Çirokek filozof Platon heye. Divê mirov ji bîr neke, carna fîlozof jî bi ehmeqî tevdigerin. Rojekê Platon hewl dide, bi diktatorê ehmeq Dionysios bide pejirandin ku li gor bîrdoza wî ya Serkariyê, divê welêt bi zanyarî û rêberiya fîlozofîyê were birêvebirin. Li ser vê Dîktator ferman dide û Platon dibe di bazara koleyan de wek dîneke ehmeq dide firotinê. Dûv re bi tesadufî difilite, Dionysios jî bi encameke xirab têkdiçe.
Dema welatekî li ser xwîna gelan, înkar, derew, talanê hatibe avakirin, hewldanên gelên di bin serkariyê de wek ehmeqan di nava mij û dumana nijadperestî û baweriyeke kor de girtinê serdest dibe. Lema li Tirkiyê li cihê ji perwerdeyeke zanyarî û her tiştî di pirsiyariyeke rexneyî re derbaskirinê bêtir, perwerdeyeke li ser dogma û derewan dane rûniştin.
Heke mirov hinek li statistîkan binêre, bi hêsanî vê dibîne. Mînak: Li Tirkiyê hêjmara mizgeftan bi qasê sê qatê dibistanan e, Hêjmara Îmam Xatîban du qatê Lîseyan e. Li her bajar, navçe û gundekî şêxekî qaşo xwedan hêzeke yêzdanî tê dîtin paldaye, bi sedan tarîqatên mejî tevizandinê hatine birêkxistin, çapemeniya wan tenê ji bo ehmeqkirinê dinivisînin, û û. Li gel vê jî bi kotekê tirseke bêbav afirandine ku ev dogma û derew wek rastî were pejirandin. Lema piraniya gel bi koranî baweriya xwe bi serkaran tînin.
Ji ber van sebeban jî, generalan, kesên wek Demîrel, Çîler û yên din tim gel mîna pêkhateyên ehmeq dîtine. Xwerû jî serkariya AKP bi psîkolojiya meleyên bi sextekariya takyekirinê xwe baqil dibînin, kom û girseyên gel jî ehmeq dihesibînin. Lema jî digotin; „em çakêtê xwe jî wek namzet daynin, dê were hilbijartin.“ Bi gotineke kurt û kurmancî mixabin ku „xwebaqilên kêmaqil“ bi ehmeqî dipeyivin, lê bi mîlyonan ji wan re çepik lêdidin.
Ji ber vê sedemê gelek zanyaran dîtinên balkêş li ser vê rewşa Tirkiyê pêşkêşkirine. Carê jî Azîz Nesîn gotibû ji sedî 60 ê gelê me ehmeq e, dû re ev derxistibû sedî 80 yî. Dibêjin; qaşo Daîşê jî gotiye; „Me xwest em bi xwekuştina li Pirsusê dilê hemû şêniyên Tirkiyê biêşînin, hima em dibînin ku hin ehmeq şa dibin, ev jî bi me xweş nayê. Lê ne xem e, li Tirkiyê ehmeq wekî zibil in, em dikanin bi sedan li bajaran bidin teqandin!“
Dema mirov Erdogan guhdarî dike, gotinên wî dinirxîne; têdigihîje ku gelek bi ehmeqî, lê bi hestê hîtabê ehmeqan dike peyamên vala direşîne. Ji wî wetrê ew zana û xwedayê cihanê, hemû cihan nezan û koleyê wî ne. Saddam jî xwe wek xweda ditibû, lema gaz avêtibû Helepçe, dused hezar kurd di bin navê enfalê de bi yek carekê ve qetilkiribû, encam çi bû? Her kes dizane.
Bulend Arinc mîna ku her kes kolê wî be, rojekê ev gotinên wî nebe kindirê stuyê wî, her kes ji wî re çepikan li hev bide, gelek serbest lê bi ehmeqî axivî û got: „Çima HDPe yî (qesta wî parlamenterên HDPê bû) di nava kuştiyan de tunebûn!“
Davutogli mîna li hemberê birrên pez be, peyaman dide. Wek mînak; li ser êrişên dawiyê xwebaqilê kêmaqil wiha dibêje: „Me hêza xwe nîşan da, hevsengiya Rojhilata Navîn guherî.“ Dîsa bi vê gotina tewşomewşo jî xwe û niyeta serkariya AKPê dide dest: „Van Operasyonan nîşan da ku kesekî ne bêxwedî ye!“ Ez bawer dikim cihan jî ji vê hevokê têdigihîje ku qesta wî ev e: „Daeş ne bêxwedî ne!“ Lê ji xwebaqilê kêmaqil wetrê kes vê fêm nake.
Ne tenê cihan, di nava çapemeniya tirk de jî aliyeke rastiyê wek gulmist li rûçikên wan dikeve. Mînak Ezgî Başaran wiha dinivise: „Angaşt û îdiayên mîna „PKK wek zarokê xweşik dîtin, Li ser dikê bi Demirtaş saz jenîndayîn nehîşt ku PKK çek dayne û lema pêvajo xitimî,“ vik û vala ne û tu rastiyekê di xwe de nahundirîne“
Husên Gulerceyê berê wek şefrojnamegerê Babê Alî bû; wiha dinivîse „Du rayedarên payebilind yê Cemawerê ji min re gotin; wê Erdogan hilbijartinên heremî yên di sihê adarê de pêktê, nebîne, lewre wê ya wî têkin timarxaneyê, yan jî dê bi xwe xwe bikuje!“
Divê rastî hîç neyê jibîrkirin ku ehmeq tu car bi ser neketine. Qiralê ehmeq Dionysios jî bi ser neket, Platon ji koletiyê filitî û îro her mirovê cihanê wî nas dike. Birêz Ocalan wek fîlozof û dehayê demê xwest pirsgirêkan bi riya dialog û aşitiyê çareser bike. Lê ehmeq Dionysiosê demê Erdogan tênegîhîşt, her tişt bi hêza di dest xwe de ve girêda, wê bi ehmeqî jî têkhere. Dê her kes hê wê çaxê birêz Ocalan têbigihîje.