Ji ber vê ye ku em di serhildanên wê heyamê yên li Bakur, Başûr û Rojhilat de dikarin tenê rastî hindik navên ronakbîran bên û wan bibîrbînin. 


Bi meşê heta bi nav rêveberiya serhildanê

Li gel Îhsan Nûrî Paşa, Nûman Efendî ronakbîrekî sereke yê berxwedana Agiriyê bû. Ji ber ku wî di salên 1920’an de li herêmên Bazîd û Îdirê xebatên welatparêziyê dimeşandin, ew di dawiya serhildana sala 1925’an de hatibû sirgûnkirin. Lê Nûman Efendî piştî ku berxwedana Agiriyê destpê kir ji Bursayê reviya, bi meşeke bi lingan wî di 47 rojan de xwe gihand nav çiyayên Agiriyê û bû endamê rêveberiya berxwedanê. 

Pêşiyên Nûman Efendî, bi gotina biraziyê wî Şefîq Efendî, di dema serweriya Îshaq Paşa de ji Erdîşê warguhezî Bazîdê bûne û di dezgehên sazûmana wê de kar kirine. Nûman Efendî, di hin belgeyan de wek Dundarzade Nûman Hulusî Efendî sala 1885’an li Erdîşê hatibû dinê, li  dibistanên Erzirom û Stenbolê perwerde bûbû, piştî qedandina mekteba mulkiyeyê sala 1910’an vegeriyaye welat û gelek salan wek cîgirê waliyê Bazîdê kar kiriye. 

Piştî ku Rûsan herêm dagir kir û sala 1917’an de vekişiyan, wan sê ronakbîrên Kurd ku yek ji wan jî Nûman Efendî bû bi xwe re biribûn. Li gorî hin çavkaniyên zargotinî ew sirgûnî Sibîrya’yê hatibû kirin. Nûman Efendî sala 1922’an vedigere welat, pêşiyê li Bazîdê wek midûrê tapûyê û du salan şûnde jî li bajarê Îdirê wek parêzer kar dike. 

Em ji nameya Lordzade Îbrahîm Heqî ji Bazîdê û bersîva Nûman Efendî fêr dibin ku ew çiqas dereng di reşemiya sala 1928’an de li Agiriyê di nav berxwedanê de ye. Ev name di pirtûka Celadet Bedirxwan a bi navê “La Question Kurde” (Pirsa Kurd) sala 1930’î hatine çapkirin. 


"… Hestên me kontrol dikin."

Di nameya 21.02.1918’an de Îbrahîm Heqî ji Nûman Efendî re dinivîse ku wî ji walî û hikûmetê bona efûkirina wî soz girtiye. Nûman Efendî di nameya xwe de balê dikşîne ser wê yekê ku wî ti caran doza efûyê nekiriye û destnîşan dike ku wekî dema ku welatê wî tê wêrankirin û bi milyonan kurd tên sirgûnkirin veger û teslîmbûna wî ne mumkin e, pirsa Nûman Efendî ne berjewendiya wî bi xwe ye, ew ji bo çareserkirina pirsa netewa kurd li çiyan e: 

“… Li ser wan êrişên ewqas bi hovane dihatin meşandin ku mirina rûsar jî ji wan belengazan re wek rizgariya ji vê zilmê bû.. Di cihê sirgûniyê de jî te digot evqas zilm û zordariya sirgûniyê têr nekiribû, bi ser de bi zordestî rojnameyên xwe bi me didan xwendin yên ku di gotarên xwe de heqaret li me, li nîşanên me yên pîroz, netewa me, li şeref û dîroka me dikirin. Bi vî awayî hestên me kontrol dikirin. .. ” 

Li gorî çavkaniyên derbarê Nûman Efendî de ew bihara sala 1930’î di nava bajarê Îdirê de bûye. Wê demê li bajarê Îdirê Azeriyekî bi navê Îshaq yê ku di dema şerê mezin de ji gundekî Rewanê reviyabû û hatibû Îdirê, yekî bi zordariya xwe navdar hebû û ew dostê serokê sîxûriya dewletê Hûsnû Bîngol bûye. Rojekê Îshaqê Azerî li nava bajêr li kurdekî belengaz heqaret û zilmê dike. Nûman Efendî yê ku ji wir derbas dibû û vê bûyerê bi çavên serê xwe dibîne, xîreta wî vê yekê qebûl nake. Ew xwe digihîne wan û wî kurdê bi navê Eloyê Horgofê ji destên wî rigaz dike. 

Hûsnû Bîngolê ku ji ber welatparêziya Nûman Efendî ji wî re bi kîn û rik bû, bi vê bûyerê keysê li Nûman Efendî tîne û komployekê li dijî wî amade dike. Dema Nûman Efendî tevî mêvanekî xwe û malbata xwe serê êvarê derdikeve gerê, bi xayîntî tê gulebarankirin û jiyana xwe ji dest dide. Nûçeya bûyerê bi lez belav dibe û şewateke giran dike dilê kurdan. Parek ji civakê leşkeran wek kujer destnîşan dike û para din jî şikê dibe ser Îshaqê azer . 


Eloyê Horgofê tola wî dihilîne

Piştî bûyerê di demeke ku giregirên Kurdan ên wek Kerem Begê Torinê û Ahmed Şemoyê Gêloyî li hev dicivin, Melahat xanima jina Nûman Efendî derdikeve pêşiya wan û laçika serê xwe davêje erdê û dibêje: “Xwîna mirovekî wekî Nûman Efendî li erdê ma, vê laçika min bidin serê xwe û di nav civakê de bigerin” ango hildana tola mêrê wê deynê stûyê wan e. 

Ji ber ku ji kuştina Nûman Efendî berpirs tê dîtin, giregirên Kurdan jî bangî Elo dikin û wî bi hildana tola wî erkdar dikin.

Rojekê Elo dibihîse ku Îshaqê azerî li bajarê Agirî ye, ew tev xalê xwe Mihemmed xwe digihîne bajêr û du rojan li pey Îshaq digere. Di dawiyê de xwe digihîne wî û çardeh guleyan berdide serê wî û di cîh de dikuje. Elo piştre ji aliyê cendirmeyan de tê girtin, goreyî hin agahiyan ew 15 salan û yên hinan jî 10 salan di girtîgehê de dimîne û piştî serbest berdanê vedigere gundê xwe. 

Derbarê Nûman Efendî de mixabîn gelek kêm agahî di çavkaniyên nivîskî de hene. Bi ser de ked û xebatên Nûman Efendî ku bêşek ji dîroka ronakbîriya kurdîne ji aliyê nifşên nû de nayê zanîn, ne navê wî li ser kolan an jî dezgeheke kurdî hatiye danîn ne jî cihê gora wî diyar e.. 


MEHMET GULTEKÎN/FRANKFURT