Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ‘serhildana ji ber buhabûna benzînê’ di roja 6´an de didome. Rejîmê xetên telefon û înternetê qut kiriye. Ji ber vê jî di warê agahiyan de nakokî hene. Nûnerên Spay Pastaran û Xamaney jî gef li xwepêşanderan xwarin.

Roja Înê li 32 eyaletên Îranê û li temamê Rojhilat gel serî hilda.

Ligel ku rejîm asteng dike li Zencan, Sîmnan, Hemedan û li navendên van bajaran jî xwepêşandanan destpêkirine.

Ji ber ku li gelek welatan xetên înternet û telefonê hatin birîn, agahiyên zelal nayên bidestxistin.

Li gorî agahiyan, hêzên dewletê yên Îranê û polîsan wesayît ajotine ser gel û gule li gel reşandine.

Li gorî hin çavkaniyan di pênc rojan de hêrî kêm 40 kes hatine qetilkirin, hezar kes birîndar bûne û 6 hezar kes jî hatine girtin. Li gorî hin çavkaniyan jî hejmara miriyan 200 û ya birîndaran jî 3 hezar derbas kiriye. Tê diyarkirin ku li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê 12 kes hatine kuştin û 60 kes jî birîndar bûne.

Zêdetir li Kurdistanê şehîd hene

Li gorî agahiyan herî zêde li Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Kirmaşan, Ciwanro û Merîwanê mirov hatine kuştin.

Li gorî Tora Mafê Mirov a Kurdistanê, tenê di nexweşxaneyek Kirmaşanê ya bi navê Îmam Reza de cenazeyê 16 kesan heye û hejmarek zêde jî birîndar hene.

Li bajarê Ciwanro 14 û Merîwanê jî 12 kes hatine kuştin. Li bajarê Sine û Bokanê jî 2 kes hatine kuştin.

Tê gotin hejmara birîndarên li Rojhilatê Kurdistanê 300 kes derbas kirine û gelek birîndar ji tirsa girtin û revandinê, serdana nexweşxaneyan nakin.

Li bajarên Tahran, Şîraz, Ehwaz, Tebrêz, Îsfahan û Meşhed jî xwepêşandan dewam dikin. Tê gotin zêdetirî 100 bajaranên Îranê xwepêşan tên kirin.

Li gorî medyaya muxalefetê, hinek taxên bajarên Şîraz, Kerec û Tahranê ketiye destê xwepêşandêran û hêzên dewletê jî rasterast gule li wan direşîne. Li gorî agahiyan hêzên dewletê nikarin bikevin wan taxan.

 

ANF/TEHRAN