê Dr. Berhem Salih ji bo Serokkomariya Iraqê namzet nîşan da, PDK'ê îtiraz kir. Li ser vê yekê Nêçîrvan Barzanî guh neda 'heyeta hevpar' û çû Bexdayê. YNK'ê nerazîbûn nîşanî serdana Barzanî da. Polîtburoya YNK'ê ragihand ku ew bi rêya çapemeniyê bi serdanê hesiyane û PDK sûcdar kir ku 'lihevkirina bi hev re ya li Bexdayê' binpê kiriye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku YNK hîn bi biryar e ku berjewendiyên Kurdan biparêze û diyar kir, PDK xwe nade ber nîqaşên hevpar ên li ser namzetê Serokkomariyê. Fûad Hisên ji bo serokkomariyê bû namzetê PDK'ê PDK ji bo serokkomariya Iraqê, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên kir namzet û têkildarî wezîfeya serokkomariyê bersiva YNK'ê da û got; "Wezîfeya serokkomar qet tapo û milkê hizbeke diyarkirî nîne." Ne li ser partiyeke tapokirî ye PDK derheqa nîqaşên serokomariyê de daxuyeniyek belav kir û got, "Wezîfeya serokomariya Iraqê para gelê Kurdistanê ye û li ser navê ti partiyekê jî nehatiye tapokirin, ji ber wê jî ew israra YNK'ê ya li ser wergirtina serokomariya Iraqê, nayê fêmkirin. Ji berî niha çend caran ev wezîfe ji bo YNK'ê bû, li gorî me baş e ku vê carê ji bo PDK'ê be. Li hember de jî wezîfeyên din bigire." Wext ne wexta berê ye! Daxuyanî wiha dewam dike; "Ji ber ku şertên rêkeftina sala 2005´an a PDK û YNK´ê nemane, ji ber ku ne Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ye, ne jî Celal Talebanî serokomarê Iraqê ye. Ji bilî wê, gelek ji birgehên wê lihevkirina çar xalî û heta lihevkirina stratejîk a 2007'an jî, ji aliyê YNK'ê ve bû demek, hatine paşguhkirin. Heger heqê hilbijartinê jî bibe pîvan, weke tê zanîn ku PDK weke hêza serketî ya yekem e, ji hemûyan zêdetir wergirtina postê bilind heq dike" Dengdan hat te’xîrkirin Diviyabû sibê dengdana serokomariyê di parlemana Iraqê de pêk bihata, lê belê dengan ji bo rojeke ne kifş, hat te’xîrkirin. Li Iraqê piştî ku Serokê Meclîsê hate hilbijartin, her kes li bendê ma ka serokkomar wê ji kîjan partiyê be. HEWLÊR