Li gundê Kurubaş ê girêdayî navenda Wanê ku debara xwe bi sewalkariyê dikin jiyanek ekolojîk derbas dikin. Welatiyên gund, ji hemû berhemên pez sûdê digirin. Sergînên ku li gundan qîmetê wan tune, ji bo demsala zivistanî ji komirê bi qîmetir dibe. Gundê Kurubabşê ku ji 380 malan pêk tê, piraniya wan bi debara xwe bi sewalkariyê dikin. Piştî 2 erdhejên mezin û bi hezaran erdhejên biçûk li ser hev li Wanê pêk hatin, li gund jî gelek xesar çêbûne. Ji ber serma zêde ye û welatî piranî di konan de dijîn sergînê ku demekê bêqîmet bûn, niha bi qasî komirê bi qîmet in. Welatiyên ku xaniyê wan û gomên wan hilweşiyan, li gel sir û sermaya zêde jî dîsa dest ji sewalkariyê bernadin. Li gund hin malbat 200-400 mihan hilbat jî 100-200 mih xwedî dikin. Welatiyen ku piştî zozan li wan hatin qedexekirin bi zahmetiyê rîs, ka û êm sewalên xwe temîn dikin, ji hemû berhemên pez sûdê digirin. Welatiyên ku her sal ji bo xwedîkirina sewalan 30 ton ka û rîz kom dikin, 20 ton jî cih û êmê fabrîqeyê dikirin. Ji ber vê yekê lêçûna êm li ser welatiyan dibe bargiranî, lê li aliyê din hemû berhemên pez ên wekî şîr, mast, penêr, hirî, goşt û sergîn dibin çavkaniya hatinê.

'Şert û merc xwedîkirina pez dijwar dike'
Ji ber ku leşkeriyê gund û zozan li koçeran qedexe kir, li gorî 15 sal berê pez kêmtir tê xwedîkirin. Lê dîsa jî neviyê gund debara xwe li ser pez dike. Welatiyên gund hemû çavkanî û debara xwe li ser pez temîn dikin. Yek ji çavkaniya debarê jî sergînên pez in. Piştî erdhejê û zivistana dijwar qîmetê sergînan xwe da der. Welatiyên ku nikarin komir û êzingan bistînin, li şûna komir û êzîngan diçin gund sergînan distînin. Welatiyên ku pez xwedî dikin û sergînan difiroşin jî diyar dikin ku sergîn hem erzan in û hem jî ekolojîk in. Sergîn û kerme ji bo tendûr û germkirina welatiyan çareserekî hêsane. Niştecihê gund welatiyê bi navê Maruf Kumlî ku debara xwe bi sewalan dike, her sal bi tonan sergîn û kermeyan difiroşe.  Kumlî, da zanîn ku berê li her gundan hemû mirova ji bo germkirin û sotemeniyê sergîn û kerme bi kar di anîn û wiha got: “Berê li heremê her kesî sergîn û kermeyan dişewitand. Piştî sobeyên ceyranê û kilîma pêş ketin êdi wekî berê nayê şewitandin."
Kumlî, destnîşan kir ku berê welatî ji bajaran dihatin sergîn dikirîn û wiha berdewam kir: “Wekî salên berê sergîn nayên firotin. Lê îsal ji ber erdhejê zêde hatin firotin. Hemû sotemeniya gund li ser sergîn û kermeyan e. Agirê wê mirovan aciz nake. Zerarê nade tenduristiya mirovan. Lê komir ne wisa ye. Gelek mirov ji ber komirê jahrînî dibin û jiyana xwej dest didin." 


BÎLAL GULDEM - DÎHA/WAN