Gelê Serêkaniyê û Til Temir şehîd Serhed Menacîr bi merasîmekê li goristana şehîdan a Herêma Til Temir, oxir kir. Doh bi sedan welatiyên Herêma Serêkaniyê û Til Temir, cenazeyê şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Osman Îsa (Serhed Menacîr) yê ku di 10 Tebaxa 2017`an de, di Hemleya Rizgarkirina Reqayê, şehîd bibû, bi merasîmeke girseyî li goristana şehîdan a Herêma Til Temir oxir kir.
Li goristanê merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ û YPG`ê ve hate destpêkirin. Paşê, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Şêrîn Şêxî axivî û sersaxî ji malbata tekoşer Serhed re xwest.
Li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kawa Til Temir jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan dûbare, kir.
Di dawiya merasîmê de, bi dûrişmeyên”Şehîd Namirin” cenazeyê têkoşer Serhed hate oxirkirin.
SERÊKANIYÊ