Dr. Aydogan got, “Pêşiyê xwestin daxwazên Kurdan ên weke zimanê Kurdî û welatê Kurdan ji holê rakin, polîtîkayên xwe yên Tirkbunê li ser wan ferz bikin.” Lê belê ji ber “serhişkiya” Kurdan li ser Kurdan bi ser neketiye. Wî got, gotarên siyasî yên aliyê Tirk û nakokiyên wan li nava aliyê Kurd jî kiriye çanda redê ava bibe.
Bi hevkariya Zaningeha Dortmundê IUBH, Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpayê, Înstîtuya Kurdî ji bo Lekolîn û Zanistê, Tora Akademisyenên Kurd li Elmanyayê Kurd-AKAD 29ʼê Sibatê li Zanîngeha Dortmundê bi navê “Zimanê Dayikê, pirrzimanî û cihêrengî: Zehmetî û derfet” konferansek bi rê ve bir. Di foruma yekê ya konferansê de mijar Zimanê Dayikê û Pirrzimanî bû. Prof. Dr. Katharina Brisic, a ji Zaningeha Freiburgê ji ber nexweşiyê hazir nebû. Lê li şûna wî ji Başûrê Kurdistanê Prof. Dr. Zana Jamal Kareem ji şêwirmedên wezarêta perwerdehîyê bi rêya Skypê axivî û her weha di peywenda Kurdistanê de jî îşaret bi girîngiya pirzimanîbûnê kir. Dr. Renate Delucchi ji Zaningeha Dortmundê bi mijara “Duzimanî: Zanîn û Ziman” daket. Wê îdîayên giştî û şaş ên ku duzimanîbûn û pirrzimanîbûnê weke dezavantaj dibînin li derewê qelibandin. Serokê YMK´ê Mamoste Abdulkadir Ulumaskan bi mijara “Dersa Zimanê Welêt [HSU] ji bo Kurdî daket; wî hem behsa zehmetiyan kir û hem jî behsa derfetan. Di foruma diduyê de mijar “Danûstendina di navbera ziman, wêje û civakê” de bû. Dr. Ibrahim Seydo Aydogan ê berpirsê beşa Lêkolînên kurdî ji Zanîngeha INALCOʼyê (Parîs) behsa “Politîkbûn û Ziman: Danûstandin û Nakokî”yê kir, wî got, dewleta Tirk siyaseta qirkirinê bi rêya tinekirina zimên jî bi rê ve dibe, lê ev siyaseta wê li berxwedan û serhişkiya Kurdan qelibiye. Lêkolîner Davut Yeşîlmen ji Zaningeha Duisburg-Essenê jî bi “Wejêya Kurdî: Bandorên Civakî û Zimanî” daket. Gava wî ev, ew bi mînaka romanên Yaqob Tilermenî daket. Kurd-Akadê, bi hevkariya Înstîtûya Kurdî ya Dusseldorfê, Yekitiya Mamosteyên Kurd (YMK) û Zanîngeha Dortmûndê ev konferansa hanê bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Cihanê organîze kir.
Duzimanîbûn avantaj e
Xwendekara beşa mamostetiyê Nalîn Erdînç foruma yekê bi rê ve bir. Dr. Renate Delucci pêşî gotara xwe ya bi navê ‘Duzimanî; zanîn û ziman’ pêşkêş kir. Dr. Renate Delucci hewl da terîfên heyî yên duzimanîbûnê bi awireke rexnegir bide nasîn û piştre jî got, ew pêşhukmên li ser dezavantajên duzimanî bûnê de jî bi pirranî şaş in. Çawa ku dibêjin zarokên duzimanî zimanan tevlîhev dikin, yan jî her du (her sê) zimanan şaş fêr dibin û wekî din. Ji bo dêûbavên dixwazin zarokên xwe pirrzimanê mezin bikin jî, wê got, li gorî lêkolînên heta îro hatine kirin, ji rêbazan a herî serketî ew e ku dêûbav çawa ziman bikar tînin, wisa bi zarokên xwe re jî bi kar bînin, da ku zarok jî wan peywendan ji hev derxin. Li gorî statîstîkên wê behsa wan kirî, ev rêzbaz ji ya serê dêûbavî zimanek, serketîtir e. Wê wekî din îşaret pê kir ku zarokên du zimanê xwedî behremendiyeke xurttir a kontrola naskirinê (kognîtîv) ne û avantajên ji ber duzimanîbûnê dikarin dezavantajên civakî-aborî yên zarokan telafî bikin. Serokê YMKê Ulumaskan jî xwest di mijara dersên Kurdî û zimanê Kurdî de her kes bi rola xwe rabe û got, “Bi navê YMK’ê di meha Gulanê de bi parlamena Başûrê Kurdistanê re em ê hevdîtinekê der barê mijarê de bikin.”
Ji zaningeha Hewlerê Prof. Dr. Zana Jamal Kareem jî bi rêya Skypê tev li konferansê bû soza hevkariyê di warê zimanê Kurdî de da.
Nasnameyên zelûl ên romana Kurdî
Civaknas Munevver Azîzoglû Bazan foruma diduyê birêve bir. Di vê beşê de jî serokê beşa Lêkolînên Kurdî li INALCO´yê Dr. Ibrahim Seydo Aydogan gotara xwe ya bi navê ‘Polîtîkbûn û Ziman; Danustandin û Nakokî’, pêşkêş kir. Dr. Aydogan got, “Pêşiyê xwestin daxwazên Kurdan ên weke zimanê Kurdî û welatê Kurdan ji holê rakin, polîtîkayên xwe yên Tirkbunê li ser wan ferz bikin.” Lê belê ji ber “serhişkiya” Kurdan ev siyaseta wan ku ji bo miletên din bi ser ket, li dijî Kurdan bi ser neketiye. Îbrahîm Seydo Aydogan gotarên siyasî yên aliyê Tirk û nakokiyên wan nîşan dan û got, vê nakokiya hanê û gotarên wê bi serê xwe kir ku li nava aliyê Kurd jî çanda redê û berxwedanê ava bibe. Herçî Dawid Yeşîlmen bû, wî di ser daketina bi 3 romanên triyolojiyeke Mêrdînê ya Yaqob Tilermenî îşaret bi zelûliya nasnameyê di romana Kurdî de kir. Romanê ku behsa salên 1990 ta 1999´ê dikin, bi têkiliyên Kurd û Suryaniyan, Kurd û Ermenan dadikevin û rê li ber zelûliyeke nasnameyê vedikin ku qebqebûyê ya li ser wan tê ferzkirin jî dixwîne.
Herî dawî şêwimenda AWO´yê Dr. Taliba Süzer gotara xwe ya bi nave Koçberî Zarok û Ciwanên Pirçandî pêşkêş kir.
Konferans bi beşa pirs û berisvêî bi dawî bû û di vê beşê de Dr. Aydogan îşaret bi projeyeke hevpar a bi YMK´ê re kir da ku karibin sertîfîkayên fermî yên zanîngeha INALCO bidin mamosteyên Kurdî, da ku ew karibin li Elmanyayê karibin dersê bidin.
REWŞAN DENİZ / DORTMUND