Di dema dawî de li bajarê Serêkaniyê hemû kolan tên paqij kirin, dar tên çandin, projeyên nû ji bo xweşik kirin û xizmeta bajêr bi rêve diçin. Li gel vê jî ji ber sedema ku di dema şer de komên çete betariyên telefonên bajêr dizîbûn, ji lewra ji aliyê şaredariya bajarê Serêkaniyê ve hemû xetên telefonên erdê hatine sererastkirin û êdî welatiyên bajêr dikarin telefonên erdê bi kar bînin. Şaredariya bajarê bi qasî 400 xetên telefonê sererast kirine û niha di xizmeta welatiyan dene. Her wiha îsal mazot ji bo cotkaran hatiye belavkirin, hejmara cotkarên ku mazot girtine 1210 tenê ji bo çandiniya genim hatiye dayîn, li gel vê wê ji bo çandiniya pembo jî mazot li cotkaran ji aliyê şaredariyê ve bê belav kirin.
Li gorî pergala Xwesiya Demokratîk a ku li her sê kantonan hatiye avakirin û xwe bi sazî kiriye û ev pergal di hemû bajarên Kantona Cizîrê de jî bi rêve diçe. Li bajarê Serêkaniyê jî gelek sazî û dezgeh ji aliyê gel ve bi rêve diçin û li bajêr hemû kar gel bi xwe bi rêve dibin hene. Dîmena ku îro li bajarê Serêkaniyê diyar dibe, her çiqas ku dem dem, şerekî germ jî di herêmê de hebe, lê careke din projeyên ku niha di meriyetê de ne, li bajarê Serêkaniyê berdewam dikin. Ji ber eniya şer ji bajêr gelek bi dûr ketiye. Her çendî şer di nava civakê de ne rihetiyê ava bike, lê heyanî radeyekê bajar aramiya xwe diparêze.
Koçber vedigerin bajêr
Cîgirê Şaredarê Serêkaniyê Ebdilezîz Salêh der barê rewşa bajarê Serêkaniyê de, her wiha rewş û asta xizmeta ku tê kirin û pêdiviyên bajêr de nêrînên xwe wiha anî ziman; “Zêdeyî ji sedî 50 gelê herêmê careke din vegeriya bajarê Serêkaniyê û her diçe zêdetir dibe. Piştî vegera gel her ku çû daxwaziyên gel zêde bûn, ji ber ne tenê şêniyê herêmê vegeriya, her wiha gelek welatî ji deverên din jî xwe sipartin bajarê me. Xizmetên bingehîn ji bo gel pêwîstî bi av û nan hebû. Em jî di demên destpêkê de weke şaredarî ketin tengasiyan. Ji ber dema ku gel vegeriya di bajêr de gelek pirsgirêk hebûn û çareserî jê re pêwîst dikirin.„
Şaredarî pirsgirêkan çareser dike
Salêh der barê çareserkirina pirsgirêkên bajêr de wiha dirêjî dide gotinên xwe; “Di serî de me motorên mezin anîn û danîn ser bîrên avê, ji bo em bikarin pirsgirêka avê çareser bikin. Wiha me bîrên xwe xebitandin û av gihand hemû malan. Em weke şaredarî jî hîn zêdetir dixwazin li ser mijara çandiniya havînê rawestin. Ji lewra hemû welatiyên ku çandiniyê dikin em weke şaredarî hewildanên me ya alîkarî kirinê hene. Ji ber vê em dixwazin ku gelê me jî girîngî dide çandiniyê, ji ber wê demê em ê bikarin li ser gelek pirsgirêkên xwe rawestin."
Endamê Rêveberiya Mala Gel a bajarê Serêkaniyê Ferec Qido der barê rewşa bajarê Serêkaniyê de nêrînên xwe wiha bi me re parve kirin; “Piştî rawestîna şer hejmara gel di bajêr de kêm bibû, lê em niha dikarin bêjin ku niha hejmara gel li bajêr başe. Bi berxwedaniya YPG û YPJ’ê bajarê me hate rizgar kirin. Niha ewlekariya bajêr başe. Em dikarin bêjin ku bajarê Serêkaniyê nû nefes digire."
Daxwaza jiyana wekhev
Qido di dewamiya gotinên xwe de bal kişand ser projeyên dema pêş û wiha got; “Em weke meclîs û mala gel projeyên me hene. Mînak em dixwazin niha qadeke mezin vekin ji bo gel bikare hemû pêdiviyên xwe jê peyda bike, di heman demê de wê gelek kes di vê projeyê de cihê xwe bigirin, ev jî ne tenê wê kesên dewlemend bin, wê kesên ferqîr jî cihê xwe tê de bigirin. Li gel vê jî projeyên me ji bo ciwanan jî hene, weke vekirina kantîn, wê ciwan bi xwe karê xwe bi rêve bibin bi pereyên xwe cih vekin û bi xwe jî bi rêve bibin. Yanê wê hinek tenê pereyan nedin û hinek tenê wê kar nekin. Ji ber armanca me di heman demê de mirovên ferqîr jî tê de kar bikin û bibin xwedî par. Em jî di van projeyan de ji wan re dibin alîkar.”
Qido der barê bi rêxistin kirin û sazî bûna civakê de û çalak kirina hemû welatiyên bajêr de wiha axivî; “Her ku diçe pergala bajêr xwe bi cih dike, hema bêje hemû welatiyên bajarê Serêkaniyê di nava sazî û dezgehên rêveberiya xweseriya demokratîk de cihê xwe digirin. Her çiqas ku derfet kêm bin û gelê me li gorî derfetên heyî kar dike û dijî, lê em dikarin bêjin ku îrade ji hemû derfetan mezintire, li vir jî îrade heye û gelê bajarê Serêkaniyê jî xwedî îradeyeke berxwerdanvane.”
MEDYA DÊRSIM/ANHA/SERÊKANIYÊ