ZEYNEP NERGÎZ BOTAN / BERWAR AVENT / ANF/ŞAHO
Zîlan Ciwanro li bajarê Ciwanro yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û li nava malbateke feodal mezin bû. Vê taybetmendiya malbatê bandoreke nerênî li Zîlan, dayik û xwişkên wê jî kir. Zîlan neçar ma li nava malbateke serdestiya mêr, zext û êşkenceya mêr gelekî zêde de mezin bibe. Bi taybetî, dema ku xwestin bi zorê wê bi pismamê wê re bizewicînin, ev rewş qebûl nekir. Li rêyekê geriya ji bo ku ji vê belayê rizgar bibe. Xalê wê dixwaze ji vê rewşê sûdê wergire û wê tevlî nava refên DAIŞ´ê bike. Xalê wê timayiya pereyan dike. Zîlan jî dixwaze bi vê rêyê rizgar bibe. Gelek ciwan mîna wê hatine xapandin ji bo tevlî nav refên çeteyên DAIŞ´ê bêne kirin. Şensê Zîlanê ew e, haya wê ji Tevgera Azadiyê heye.
Zîlan Ciwanro ji bo malbata xwe dibêje, di nava heman malbatê de hem ên beşdarî Tevgera Azadiyê bûne hene, hem jî yên beşdarî DAIŞ´ê bûne. Rejîma Îranê herêm weke herêmeke pîlot destnîşan kiriye û li ser dilîze.
Li Ciwanro xebatên rejîmê
Zîlan Ciwanro li ser vê rewşê dibêje; “Rêxistiniya Wehabî li Ciwanro xurt e. Yek ji wan herêman e ku dijmin ji bo xwe weke herêmeke pîlot diyar kiriye. Rejîma Îranê jî ji bo Ciwanro ji aliyê çandî ve qir bike çi ji dest tê dike. Bandora dîn gelekî zêde ye. Elaqeya vî dînî bi rastiya Îslamê re nîne. Mînak du kurên xalê min xwe li Kobanê teqandin. Halbûkî li Kobanê şerekî ji bo azadiyê dihate meşandin. Li gorî ola Îslamê meşandina şerê azadiyê pîroz e. Lê belê wan çalakiyek li dijî vê kir. Ti elaqeya vê bi Îslama rastî nîne. Lê belê mejiyê wan ciwanan şuştin û xistin wê rêyê.”
Malbatê nedixwest em tevgerê nas bikin
Gerîla Zîlan Ciwanro qala pêvajoya naskirina felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dike û dibêje: “Malbata me ji bo ku em tevgerê nas nekin, çi ji dest dihat dikir. Bi taybetî destûr nedidan ku em li televîzyonê temaşe bikin. Ji bo em nizanibin ku Rêberê me kî ye, ji ber çi li Îmraliyê ye, gerîla ji ber çi şer dike, çi ji destê wan dihat dikirin. Dema ku em tevlî bûn, tenê ji bo ji vê rewşê rizgar bibin, em tevlî bûn. Piştî ku em tevlî bûn, me şens û derfet dît ku Rêbertiyê û rêxistinê nas bikin.”
Şehadeta Zîlan Gabar
Gerîla Zîlan qal dike ku di tevlîbûna wê de çawa şehadeta Zîlan Gabar bandor lê kiriye. Gerîlaya HPJ’ê Zîlan Gabar 2015’an ji aliyê eşîra Zîlanê ve li Ciwanro tê şehîdkirin. Gerîla Zîlan got, “Niha li çiyayên Rojhilat im. Di tevlîbûna min de bandora Zîlan Gabar mezin bû. Yên ku Zîlan Gabar şehîd xistin, cerdevanên xwefiroş û noker bûn. Şehîd Zîlan li dijî vê rewşa xiyanetê bi rengekî mezin li ber xwe da û piştî ku gelek cerdevan kuştin, şehîd bû. Vê yekê bandoreke mezin li min kiribû. Ji nava malbatê qederê 12 kesan tevlî nava refên gerîla bûn. Piştî ku me bihîst Şehîd Zîlan bi tena serê xwe li dijî bi dehan cerdevanan li ber xwe daye, wezîfeya têkoşînê kete ser milê me jinan û me jî xwest di rêya wê de bimeşin.”