
Şêremêr yek ji karên hostekarên hunermend ên serdema qeşayê ye ku teqrîben beriya bi 40 hezar salan hatiye çêkirin. Mirovê ew çêkirî di warê teknîka verotinê de hoste ye, xwedî sêwirandineke orîjînal e û ev şêremêr li ser diranê fîlan çêkiriye. Ev
şahesera mirovan 31 santîman dirêj e. Serê wî yê şêrekî şikeftan e, û bedana wî qismî ya mirovan e, lê dişibe bedena kitikan jî. Ji rûyê wî kifş e ku ew baldar e, dinihêre û dihisîne. Ew yekem temsîla mexlûqekî ye ku fizîkî nîne, lê fikrên li ser supernaturalê sembolîze dike. Ev şaheser niha li muzeya bajarê Ulmê yê Elmanyayê ye, bi xwe jî li şikefta Stadel a li eyaleta Elmanyayê Baden-Wurtembergê hatibû dîtin.
NAVENDA NÛÇEYAN