Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê, çalakiyek li dijî serçeteyekî El-Cebhe El-Şamiyê yê bi navê Mihemed Heyanî li dar xist. Di encamê de, serçete hate kuştin.
Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyeke nivîskî encama çalakiya xwe ya li dijî serçeteyê El-Cebhe El-Şamiyê eşkere kir. Daxuyaniya Xezeba Zeytûnê wiha ye:
ʺYekîneyên me yên Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê di dîroka 18`ê meha 8`an a 2018`an de, çalakiyek li dijî serçeteyê El-Cebhe El-Şamiye yê bi navê Mihemed Miho yê ji Heyanê û bi navê Mihemed Heyanî tê naskirin, li herêma di navbera gundên El-Şedûd û El-Baroza de li dar xist.
Di encama çalakiyê de, serçete ku kiryarên qirêj li dijî gelê me dimeşandin, hate kuştin. Efrîn, sebir bike, tolhildan tê.ʺ
EFRÎN