“Em li welatekî dijîn ku lê polêsê te, eskerê te û kanala te ya televizyonê min weke dijmin dibîne. Û te jî hema ji vê bawer kir. Niha hûn bi xwe serê xwe hildidin, ji ber ku êdî bes e evqas segbaviyên li hawîdora we diqewimin, hûn tên û dibêjin, ma ev ne segbavî ye, ya ku ew bi me dikin? Niha êdî hûn pê dihesin ku rojname derew û kelevajiyan belav dikin, hûn tên û dipirsin, ma ev çapemenî ne sosret û skandal e? Na! Ev ne segbavî ne, ev ne sosret e. Rewş her ev bû.”    

Lîstikvanê sereke yê şanoyê Mehmet Yilmaz bi rola hunermendekî Kurd ê ku li ser tevgera Gezî dihizire, van gotinan dike, ji bo ku hêrsa xwe ji xensariya dehsalan a civaka Tirk îfade bike. Navê vê lîstika şanoyê “Serhildan” e û yekemîn metna şanoyê ya nivîskar Mely Kiyak e. Derhênerê lîstika şanoyê jî Andreas Domotor e. Di vê pêşandanê ya Şanoya Bajêr a Karlsruhe de ev lîstik roja duşemê roja dawî hat nîşandan. Di dewra bê de wê dîsa li ser dikê be. 


Serhildan û xelk û alem
Hunermendê Kurd li ser jiyana xwe ya li welatê xwe û li Stenbolê dihizire û protestoyên vê dawiyê ji nêz ve dişopîne. Ew nexasim jî serê xwe bi bersiv û nerazîbûnên fermî, civakî, çandî û hunerî re diêşîne. Hunermend radibe ser xwe û serhildanê dipîve; li ber cîranan, hevalên xwe yên hunermend û galerîstan. Ew gazinan dike ji bernameya televizyonê, xelkê Stenbolê û seyra bûyeran, û dipirse ka gelo bi rastî manedar bû ku elektrîk gihişt her gundê Kurd.
Serhildan weke lîstika şanoyê hewl dide bi awirên cihê yên mirovan nîşan bide ka çi tehlûke hene ji bo serhildêran hem di rabihuriya wan de û hem jî di siberoja wan de heke ji bo demokrasiyê têbikoşin.

Nivîskareke pirralî

Herçî nivîskara vê lîstika şanoyê Mely Kiyak e, ew nivîskara gelek pirtûkên edebî ye û ji bo quncikan jî dinivîse. Herî dawî pirtûkên wî yên bi navê “Briefe an die Nation und andere Ungereimtheiten (Name ji Netewe re û tiştên din ên li hev nakin)” und “Herr Kiyak dachte, jetzt fängt der schöne Teil des Lebens (Kiyak Beg difikirî êdî beşa xweş a jiyanê dest pê dike)” (herdu jî ji weşanên Fischer Verlag). Bi quncikên xwe yên di Frankfurter Rundschau û Berliner Zeitung de jî Kiyak li seranserê Elmanyayê navdar bû. Herî dawî ew çû Tirkiyeyê û şeş mehan lê geiya. Hingî jî ji bo Zeit Online quncika bi navê Rojên Tirk nivîsî. Şanoya Bajêr a Karlsruhe û Şanoya Maxim Gorki li Berlinê ji nivîskarê xwestin vê şanyê binivîse. Mely Kiyak li Amedê tevî Hito Steyerl galeriyeke demî vedike bi navê “Kultur Amed” û ev galerî wê salekê hebe. Ew tevî hunermendên Kurd pirsa “100 salî şer û koçberiya bi darê zorê. Em bi kîjan rolê radibin?” ji xwe dikin.


LUQMAN GULDIVÊ/NAVENDA NÛÇEYAN