YNK’ê Berhem Salih weke namzetê xwe yê fermî ji bo serokkomariya Iraqê nîşan da. Berdevkê PDK’ê Mehmud Mihemed jî  got serokomarî heqê me ye.

Rêveberiya YNK’ê pêr ji bo nîşandana namzetê serokkomariya Iraqê li bajarê Silêmaniyê civiya. Piştî ku civîn bi dawî bû, berdevkê YNK’ê Ehmed Sedî Pîre daxuyaniyek da û got; “Berhem Salih ji bo serokkomariya Iraqê weke namzet hatiye nîşandan.” Berhem Salih di civînê de bi piraniya dengan hatiye hilbijartin.

PDK: Para me ye

Dîsa pêr bi şev berdevkê PDK’ê Mehmud Mihemed li ser namzet nîşandana Berhem Salih ji bo serokkomariya Iraqê ji aliyê YNK’ê ve daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Mehmud Mihemed di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wan dixwest weke çewan li gel YNK’ê bi yekgirtin çûne Bexda, bi heman şêwey namzetê wan ji bo serokkomariyê hebe û got; “Me ji wan re gotiye ku em serokkomariyê mafê xwe dibînin.”

Mihemed wiha jî got; “Piştî me ji YNK’ê re got li gorî encama hilbijartinê em serokkomariyê mafê xwe dibînin. Biryar bû YNK piştî civîna polîtburoyê bersiva me bide. Belê bê bersiva me bidin, yek aliyane Berhem Salih ji bo namzetiya serokkomariyê diyar kirin.”

Heya niha negihane ti encamek

Di dawiyê de Mihemed ev jî got; “Weke PDK’ê me ragihandiye ku serokkomarî para gelê Kurdistanê ye. Nabe ti aliyek bi tenê weke mafê xwe bibine. Ji bo serokkomariyê weke PDK’ê wê namzetê me jî hebe.”

Biryare di 25’ê Îlonê de parlamentoya Iraqê ji bo diyarkirina namzetê serokkomariyê bicive. Li gorî lihevkirinên siyasî ev postê ji bo Kurdan e. Di sê demên borî de ev poste di destê YNK’ê de bû. Belê niha di navbera PDK û YNK’ê de ji bo wergirtina serokkomariyê pêşbaziyek heye û heya niha negihane ti encamek.

Dr. Berhem Salih îstifa kir

 Her wiha Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê eşkere kir ku Dr. Berhem Salih bi awayekî fermî nameya îstifayê pêşkêşî Encûmena Rêveberiya Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê kiriye û nameya wî hatiye pejirandin. Dr. Berhem Salih careke din vegeriya nava YNK’ê.

 

SILÊMANÎ