
Di sala 1920’an de gelê Iraqê eşîrên navçeya navenda Firatê li dijî înglîzan serî hildan. Di roja 22’ê Tebaxa 1920’an de Îbrahîm Xanî Delo û tev hevalên wî li navçeya Germiyan û li Kifrî ku qezayek girêdrayî bajêrê Silêmaniyê ye, li dijî înglîzan serî hilda. Delo û hevalên wî derketin serê çiyayê ‘Bawe Şaswar’ û li wê derê êrişî polîsxaneya qezayê kirin û dest bi şoreşa xwe kir.
Înglîz ji bo rê li belavbûna şoreşa ‘Îbrahîm Xanî Delo’ bigrin dest bi dek û dolaban kirin. Cîgirê Dadgerê Înglîz ‘Silmint’ hin kesên herêmê kom kir û rê kir cem Delo û ji wî xwestin ku dest ji şoreşê û çekan berdin. Lê Delo daxwaza înglîzan qebûl nekir.
Serbestberdana Berzencî xwest
Serhildana Delo her ku diçû berifreh dibû. Di encamê de Cîgirê Hakimê Înglîz ‘Silmint’ ji aliyê şoreşgerên ve Kurd hate girtin. Dîsan înglîz hin kes şandin cem Delo heya ku ‘Silmint’ serbet beder û li hember vê yekê jî înglîzan Îbrahîm Xanî Delo wek Qeymqamê Kifrî qebûl dike. Delo Qeymqamiyetî qebûl nekir û ji înglîzan xwest kul i hemberî azadkirina Silmint pêwîste Şêx Mehmûd Berzincî jî serbest bê berdan. Serhildana Delo ji bo serhildana Şêx Mehmûdê Berzincî jî bû alîkar. Înglîzan ev daxwaz qebûl nekir û şer dan destpêkirin.
Şer li navçeya Germiyan dijwar dibe
Delo û pêşmmergeyên wî li gelek deran derbeyê mezin li Înglîzan xist. Îngılîzan Roja 10’ê Îlona 1920 balefirên şer bi kar anîn û ketin naVa bajêrê Kifrî gelek kes kuştin. Şer û pevçûn dom kir. Serhilsana Îbrahîm Xanî Delo 3 meh û nîv li ber xwe da. Di 1’ê Rêbendana 1921 de Îbrahîm Xanî Delo koça dawî kir. Piştî serhildana Delo ku li Kifriya navçeya Germiyanê dest pê kirbû li herderên Germiyanê wek: Celewla dûz, Xaneqîn û derdorên wê belav bû. Înglîz bi temamî xistin panîkê.
Îbrahîm Xanî Delo, yek ji neviyên Deloyên rojhilata Kifrîyê ye. Navê wî yê rast Îbrahîm Salih Xanî Delo ye. Di sala 1874 li avahiya li avahiya ‘Heyerekel’ ji dayîk bûye. Piştî dîlgirtina Şêx Mehmûd Berzincî di 22’ê Tebaxa 1920’an de li dijî înglîzan li Kifrî (Herêma Germiyanê) serhildan da destpêkirin.
Delo, li avahiya ‘Heyerekel’ ji aliyê mamostayên olî hînî xwendin û nivîsînê bûye. Ligel Kurdî zimanên erebî û Farisî jî bi temamî dizanî. Zilamek bejin bilind û rengê genim bûye. Hertim kawa û selte li xwe dikir û tim Xencer li ber pişta wî re bûye.
Delo beriya dest bi serhildanê bike bi karê çandinyê re mijûl dibû. Ew ji birayê xwe Kemer Xanî hînî Kurdîniyê bûye. Serhildana Delo 3 meh (22’ê Tebaxa 1920- heya Sermaweza 1920) dom kir. Di 1’ê Rêbendana 1921 de Îbrahîm Xanî Delo koça dawî kir.
SERBAZ SIYAMEND - ANF-HEWLÊR