Hevserokê Partiya Jiyana Azad ya Kurdîstanê (PJAK) Ebdulrehman Hacî Ehmedî di salvegera qetilkirina Serokê Giştî yê PDK-Î Dr. Sadiq Şerefkendî ku di 17'ê Îlona sala 1992'an de ji alî sixurên Komara Îranê ve, de bi bîr anî û kesayeta Sadiq Şerefkendî vegot.

Serokê Giştî yê PDK-Î Dr. Saqid Şerefkendî di 17'ê Îlona sala 1992'an de li Xwaringeha Mîkonûs ya bajarê Berlînê dema ku Şerefkendî beşdarî civîna li hemberî Komara Îslamiya Îranê dibû li gel 7 hevalên xwe ji aliyê sîxurên Komara Îranê ve hatin qetil kirin.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) Ebdulrehman Hacî Ehmedî ku yek ji hevalên nêzî Dr. Şerefkendî bû li ser jiyan û xebata wî ji RojNews'ê re axivî.

 

Her tim kesayetek mînak bû

Ebdulrehman Hacî Ehmedî bi lêv kir kir ku Şerefkendî xwedî kesayetiyek mezin bû û wiha got: "Şerefkendî mirovekî mezin bû. Di dema xwendinê de xwendevanekî bi mînak bû. Li dibistanê tabloyek hebû bi navê salnameya Mahabadê, di vê tabloyê de navên xwendevanên yekem hat nivîsandin. Her sal wêneyekî Şerefkendî  wek xwendevanekî mînak lê dihat dayîn. Dema ku ji bo xwendina zangîngehê çû Tehranê, ezmûnên heyîn gelek zehmet bûn, eger xwendevan gelek zîrek nebûyan wernedigirtin. Şerefkendî li Tehranê weke xwendevanekî bi mînak hat wergertin."

Hecî Ehmedî behsa nasîna Şerefkendî bi poltikayê re kir û wiha ragihand: "Dema ku Şerefkendî ji bo xwendina dokrota hat Fransa li Parîs Dr. Qasimlo nas kir. Êdî dest bi berê bingehîn ê siyasetê kir, ta ku şoreşa gelan ya Îranê destpê kir. Piştre Şerefkendî vegeriya Îranê û bû nûnerê Partiya Demokratîka Kurdistana Îranê a Tehranê. Di wê demê de ez ji li gel bûm. Dema ku Xumeynî Partiya Demokratîka Kurdistanê wek şeytan bi nav kir, êdî me nekarî em li Tehranê bijîn, Şerefkendî çû Mahabadê."

 

'Cihê Dr. Qasimlo dagirt'

Hacî Ehmedî di berdewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir: "Beşdarî kongreya Partiya Demokratîka Kurdistanê kir, bû endamê polîtburoya wê. Piştre bû cigirê Dr. Qasimlo ta ku Dr. Qasimlo şehîd bû. Dema ku Dr. Qasimlo şehîd bû, Şerefkendî weke mirovekî layîq, kêrhatî û bi îrade bû serokê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê. Bi rastî di wê demeke ku aloz de karî PDK'ê ji wê qonaxê de derbaz bike. Cihê Dr. Qaşimlo dagirt, ji ber ku mirovekî xwedî îrade û bêtirs bû. Heya ku Şerefkendî dijiya hemû kesê dizanî Partiya Demokrata Kurdistanê wê xebata xwe berdewam bike û çiyan bi cih nahêlin. Ji ber ku Komara Îslamiya Îranê zanî ku bi teror kirina Dr. Qasimlo re têkoşîna wan bi dawî nabe, ji ber ku di wê demê de xebat û têkoşîn bê navber didomiya vê carê jî li Berlînê Şerefkendî şehîd kirin."


Piştî şehîd xistina wî "aş betal" dest pê kir

Hacî Ehmedî diyar kir ku bi şehîdbûna Şerefkendî re di nava PDK-Î de aş betaliyê dest pê kir û wiha axivî: "Ji ber ku bi şehîdbûna Şerefkendî re PDK'ê dest ji çiyan berdan êdî di nav de aş betaliyê ji dest pê kir. Dema ku Şerefkendî şehîd bû êdî di nava wan de kesek nebû cihê wî bigre û li ser pêyan bigre, çawa ku Dr. Qasimlo şehîdbû, Şerefkenî cihê wî girt û têkoşîn da meşandin. Ji ber vê yekê bi alîkariya hinek partiyên Başûrê Kurdistanê rêya Koyê ji wan re hat dayîn. Dema ku Partiya Demokrata Kurdistana Îranê li Koyê niştecih bû êdî tenê weke navekê ma, tenê ew dîroka wê ma ye ku xwedî Qazî Mihemed, Dr. Qasimlo, Şeferkenî şehîdên din maye. Çend salekê karîn sûd ji vê dîrokê bibînin, lê piştî vê hêdê hêdî ketin wê rewşê niha tê dîtin. Ez naxwazim besa vê rewşê bike ji ber ku her tişt ji ber çave." 



SELAH XIDIR/ROJNEWS