Diane Edgecomb hêzeke ku mirov divê hesab jê bike. Ew serhatîbêjeke li Emerîkayê hatî dinê ye ku enerjiyeke wê ya xurt û texeyuleke wê ya bê sînor heye. Ew nivîskara pirtûka bi navê Agirek di dilê min de: Çîrokên Kurdî (A Fire in My Heart: Kurdish Tales) ye. Ew bi navê Hezar Qul û Qewar (A Thousand Doorways) jî performansek e ku pê vê pirtûka xwe dide nasîn, yan jî qet nebe, pêjneke wê tîne. Ev performansa xwe wê li paytexta Skoçyayê Edingurghê jî pêşkêş kir.

Dema ji bo serdanekê diçe Îtalyayê, Edgecomb bi serpêhatiya Kurdan û têkoşîna wan dihise, nas dike hêdî hêdî. Hingê ew biryarê dide biçe Kurdistanê û heta ku mumkin e gelek çîrok û serpêhatiyan tomar bike, helbet bi zimanê Kurdî. 


Variyantên Zêrka Zêra

Edgecomb resmekî zindî yê vê serpêhatiya xwe ya epîk di pirtkê û di performansa xwe de teswîr dike. Dema vê dike bedewiya erd û mirovên Kurdistanê, dilsoziya xelkê wê jî ji bîr nake. Ew guh dide çîrokên Zêrka Zêra û variyantên wê yên cihê, guh dide çîroka bûka ba ji ber diçe; lê geşta wê ne yeke çîrokan e. Lewma li Tirkiyeyê taqîb û gefeke daimî heye li ser mirovan û tehlûkeye girtin û dersînorkirina wê her hebû. Armancavê serê tewandina li peyva Kurdî û tinekirina çanda Kurdî bi temamî ye, li gorî nivîskarê.


Deynê xwe dide

Edgecomb di rêwîtiya xwe de pê dihise ka welatê wê çawa gunehkar e di wê zilmê de ku li Kurdan dibe: bi firotina sîlehan. Ji ber vê yekê jî ew wisa hîs dike ku divê ew deynekî bide. Mirov dikare bibêje, di vê serdema ku haya me ji hêz û qudreta zimên heye, Hezar Qul û Qewar bi bîra me dixe ku evîn ji ji nifrînê çêtir û bedewtir e. Bi rengekî ji rengan dibe ku performansa Edgecomb şahidiyeke şexsî be, lê belê peyama wê bi vî rengê xwe gerdûnî ye. 


 EDINBURGH