Em li Meletiyê ne. Ji aliyê BDP, IHD û MEDYA-DER’ê ve em hatin pêwazî kirin.
Malbatên gerilayên ku bi șeweyêkî barberî hatîbûn qetilkirin jî hatîbûn. Dixwestin li ser kuștina zarokên xwe her tiștî bizanibin.
Tenê daxwazêke wan hebû: “Em dixwazin cenazeyê zarokên xwe bibînin.“
Malbat 34 rojin ku li Meletiyê li ber deriyê morgê radiwestin û dixwazin zarokên xwe bi xwe re bibin. Dixwazin zarokên xwe bibin û bi dest û li ber çavên xwe wan bixin himbêza axê, kevirên gorên wan sererast bikin ku bikaribin biçin serdaniya goristanê û zarokên xwe di dilê xwe de bihewînin.
Dayik dixwazin zarokên xwe wek sembola aștiyê bigor bikin û hêvî dikin ku êdî zarokên dayîkên din nemirin.
Em bi hev re ketin rê û çûn dozgeriyê. Serdozger ne li cîhê xwe bû. Wan dizanîbû ku em tên û sekreterê serdozger ji me re got: “Serdozger li girtîngehê ye û êdî îro nikare were.“
Me dixwest ku cenazeyan nîșanî me bidin, an jî wan bidin malbatan, da ku malbat zarokên xwe bi xwe re bibin.
Lê rê nedan. Di delegasyonê me de nûnerê Parlamena Almanyayê Jan Van jî hebû. Me ji Dozgerê Komarê re got: “Em delegasyonêkî navnetewî ne û dixwazin bikevin Morgê û cenazeyan bibînin.”
Dozger Ozdemir rabû ser pîyan û got: “Derkevin derva, ez naxwazim bi we re biaxifim.”
Nûnerê Parlamanê, karta xwe ya vîzîtê derxist û şanî Dozgerê komarê kir. Dozger mile nûnerê Parlamenê girt û ew da ber dahfan. Pașê derket derve û bangî polêsan kir. Polês hatin hûndir û xwestin me bavejin derve.
Min ji xwe pirs kir; Hiqûqa Tirkiyeyê çava bi rêve diçe? Çi mafê Dozgerê Tirkiyeyê heye ku nûnerêkî parlamentoya Almanyayê bi zorê derxîne der.
Îmkan heye ku Dozgerekî Alman nûnerêkî AKP’ê yê parlamanê dahf bide û baveje derve? Heger wisa bûba dê Tirkiye li gel vê bûyerê çawa rawestiya?
Li gor agahdariya dive testên DNA’yê bihatana diyarkirin.
Le tenê yê 5 kesan dîyar bû. Tirkiyê nikarîbû piștî 33 rojan, testên DNA yên hemû kesên kû hatîbûn qetilkirin diyar bike?
Li hember malbatan helvestêke dijminane dihat nîșandan. Dixwestin stuyê malbatan xwar bikin; hêviya wan bișkînin û êșa malbatê zede bikin.
Her tișt weșartî dihat meșandin. Raporên otopsiyê nehatibûn diyarkirin. Cenaze nîşanî malbatan nedikirin. Çima?
Malbatên ku ji rojhilatê Kurdistanê hatibûn diviyabû ji Balyozxaneya Îranê belgeyekê amade bikin. Piștî ku malbat vegerin Îranê dê li hember wan doz were vekirin, an jî werin girtin.
Me wek delegasyonêkî Ewropî ne karîbû bi dozger re bikevin têkiliyê, ne jî dikrîbû cenazeyan bibînin.
Tenê ditînêkî me hebû: Tirkiye naxaze ku kes rastiyê bibîne. Çi vedișerin? Heger dozger bi me re biaxifiya û daxûyaniyek bida rayagiștî, her tișt di riya xwe de bimeșiya.
Lê wisa nebû. Dozger Ozdemîr em avetin derve. Li gor agahdariyan, ev dozger li gel otopsiya 24 kesan amadebû ye. Divê mirov çawa bifikire?
Skandaleke din: Delegasyonê me li Amedê nikarîbû biçe Adliyeyê. Berê dozger milê parlamanterekî Alman digre û wî daveje derve û evarê nahelin ku bikeve Adliyeyê.
Me fehm kir û dixwestin ji me re bibejin: Hûn ne bi xer hatin.
Em diplomatên Ewropayê nas nakin û em tiștêkî vedișerin.
Di nivîsa xwe ya din de ez li ser Geliyê Tiyarê binivîsim