Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di derbarê şerê li Xurmatû ku di navbera pêşmerge û milîsên Şîe Heşd El Şebî rû da û berdewam dike de daxuyanî dan û bang li aliyan kirin ku bi berpirsyarî tevbigerin.
Li navçeya Başûrê Kurdistanê Xurmatû ya girêdayî Kerkûkê ve lê bi fermî girêdayî parêzgeha Selahaddînê ye ji 12'ê Mijdarê ve di navbera pêşmergeyan û milîsên Şîe yên bi navê Heşd El-Şebî de aloziya ku derket holê her diçe giran dibe.
Heta niha şerê ku di navbera herdu aliyan de diqewime, gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
‘Xwedî hesabên tarî ne’
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê, da xuyakirin ku ev şer ji bilî zêdekirina wêranî û êşka bi salan a gel û komên baweriyan ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê ti encamê bi xwe re nîne û destnîşan kir, ku ji ber vî şerê rû dide ew bi fikar in.
Di daxuyaniya KCK'ê de wiha hat gotin, "Xuya ye, di demeke ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê hînê gefa DAIŞ'ê dewam dike de, li hember hev rakirina hêzên divê bi hev re li dijî DAIŞ'ê şer bikin, provokasyonek e.”
KCK'ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev şerê bi kêrî Iraqiyên Şîe û Sûnî, bi kêrî Kurd, Ereb, Tirkmen û Asûriyan nayê û wiha berdewam kir: Berevajî, di encama vî şerî de wê DAIŞ hinekî din bêhnê vede û hêzên li ser pêşeroja Iraqê xwedî hesabên tarî ne, wê hîn bêhtir bibin xwedî derfet ku pêşeroja Iraq û Başûrê Kurdistanê tarî bikin. Ji xwe, provokatoran di hin êrîşan de kincên gerîla li xwe kirin û bi vî rengî dixwazin dorhêla şer fireh bikin."
‘Eleqeya gerîla bi vî şerî re nîne’
Di daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê de ev xusûs hat destnîşankirin: "Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin: Gerîlayên me ti eleqeya xwe bi vî şerî re nîne. Li gorî bîr û baweriya me; Iraq û Başûrê Kurdistanê welatê hevpar ê hemû gel û baweriyên li vê derê dijîn e. Em bang li hemû aliyan dikin ku bi berpirsyarî rabin, şer bisekinînin û pirsgirêkan bi rêbazê siyasî çareser bikin."
‘Gel bixwe rêveberiya xwe bike’
Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê, Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) li bajarê Silêmanî û navçeya Ranya, di derbarê mijarê de daxuyaniyên hevbeş dan. Di daxuyaniyan de hate gotin ku ji bo aloziya Xurmatû raweste divê gelê navçeyê bixwe rêveberiya xwe bike.
Di daxuyanyan de wiha hate gotin got; “Ji aloziyên li Xurmatû desthilatdariya Başûrê Kurdistanê û bi teybet aliyên desthilatdar berpirsin.”
Di berdewama daxuyaniyan de wiha hate gotin; “Piştî DAIŞ’ê êrîşê ser axa Herêma Kurdistanê kir, milîsên Heşdî El Şeebî jî dest bi dagirkirina Xurmatû kirin. Li hember vê dagirkirinê jî ti kesê dengê xwe dernexist. Heya niha jî bêdengiya aliyên Herêma Kurdistanê yên li Xurmatû desthilatin cihê metirsiyê ye.”
Di daxuyanyan hate diyar kirin ku pêwîste gelê navçeyê bi xwe rêveberiya xwe bikin.
‘Li Xurmatû planek qirêj heye’
Şandeyek Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê ji bo ji nêz ve rewşa Xurmatû bişopînin doh çûne navçeyê. Şandeyê ragihand ku li vir planek qirêj heye û ew dixwazin gel di vê mijarê de hişyar bikin.
Li mijarê Berdevkê Tevgera Azadî Hisên Kerkûkê ku di nav şandeyê di cih girt, ji RojNews re axivî û got ew dixwazin gel agahdar bikin û hemû aliyên li wir jî guhdar bikin.
‘Di nav bajêr de pêşmerge nemane’
Hisên Kerkûkî dazanîn ku xelkê Xurmatû li hember êrîşên hêzên Heşd El Şeebî bi derfetên xwe parastina xwe dike û got ku hêzên pêşmerge û asayîşê di nav bajêr de nemane. Kerkûkî wiha got: “Rewş li vir gelekî aloze. Planek qirêj heye ku dixwazin pêkhateyên vir Kurd, Sune, Şîe, Ereb û Tirkmenan berdin hev û şer derkeve. Aliyên siyasî jî xwe nabin muxatebê pirsgirêkê û xwe dane aliyekê.”
Gel bê parastin hîştin
Tê gotin piştî şerê li herêmê li gor lihevkirinan hêzên pêşmerge li navçeyê nemane û tenê hêzên polîs mane. Lê belê hêzên Heşd El Şeebî û hêzên Tirkmen li bajêr hene, gelê Xurmatû bi taybet Kurd ji ber vê yekê di nava metirsiyê de ne û dibêjin ku bê parastin hatine hiştin. Ji bo aloziyên Xurmatû rawestin divê gel bixwe rêveberiya xwe bike.
'Heşd El Şebî tevlîheviyê dike'
Konseya Rêveber a KNK’ê jî têkildarî Heşd El Şebî û rewşa Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek nivîskî weşand. KNK’ê diyar kir ku ji bilî arîşe û aloziyên di navbera Başûrê Kurdistan û Bexdayê de, bi cihnekirina madeya 140’î, ne şandina para budce yê û ne hevçeperî ya bexda û Kurdistanê li hember êrişên DAIŞ ê. KNK’ê wiha got: “Ev hêza çekdar, li gor belge u daxuyaniyan, gardeke Şîî mezheb ya Erebî ye û rastewxwe di bin kontrola dewleta Îranê de ye.”
Di daxuyaniya KNK'ê de têkildarî helwesta hikûmeta Iraqê wiha got: "Yek ji xirabtirîn corên şerfirotinê yên li dijî herêma Kurdistanê, niha 'Heşd Alşeibî' ye. Destêwerdana dewleta Iraqê û dewletên derdor ji bo têkdana aramî û duberekî çêkirinê nayê qebûl kirin û ji alî Kurdistaniyan ve berevanî jê tê kirin. Xurmatû devereka veqetiyayî bûye ji Kurdistanê.”
KNK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku pêwîst e Kurdistanî ji van metirse û gefan fêm bikin û yekdeng û hevçeperî li hember ev core hewlan rawestin.
NAVENDA NÛÇEYAN
‘Kurd û Şîe birayên hev in’
Endamekî Hevpeymana Şîe li Parlamentoya Iraqê Hebîb Terfî di derbarê aloziyên li Xurmatû de got “Ti sûda şer û aloziyên li Xurmatû ji bo Kurd û Ereban nîne. Ji aloziyê tenê DAIŞ fayde dibîne.” Parlamenter Hebîb Terfî di derbarê şerê li Xurmatû de ji RojNews re axivî û got: “Pêwîst e berpirs û rayedar bi şêweyek wekhev nêzî xelkê navçeyê bibin.”
Terfî dewama axaftina xwe de wiha peyîvî; “Kurd û Şîe birayên hev in. Pêwîst e vê biratiya xwe xirab nekin. Îro Iraq dibin metirsiyê de ye. Ger li Kerkûk an Xurmatû yan her navçek din şer û alozî çêbibe, wê DAIŞ ji vê sûd bigire.” Terfî dawiya axaftina xwe de got; “Heya niha jî aloziyên li Xurmatû navbera Kurd û Şîeyên navçeyê xirab nekiriye. Em bi çavek biratî li Kurdan dinerin. Em daxwaz dikin ku Kurd û Turkmen ji navçeyê dernekevin.”
ROJNEWS/KERKÛK