
Bi sedan pêkhateyên bajarê Serêkaniyê, Kurd, Ereb, Ermenî, tevî endamên saziyên civaka sivîl û eskerî bi meşekê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û doza azadiya Ocalan kirin.
Meşê ji ber avahiya Meclîsa Mala Gel a Serêkaniyê dest pê kir. Meşvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakiribû û pankartên li ser wan nivîsandî, “Bê serok jiyan nabe, na ji dagirkeriya dewleta Tirk re” hilgirtin. Meşvanan bê navber dûrişmeyên ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina tecrîdkirina wî gotin. Meş li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê.
Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk a Kantona Cizîrê, Cahid Hesen axaftin hat kirin. Cahid da zanîn ku hemû destketiyên ku Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê û ne xasim li Rojava di salên dawî de bi destxistine bi saya ked û xebata Rêber APO û şehîdan bû.
Endama Kongreya Star a Serêkaniyê Zozan Hesen jî li vir axivî û tecrîdkirina Ocalan şermezar kir û azadî ji bo Ocalan xwest.
ANHA / SERÊKANIYÊ