Serekçeteyê El-Qaîdeyê Qasim El-Rîmî yê Yemenê di encama operasyoneke leşkerî ya hêzên Amerîkayê de li Yemenê hat kuştin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku serekçeteyê El-Qaîde yê Yemenê li Girava Ereban di encama operasyona leşkeri ya hêzên Amerîkayê de li Yemenê hatiye kuştin.
Qasim El-Rîmî di Hezîrana 1978’an de li Yemenê ji dayik bûye, di sala 2015’an de tev li El-Qaîdeyê bû. Her wiha derbasî Afganistanê bû û li wir fermandariya taybet di nava El-Qaîdeyê de kir.
El-Rîmî serkêşiya El-Qaîdeyê li Girava Ereban piştî El-Wihêşî kir. El-Wihêşî li Mekla ya li rojhilatê Yemenê hatibû kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN