Dema mirov li hin demjiyanên dîrokî dinêre, di hin tiştan de matmayî dimîne. Her çendî tê gotin ku duringî ne gengaz e jî, lê gava mirov pêkhatinên weha dibîne, mirov carna ji xwe dipirse; „gelo dîrok xwe dicarîne?“ Ev hem di warê mijara îxanetê de û hem jî  di warê hevkariya dagirkerên welatên me de ji wiha ye. Kêliya mirov li vê mînaka çendbarebûyî binêre, vê rastiyê bi hêsanî dibîne:
Bedirxanan bi osmaniyan re bi navê eşîrî û mîrîtî hevkarî kir û kelaha Seîd Begê di ser wî de ruxandin. Li pey wî jî Yêzdan Şêr bi osmaniyan re hevkarî kir û serhildana Bedirxanên apanê xwe şikand. Lê tu kes di vê mijarê de behsa îxanetekê nake ku ev rastî li ber çavan were raxistin. Di vê roja me de jî hin partî, serokê hin partiyên rêya Kurdayetiyê nadin kesî, heman karî dikin. Heta di komisyonên meclîs û dozgerên dagirkerên Tirkan de gilîkirin, şev û roj di çapeniya dagirkeran de wek „Kurt Aydini“ êrişê Tevgera Azadî dikin. Ev jî wek îxanet nayê nirxandin. Çawa ku tişteke gelek xwezayî be!
Di sedsala hîjdehan de jî li eyaleta Ruhayê hêzên Malulmulkên osmanî yan jî Tirk bi hevkariya eşîra gêsan ku eşîreke ereban bû, di kesayetiya Ibrahîm Paşa de êrîşê Kurdan kiribû. Di wî demjiyanê de di kesayetiya evîna Derwêş û Adulê de hêza yekitiya Kurdan li dij vê eniya dagirker şereke dijwar meşandibû. Ew roj, ew serhildan wek destaneke netewî, wek straneke netewî, wek giyaneke netewî hê îro jî di ruhiyeta me de ciheke herî giranbiha digire.
Dema em li vê dema me dinêrîn; em dibînin ku dîsa malûlmulkê osmanî Erdogan û AKPeya wî li Suriyê hin ereban di bin navê El Qeîde, Selefî yan jî navên din de xwe nîşan didin, wek mîlîs girtine bin lepên xwe yên xwînîn, geh li devera Efrînê, geh jî li devera Serêkaniyê êrişê Kurdan dikin.
Ew wêneyên dîgîtal yên hevkariya van xwînxwaran nîşan dida, bi awayekî bêşirove ev hevkariya bêbext û dijminahiya gelan li ber çavan raxist. Ew êdî vê hevkariyê, yan jî bikaranîna hin hêzên paravan bê veşartin li ber çavên heman cihanê pêktîne û dijminahiya li hemberê hemû Kurdan jî her wisa. Lê çavên hevkarên di bin siya AKPê de dimeşin, bi îxanetê wisa tarî bûye ku mirov rastiyan têke çavên wan jî, ew dibêjin „lê rant!“
Dagirkerên Tirk bi tevê caşên xwe tiştekî ji bîrkirine. Ne dem ew serdema sedsala hijdehan e, ne Kurd Kurdên sedsala hîjdehan e. Li aliyê din îro bi dehezaran Derwêşê Evdî û Aduleyan çekên xwe hilgirtine, li serê çiyan, li deştan, li bajar û li gundan, li sînor û lûtkeyên çiyan bi awayên şêran, lê bi taktîk, stratejî û plan berbi azadiya gelê Kurdistan û Rojhilata Navîn ve dimeşin. Ew hemû lîstikên bêbext vala derdixin, rantê di qirika rantxwiran de wekî betonê dicemidînin.
Ew êriş û komploya li Serêkaniyê ne planeke xinizê biçûk bû, ne jî tenê ceribandibekê bû. Dewleta AKP ê ya ku li Kurdistanê têkdiçe, xwest ku bi wê planê bigihîje aramamca xwe. Ji wê hemû kesên qaşo pispor û perwerdekirî, bi rojan careke din perwerdekir, heta hin leşkerên xwe yên qaşo pisporên taktîk û şer jî tevê bi sedan çeteyên êrişkar şande Serêkaniyê. Xwest li wir serkeftineke bi destbixe û peyder pey hemû destkeftiyên Kurdan têk bibe. Ev planeke wisa mezin bû.
Lê şêrên Kurdistan, Derwêş û Aduleyên bedenên xwe ji bo azadiya Kurd û Kurdistan kirine sîper, bi hêrişên dewrêşane, di bin fermandariya Cudiyan de ev lîstik, ev êriş, ev plana bêbext, ev dek û dolabên AKP bi têkbirina çeteyan re têk bir. Hêviyên Erdogan û AKPeya wî careke din di avê de fetisand. Bi vê serkeftinê asoyên hêviyên azadiya gelê Kurdistan hê berfiretir bû, giyana serkeftinê li asûmanê welêt dipere.
Divê destana vê serhildana Serêkaniyê careke din were nivisandin. Derwêşên Evdî û Adule yên nû di wêjeya me ya welatparêziyê de cihê xwe bigire. Divê ev neyê ji bîrkirin ku êdî şerê Kurdistan yekpare ye. Li her qadê bi serkeftinî dimeşe.