Jana li welat û koçberiyê
Fîdan Dogan, cih û warê wê koçberiyê, bi sirgunan ve rê girtiye, şopên komkûjiya Meraşê girtiye, li navçeya Elbîstan a Meraşê ku elewiyên Kurd pir li wir dijîn di 17'ê Çile ya 1982'an de ji dayik bû. Yek ji çar zarokên malbatên ku koçberê Ewropayê kiriye bû. Piştî malbata wê koçberê Ewropayê bû Fîdan Dogan li gund li cem xizmên xwe mabû. Di 9 saliya xwe de çû cem malbata xwe ya li Fransayê. Di sala 1999'an bi awayek aktîf di xebatên Ewropayê de cih girt. Di sala 2002'an û vir ve di nava xebatên dîplomasî ya Ewropayê de cih girt. Dogan a endama Kongreya Neteweyiya Kurdistanê (KNK) bû, nûnertiya lîjneya Parîsê dimeşand.
'Giraniya xwe dizanibû´
Bavê Fîdan Hasan Dogan, ji bo wê ev tişt gotin: "Rojbîn ji ber bi sabir, bi bawer û keseke bi vîna xwe bi bawer bû, dizanibû dê li ku, çewa helwest nîşan bide. Xwe bi rêbaza îknayê dida qebûlkirin. Li şûna li her derî her bersivî bide, giraniya cih, pirsgirêk, dixwest derûniya ya li hemberê xwe an jî bertekên wan bipîve, wisa dixwest bersivê bide. Ev taybetmendiyeke wê ya herî berbiçav bû. Di nava malê de jî vê yekî pêk tanî. Di têkiliya xwe ya bi xwişk û birayên xwe re jî rêbaza îknayê, wan fêmkirin û çareseriyê esas digirt. Ez bawerim ji ber ewqas di nava malbat, derdora malbatê ya berfireh, heval û rêhevalên xwe de dihate hiskirin ev bû. Rojbîn, pêşiya her tiştî hewildana wê ya guhdarkirin û wan fêmkirin bi sebir pêk tanî. Rêgeza li hemberê xwe dirûst, bi vê re jî li hemberê pêşberê xwe jî dirûst tevgerandin esas girtibû."
'Pir tiştan jê fêr bûm'
Bav Dogan anî ziman ku ji bo wî Rojbîn hevalek baş, mirovek dirust bû û ew pir tişt jê hînbûye. Dogan, da zanîn ku keça wî xwedî li elewîtiyê derketiye. Dogan, destnîşan kir ku di cenazeya wê de elewiyên kurd ne li cem wê bûn û wiha got: "Keça min ji ber elewîtî ketiye vê rewşî xwedî li nasnameya xwe, elewîtiyê parast û bê mirinê bifikire ji bo maf û baweriyê bi haqê ve meşiya. Yê nemeşiyan bila şerm bikin. Yek ji wan jî nikarin av li lingê keça min, şehîdên min bikin. Keça min, lêgeranêke edaletê bû. Di destê wê de dilek û baweriyek paqij hebû. Başqe tu tişt tune bû."
Leyla Şaylemez (Ronahî)
Leyla Şaylemez ku bi eslê xwe ji navçeya Licê ya Amedê bû, ji 8 zarokên malbatê, zaroka pêncemîn bû, di sala 1988'an de, li navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê ji dayik bû. Bi gotina bavê wê Cûmalî Şaylemez; "Di sibeha çileyekî bi berf... Hêj ji dayik bû nebû, çavên wê hêj vebû bi unîformaya polîs, bi rûyê zilimkar a dewletê û berxwedana gelê kurd re rû bi rû ma." Hêj 6 saliya xwe malbata wê, ji ber çewsên polîsan reviya û li Almanyayê bi cih bû. Leyla jî, di sala 1994'an de dibistana xwe ya Dibistana Seretayî ya Yuzuncu Yil-Barbaros a Mêrsînê di pola duyemîn berda û çû Almanyayê. Di sala 1994'an de li kenta Halle ya Almanyayê bi cih dibe û dest bi dibistanê dike. Zêdetirê 6 sal li gelek cihên Ewropayê xebatên ciwanan dimeşîne, piştre biryara çûna Qada Parastina Medyayê dide. Piştî 2 sal li wir dimîne ji ber pirsgirêkên tenduristiya wê dîsa vedigere Ewropayê û xebatên xwe yên li ku mabû bi awayek aktîf û bi hêztir berdewam kir.
'Zaroktiyek ji rêzê nejiya'
Dayik Şîfa Şaylemez, diyar kir ku Leyla di temenê zarokatiyê de êşên mirovên mezin di dilê xwe de dikişand û wiha got: "Zarokatiyek ji rêzê nejiya keça min. Biçûk bû lê êşên miroveke mezin di dilê xwe de dikşand. Her tim dema mezin bibe dixwaze bibe mîmar. Carina dibêjim ku xwezî me têkoşîna Kurdistanê di dema xwe de hilgirtibûya, belkî niha dê ne keça min ne jî keseke din miribûna." Xwişka wê Yasemîn Şaylemez jî got: "Xeyala wê ya herî mezin ew bû ku piştî Kurdistan ava bibe bi motosîkletê cîhanê bigere bû. Dijminên mirovahiyê mixabin bê xeyalên xwe pêk bîne wê ji nava me hildan."
'Ciwanek jîr û çeleng bû'
Xalê Şaylemez Abdulvahap Şaylemez jî diyar kir ku Leyla xwedî taybetmendiyeke ji hemû neyîniyan re rûbar dibû, di ser pirsgirêkan ve diçû û hêza wê ya çareseriyê hebû. Şaylemez, da zanîn ku xwe pir dida hiskirin û kesayetiyeke wê ya bi espîrî hebû. Xal Şaylemez, ji bo kesayetiya bi reng û bi tevger a Leylayê peyva "Ji bo bifire pêwîstî bi baskan heye" tîne ziman. Xal Şaylemez wiha got: "Salek piştî malbata Leyla ez jî çûm Almanyayê,dema Leyla nîqaşên siyasî dikir pir hêrs dibû û aciz dibû û got "Hevala Sakîne Cansiz jî her tim dema me didît bi ken digot 'Leyla ewqas bi hêrs e ku mirov nikare pê re biaxive'."
'Nedihat neheqiyê'
Meta Leyla Şaylemez Ayşegul Şaylemez jî, Leyla hêj bi biçûkahiya xwe nedihat neheqiyê û kesayetiyekê wê ya ekso hebû. Met Şaylemez, wiha got: "Mirovek pir bi hirsî û wêrek bû. Apê wê Abdullah Şaylemez jî, diyar kir ku bi Leyla Şaylemez re di heman temenî de bûn û zarokatiya wan bi hev re derbas bûye. Şaylemez ev tişt gotin: "Ez di pênasîna wê de zahmetî dikşîn im. Qala xebatên xwe yên li Ewropayê dikir. Di wan deman de pir bi heyecan dibû. Kirinên xwe bi coşek mezin vedigot."
'Rojek berî bûyerê gel min bû'
Xwedana mala ku rojek beriya Leyla Şaylemez bê qetilkirin li mala wan a li Parîsê bû Sureyya Aslan jî, diyar kir ku wan dawî di 8'ê çile de hev dîtiye. Aslan, wiha got: "Nêzî 4 meh li mala me ma. Bûbû weke yek ji malê. Serê sibehê zû radibû, çay datanî ser agir, taştê amade dikir. Serê sibeha çû pir bê aram bû. Cara yekemîn ew sibeh zû ranebû. Min rabû taştê amade kir. Piştî rabû min jê pirsî çima tu hişyar nebûyî. Aciz bûbû. Taştê nekir û derket. Di demên din de pir bi kêfxweş bû, radibû bi min re paqijiya malê dikir. Weke keça min be." Hevsera Sureyya Aslan, Nûrettîn Aslan jî wiha got: "Ez serê sibehek rabûm taştê amade kiribû. Ji bo em taştê bikin em rûniştin. Çaydan li alê min bû min bi henekî got hevala Leyla ez çaya te ronakim, ez feodalim. Hema got 'Heval hûn îdea dikin ku demokratin. Êdî dev ji vê mejiyî berdin'. Pir bi hîstiyar bû. Di tiştekî biçûk de hema dest bi nirxandinan dikir, rexneyan dikir."
'Kesayetek çalak hebû'
Aslan, destnîşan kir ku ji ber di pozê Şaylemez de goşt hebû di dan û standina nefesê de zahmetî dikşand, ji bo tedawiyê demek çûbû Almanyayê, li vir jî xebat dimeşand û di encama xebatan de di ciwanan de tevgeriyeke cidî pêk hat. Aslan, anî ziman ku kesayetiyeke Şaylemez a pir bi aktîf û bi çalak hebû, tiştê dixist serê xwe dikir.
DIHA/AMED